Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr: “Divê jin di warê azadiyê de bi îddîa û cesaret bin”

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr got, "Jin divê hem li dijî hemû rêxistin û zîhniyetên li dijî azadiya jinê têbikoşin, hem jî di jiyan û rêbaza xwe ya têkoşînê de guhertinên bingehîn bikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/09/2019 - 10:57
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr: “Divê jin di warê azadiyê de bi îddîa û cesaret bin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr diyar kir ku divê jin di tarzên têkoşîna xwe guherînen mezin bikin û got ku “Divê jin ji bo tiştên ku dixwazin were guherandin têbikoşin, di warê azadiyê de jî bi îddîa û cesaret bin.”

Mûnzûr diyar kir ku Tevgera Jinên Kurd li Kurdistan û derveyî welat bi navê ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ dane destpêkirin û got ku “Daxwazên jinan ên ji bo guherîn û azadiyê ne nû ye. Jinan her dem ev daxwaz kirine. Di her demê de daxwaza azadiyê jî ji ser hin xwestekan pêk tê. Wekî mafê hilbijartinê û biryardayina li ser bedena xwe. Îro jî divê astengiyên li pêş azadiya jinan bibe meseleya têkoşînê. Di bingeha têkoşîna azadiyê ya jinan de divê guherandina pergala heyî, baviksalarî, dewlet, desthilatdarî, hiyerarşî, zayendparêziya civakî û guherandina hemû avadaniyên bi hişên mêran hebe. Ji ber ku azadiya jinan û azadiya civakî girêdayî hev in.

TARZA TÊKOŞÎNÊ DIVÊ WERE GUHERANDIN

Jin divê li hemberî avadanî û feraseta li dijî azadiya xwe têbikoşin û divê di tarza têkoşîna xwe û şêwejiyana xwe de guherînên mezin pêk bîne. Bi avadaniyên li dijî azadiyê re, divê jin jî biguhere. Ev pêngav divê bibe pêngava hêza ku ji bo jinan guherînê ava bike. Divê jin ji bo tiştên ku dixwazin were guherandin têbikoşin, di warê azadiyê de jî bi îddîa û cesaret bin.

DIVÊ NETIRSIN

Mesela divê vê tirs û bêdengiya li hemberî faşîzmê biguhere. Divê ne girêdayî mêran be û nebe mal, milkên mêran. Divê li gorî rola jinê ya di civakê de tevnegere, xwe bi sînor neke. Azadî berpirsyarî û têkoşînê dixwaze. Jin li ku derê dibin bila bibin, kêşeyên wan yek e. Jin Ii ku derê bin êşên wan, mexdûriyetên wan yek e. Îroj di nav vî şerî de, hêrî zêde jin barê krîzên di qada civakî de hildigirin. Qirkirina jinan êdî bûye tiştekî normal. Ji bo ku ev tişt werin guherandin divê jin çalakiyên hevpar li dar bixin û bi hev re rabin serhildanê.”

Mûnzûr derbarê vê pêngavê got ku “Li gelek cihan daxuyanî hate dayîn û bi pêşengiya jinan çalakî hatin lidarxistin. Lê di warê armanca pêngavê de hin kêmasî hene. Tevgerên jinan ên li Başûr û Rojava têkoşîna li dijî dagirkeriyê kirin rojev. Dayikên me, jinên me her dem li pêş in. Lê divê daxwazên xwe yên guherîn û azadiyê şênber îfade bikin. Divê pêşengiya jinan têxin navenda têkoşînê. Divê jinên ji derdorên din jî têxin nav vê pêvajoyê, ji ber ku kêşeyên jinan û daxwazên wan ên azadiyê hevpar e.

DEWLETA MÊTINGER Û REJÎMA WÊ

Li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê astengiyên li pêşiya azadiya jinan, rejîma faşîst a AKP û MHP’ê ye. Dewleta Tirk a mêtinger e, faşîzma Erdogan e. Ji bo ku qetlîamên jinan were kirin, pişta mêrbûnê tê girtin. AKP pêşiya zewicandinên zaroktî vekiriye. Divê li dijî modela klasîk a malbatê û qanûnên rê li ber vî tiştî vekirine têkoşîn were kirin. Her cure zextên êrîş û çanda kapîtalîst ên li dijî rakirina nasnameya jinan, divê bibin meseleyên esasî yên têkoşînê.

Li Başûr û Rojhilat jin li hemberî zextên feodal û mêran xwe dişewitînin. Li Rojava jiyaneke nû tê avakirin ya ku xwe dispêre azadiya jinan. Dewleta Tirk her dem gefan li vê pergalê dixwe. Ji ber vê divê jin divê jiyana xwe ya civakî û ya siyasî jî birêxistin bikin. Divê jin bi qasî têkoşînên li dijî dagirkeriyê, di jiyana xwe de jî guherînên mezin ava bikin.

JIN HER DEM TÊDIKOŞIYAN

Divê were zanîn ku di dîrokê de jin her dem têdikoşiyan. Di hemû têkoşînên civakî de jinan ji bo azadiyê şer kirin. Di sedsala 19’emîn û 20’emîn de şerê çînan û têkoşînên li dijî kapîtalîzmê hatin kirin. Tecrubeyên têkoşînê yên mirovayetiyê, li ba kesên bindest bîrek ava kir. Vê bîrê rê li ber vî tiştî vekir ku divê hin rastî baş werin dîtin. Li ser vî esasî têkoşîna jinan û lêgerîna wan a nasnameyê girîng e. Jinan dema ji bo azadiya xwe şer kirin, astengiyên li pêş xwe û serweriya mêran baş analîz kirin. Dîtin ku kêşeyên civakî têkiliya xwe bi kêşeyên jinan heye. Serwerî li ser kolekirina jinan bilind bû. Ji ber vê jî azadiya jinan tê wateya azadiya civakê jî. Jinan di têkoşîna xwe de ev tişt fêm kirin, ya girîng ev e ku divê civaka bê dewlet, bê desthilatdarî û bê çîn were avakirin a ku xwe dispêre azadiya jinan û wekheviya jin û mêran.

DAGIRERÎ Û TASFIYEYA JI HUNDIR

Endama Koordînasyona PAJKê Raperîn Mûnzûr qala êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û berxwedana wê li dijî wê kir û got ku “Dewleta Tirk li her derê armanca wê ev e ku Kurdan qir bike. Li Bakur jixwe faşîzmeke mezin heye, her roj gefan li ser Rojava dixwe, beşeke wê hatiye dagirkirin. Başûrê Kurdistanê bûye qada mêtingeriyê. Li xeta Xakurkê êrîş hatin kirin niha jî li Heftanînê operasyonên giran hene. Berxwedaneke awarte heye. Başûr jixwe di warê siyasî û ekonomîk de bûye mêtingeriya Tirkiyeyê. Di warê leşkerî de dagirkerî zêde dibe. Ne Iraq û ne jî rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê dengê xwe dernaxe. Xeta tasfiyekar dixwazin têxin dewrê û têkoşîna gelê Kurd ji hundir ve tasfiye bikin. Bi vê operasyona dagirkeriyê hedefa dewleta Tirk a pêşîn ev e ku PKK’ê ji holê rake. Lê di 40 salan de hate dîtin ku PKK bi êrîşên leşkerî naqede. Armanca dewleta Tirk a dagirker ev e ku sînorên xwe berfireh bikin û polîtîkayên xwe yên mêtinger têxin meriyetê.

Em hewl didin ku gelê Kurd li hemberî hev şer nekin û xizmetê ji berjewendiyên dewletên dagirker nekin. Di warê berjewendiyên gelê Kurd em stratejîk tevdigerin. Em azadiya gelê xwe nakin qurbana polîtîkayên rojane. Ji ber ku hemû partî, serwerî û siyasetên serdemî ne mayînde ne. Ya mayînde azadiya gelekî ye. Heke Kurd bibin yek, wê karibin azadiya xwe pêk bînin.

BERXWEDANA JINÊN KURD ÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li hemberî dagirkeriyê rola jinan girîng e. Heke qala guherîn û azadiyê tê kirin, a niha dema vî tiştî ye.Divê li hemberî dagirkerî, qirkirin, şer, şîddet, nîjadperestî, malbatparêzî û berjewendiyên eşîran were sekinandin. Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê biryardariya têkoşîna li dijî dagirkeriyê îlan kirin. Jinên Kurd li her derê li hemberî hêzên qirker têkoşiyan. Li Başûr, Şengal û Rojava DAÎŞ têk birin. Jin dikarin di siyasetê de çalak bin û pêşiya dagirkeriyê bigirin. Gerîlayên jin şer dikin û li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin. Li eniya Başûr jî ji bo parastina axa xwe û sekinandina dagirkeriyê divê têkoşînê geş bikin.”

ÊRÎŞÎ ÎRADEYA JINAN HATE KIRIN

Endama Koordînasyona PAJKê Raperîn Mûnzûr diyar kir ku bi desteserkirina şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê re êrîşî hevşaredariyê jî hate kirin û got ku “Dewleta Tirk dema li cihekî encaman nestîne ji dereke din li Kurdan dixe. Li Rojava negihişt encamê êrîşî Başûr dike, êrîşî têkoşîn û destkeftiya Kurdan dike. Desteserkirina şaredariyan jî tê wateya ku îradeya gel nayê naskirin û li Tirkiyeyê hilbijartin û demokrasî têk çûye. Hewl tê dayin ku HDP were terorîzekirin, li dijî siyasetê were hiştin û dixwazin pêşiya siyaseta wan a demokratîk were girtin.Pergala hevşareariyê kirin hedef û ev jî diyar dike ku êrîşî têkoşîna jinan, îradeya wan hatiye kirin. Dema jin di siyasetê de li pêş be, çalak be û li ber xwe bide, dewlet ji vî tiştî aciz dibe. Pergala hevşaredariyê pergaleke azadîxwaz e. Li hemberî siyaseta mêrserwer û modelên partiyan ên klasîk helwesteke nû ye. Li dijî çanda baviksalar a dewletê ye. Ya girîng ev e ku divê jin van çeperan biparêzin û têkoşînê geş bikin. Têkoşîna ku jin pêşengiyê jê re dikin wê rêya azadiya civakê jî veke.”

Raperîn Mûnzûr qala mînakên destanên Mem û Zîn, Derwêş û Edûlê kir ên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de behs dike. Mûnzûr got ku “Rêbertî dixwaze bide fêmkirin ku wê jiyana azad û evîna rastîn çawa were avakirin. Ev him trajediyên Kurdbûnê ne û him jî diyar dike ku bidestxistina azadiyê çiqasî zehmet e. Bekobûn a ku îxanetê li civakê dike, astengiyeke mezin e, divê were guherandin. Divê berjewendiyên malbatî, paşverûtiyên feodalîzmê, parçebûn û paşverûtiyên di têkiliyên jin û mêran de were guherandin.

Gelê Kurd divê têkoşîna xwe geş bike û xwedî li destkeftiyên xwe derkeve. Rêxistinbûn, tecrube û bîra gelê Kurd têra vî tiştî dike. Pêşengtiya wê ya wekî PKK’ê, gerîlayên wê yên berxwedêr û xeta Rêbertî li holê ye.

Kurdbûna ku xwe gihandiya feraseta azad a Rêbertî û têkoşîna wê û şervantiya vî tiştî wê qedera van qehremanên di destanan de biguherîne. PKK û gelê me, wê vê qederê derbas bikin û xwe bigihînin civaka azad.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Li Çelê leşkerekî dagirker ê Tirk mir!

Nivîsa Pêş

Berxwedana Dayîkên Aştiyê di roja 9’an de didome

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Dayîkên Aştiyê di roja 9’an de didome

Berxwedana Dayîkên Aştiyê di roja 9’an de didome

Li gundên herêma Omeriyan: Operasyon, Dagirkerî, Qedexe, Şewat, û Gefên leşkeran

Li gundên herêma Omeriyan: Operasyon, Dagirkerî, Qedexe, Şewat, û Gefên leşkeran

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.