Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

FLAŞ – 47 Ciwan tevlî PKK’ê bûn: Jiyana azad û rasteqîn li vê deverê ye!

Ji bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê 47 ciwan tevlî nava refên gerîla bûn. Ciwanan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wê li dijî feraset û sîstema komkujî-qirker a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo jiyaneke azad li ber xwe bidin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/09/2019 - 10:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di demekê de ku li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’î nerazîbûneke mezin tê nîşandan, bi serkêşiya MÎT’ê û Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di bi navê ‘vegerandina zarokên tevlî PKK’ê bûne’ hin malbat li ber avahiya HDP’ê ya Amedê hatin komkirin. Ciwanên ku nû tevlî PKK’ê bûn bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li nîqaşên di vê der barê de tên kirin anîn. Ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê 47 ciwan li Behdînanê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin û diyar kirin ku ew tevlî nava refên gerîla bûne. Ciwanan alên KCK, PKK û HPG’ê hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimire faşîzma AKP-MHP’ê” qîriyan.

Ciwanan diyar kirin ku ew dixwazin sîstem û feraseta komkujiyê-qirker a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hilweşînin û li şûna wê sîstema demokratîk a gelan ava bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ya ku em ê herî dawî bêjin em di destpêkê de dibêjin; Em vê gava xwe li dijî sîstema û feraseta derewîn, hîlekar, sextekar, tecawizkar, êşkencekar, qirker-komkujiyê û ‘li nava Osmaniyan lîstik naqedin’ weke ‘Pêngava berxwedana mezin a ji bo jiyana rastî û azad’ pênase dikin û dixwazin ku her kes bi vê zanibin.

Li dijî yên ku berxwedanên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Dersim, Zîlan, Koçgirî, Agirî bi komkujiyên mezin tepisandin, li dijî yên ku bi binpêkirina hiqûq û qanûnên xwe Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li navenda êşkenceyê ya Îmraliyê tecrîd kirine, li dijî yên ku li Newrozan, li kolanan, li meşan bêhincet jin, zarok, ciwan, extiyar mirov kaş kirin bi hêrs in. Yên ku zarokên ji bo nan bibe mala xwe, ji bo lêçûna xwe ya dibistanê qezenç bike li sînor bazirganiyê dikin dikujin, zarokên xwe di nava kêf û xweşiyê de li vîllayan, li qesran li ‘keştiyan’ didin jiyîn. Bi trilyonan pereyî li qutiyên pêlavan vedişêrin û ji bo jiyaneke dejenere bijîn raporên ‘pûç’ werdigirin. Li sazî û weqfên dewletê û AKP’ê destavêtin, destdirêjî û hemû kiryarên bi vî rengî li zarokan rewa dibînin.”

LI ALIYEKÎ MALBATAN BI KAR TÎNIN, LI ALIYÊ DIN BOMBEYAN LI CIWANAN DIBARÎNIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Tecawizkar û kujerên ku ji dadgeriya we hêzê werdigirin û bi rengekî eşkere jinan dikujin, bi ti awayî nayên cezakirin û mîna mekîneyeke sûc li naverastê digerin” û hate diyarkirin, “Li dijî sîstem û desthilatdariya derewîn, hîlekar, sextekar, tecawizkar, êşkencekar, kujer-qirker a faşîst a AKP-MHP’ê em bi hêrs in, ku ev desthilatdarî di serî de hilbijartiyên gelê Kurd, nûnerên saziyên demokratîk, her kesên li dijî feraseta wê ya kujer derdikevin digire, dîrok, xweza, heywan û zindiyên Kurdistanê bi balafirên xwe yên şer ên ji dewletên emperyalîst bi bacên gelan wergirtine dişewitînin, dikujin, hildiweşînin û bi medya xwe vê rastiya xwe dinixumînin. Li dijî vê desthilatdariyê em gelekî bi hêrs in.

Em li dijî sîstema we bi hêrs in ku li şûna şaredarên hatine hilbijartin we walî û qeymeqamên xwe yên dagirker tayîn kirine. Ji bo vegerandina ciwanên bi rûmet ên van sûcdariyên we qebûl nakin ji aliyekî ve hûn malbatan bi kar tînin, li aliyê din jî tank, top û balafirên şer ji bo qetilkirina van ciwanan bi kar tînin, gund, deşt û çiya bombe dikin û di weşanên medya xwe de derewan dikin, atmosfereke derewîn diafirînin. Em li dijî vê rewşa we gelekî bi hêrs in.”

ME RÊYA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ HILBIJART

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hin rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û meleyên ku xwe kirine amûrek ji vê operasyona xapandinê, dema ku li Roboskî 34 zarok bi bombeyên balafirên şer hatin parçekirin dengê xwe dernexistin û hate gotin, “Li Şirnex, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr, Farqîn û Licê dema ku ciwan, zarok, jin, extiyar li jêrzemînan hatin qetilkirin, dema ku cenazeyê zarokên bi fîşekên tetîkkêşên şerê taybet hatin qetilkirin ji bo xeranebin dayikan dixistin sarincê, hûn bi bayê bezê tevlî senaryoya MÎT’ê bûn ku bi fermana desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hate amadekirin. Em li dijî vê feraset û bê exlaqiya we bi hêrs in.

Em dibînin ku di dema dawî de li dijî malbatên ciwanên ku tevlî nava refên gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd bûne lîstik hatine lîstin. Ti malbat nemane ku serî li wan nedane, ya jî bi dek û dolaban zext li wan nehatiye kirin. Lê belê tevî ku gelek malbatan nerazîbûn nîşan dan mixabin hin malbat ketin vê xefikê û li ber avahiya HDP’ê di bin navê ‘zarokên me bînin’ bûn amûrek ji vê lîstikê. Em bang li malbatên xwe û hemû malbatan dikin; ji ber sedemên ku me destnîşan kir, li dijî sîstema derewîn, hîlekar, komkujî-qirker û zordar me li çiyayên azad rêya berxwedanê û têkoşînê hilbijartin.

Ev yek ji bo me şeref e. Bila ew malbat bi propagandaya qirêj a koma şerê taybet a Suleyman Soysûzan nexapin ku hilbijartinên gelê Kurd digirin, her roj bi gotina yek milet Kurdan tine dibînin. Bila ciwanên ku rûmetê didin vî gelî, hebûna vî gelî diparêzin fêhm bikin, vê têkoşînê fêhm bikin. Ji ber ku jiyana azad û rasteqîn li vê deverê ye.”

Piştî daxuyaniyê ciwanan navên xwe ji raya giştî re eşkere kirin:

1) Elîf Alpşen

2) Nûrcan Çelîk

3) Pinar Gezgor

4) Ezgî Çinar

5) Gulay Akinci

6) Berfîn Yaşar

7) Dîlan Ozkiliç

8) Kader Bîlen

9) Derya Kaçar

10) Şenay Harmanci

11) Mahmût Tosûn

12) Huseyîn Akar

13) Ridvan Olmez

14) Lokman Akar

15) Yûsûf Arslan

16) Delal Arslan

17) Şoreş Kalay

18) Firat Demîr

19) Bawer Akboga

20) Kerem Kararagar

21) Mûrat Ersan

22) Serhat Ersan

23) Sûat Parsak

24) Tûran Yunoglû

25) Mazlûm Yilmaz

26) Sîdar Ozdemîr

27) Kawa Şîmşek

28) Erdal Sozlu

29) Emîn Karabag

30) Ceyhûn Pinar

31) Devran Yaman

32) Ozkan Bûgdayci

33) Salîh Karakûş

34) Mazlûm Akça

35) Bawer Yucel

36) Şoreş Çîftçî

37) Cemal Seçkîn

38) Umît Babat

39) Kamûran Kaymaz

40) Emîn Kosen

41) Bunyamîn Çetînkaya

42) Mahîr Çelebî

43) Erdem Çelîk

44) Suleyman Olmez

45) Şervan Akkoyûn

46) Cîhan Kiran

47) Yaren Dundar

Ciwanên ku tevlî gerîla bûn piştî daxuyaniyê bi dirûşman berê xwe dan çeperên xwe yên perwerde û şer.

 

1 Ji 5
- +

1.

2.

3.

4.

5.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

FLAŞ – HPG’ê bang li malbatên leşkerên êsîr kir

Nivîsa Pêş

Provovaksyona Polîsên dagirker: Ji malbatên li Mêrdînê daxwaz kir ku biçin ber HDP’ê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Provovaksyona Polîsên dagirker: Ji malbatên li Mêrdînê daxwaz kir ku biçin ber HDP’ê

Provovaksyona Polîsên dagirker: Ji malbatên li Mêrdînê daxwaz kir ku biçin ber HDP’ê

Wezareta dagirker qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kir

Wezareta dagirker qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kir

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.