Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li Qamişlo hinek endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin

Li Qamişlo di encama operasyonek hevbeş ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Taybet ên Antî Teror de hinek endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin. Endamên hatîn girtin heta niha çendî teqîn pêk anîne û di amedekariya çendîn teqînên xwekujiyê de bûn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/08/2019 - 15:19
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Li Qamişlo hinek endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Şaneyên veşartî yên di bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe bi cih kirine. Ev şane metirsiyê li ser jiyana civakê û aramiya herêmê çêdikin. Tê zanîn ku di demên cuda cuda de çendîn teqîn li bajarê Qamişlo rûdan û di van teqînan de windahiyên mirovî çêbûn û gelek ziyanên madî gihiştin şêniyan. Hêzên ewlehiyê li ser van şaneyan lêpirsînên berfireh dane destpêkirin. Di encam de bi operasyonek hevbeş ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Taybet ên Antî Teror, hinek endamên şaneyên veşartî girtin. Ev endamên şaneyan çendî teqîn pêk anîne û di amedekariya çendîn teqînan de bûn.

Piştî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyên çeteyên DAIŞ’ê têkçûn, vê carê bi şêwazên cuda êrîşî herêmê dikin. Çete vê carê bi rêya şaneyên veşartî li herêmê faliyetên terorê didin meşandin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên xwekujî û teqandina wesayîtan zêde bûne û ketiye rojeva jiyana herêmê.

Di operasyonên ku demên cuda de pêkhatine de, li gel serçeteyên şaneyên veşartî Îbrahîm Husên Elmuhemed ku girêdayî hêza Dîfa Wetenî ya ser bi rejîma Suryê ye û 7 hevalbendên wî yên êrîşkar hatin girtin.

Di encama lêgerînê de çavkaniyan û kesên peywendidar karîn agahiyên hin berfirehtir bi destbixin. Ajansa me bi endamê ewlekarî û berpirsê girtîgeha çeteyan R re hevdîtinek çêkir. R got: “Piştî lêpirsîn û lêkolînên bi wan kesan re, xuya bû ku ev êrîşên dihatin plankirin ku ji despêka meha 6 sala 2019’an ve ji aliyê berpirsê vê şaneyê ve bên encam kirin. Herwiha R da zanîn ku ev şane li ser xwe mukur hat ku çendîn teqîn û êrîşên xwekujî yên li bajarê Qamişlo pêkhatîne, bi plan û amadekariyên wan hatine kirin. Ji wan teqînan; Teqîna wesayîta bombebarkirî ya li ber deriyê Asayîşa Giştî ya Qamişlo, teqandina mayînek di wesayîtek leşkerî de, teqînek din ku wesayîta girêdayî Rêveberiya Xweser hatibû armançkirin û di destpêka meha yekem ya vê salê de jî mayînek di wesayîta endamê Hêzên Parastina Cewherî de hatibû çandin. Her wiha çendîn teqîn û êrîşên din encam dayîne.

Di dirêjahiya axaftina xwede R da xuyakirin kû ev şane ji 8 kesan pêktê. Ji pir aliyan fermana pêkanîna van êrîşan digrin û li ser hilweşandina pirojeya Rêveberiya Xweser kar dikin. Piştî lêpirsînan endamên şaneyê li xwe mukur hatin ku ji derve û hindirê Suryê, ji gelek aliyên tundrewên terorî fermana pêkanîna êrîşên hevbeş li ser herêmên Rêveberiya Xweser digrin.

R di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku ev şaneya ku desteser kirine ji gelek aliyên cuda pêkhatê weke; ketîbe û feyleqên terorê li Îdlibê yên ku ji aliyê MÎT a Tirkan ve tên rêvebirin/ her wiha destê milîsên rejîma Suryê yên bi navê Dîfa Wetenî ji tê de heye. Ji mayîn, agahî girtinê û heyanî bi xwe beşdarîkirina di van êrîşên terorî de cih girtine. Her wiha R dibêje ku tevahiya êrîşên ku tên kirin bêyî kû di bingihê wan de hizir û paldayîna terorî ya DAIŞ’ê nebe nayê pêkanîn. Ji ber wê çendê ye ku ji wan kesên hatine girtin bi xwe îtiraf dikin hem alîgirê DAIŞ’ê ne hem jî girêdayî çeteyên DAIŞ’ê ne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku piraniya van teqînên ku çê dibin û kesên ku hatine girtin, heman demê de bi gotina wan bi xwe, tevahiya bi destxistin û amadekirina van êrîşan li taxên ku rejim têde ye tên amedekirin. Tê payin ku ev êrîşên çêdibin jî, ji aliyê dezgehên muxeberat yên veşartî ve pêk tên.

Li ser daxwaza me destûrek taybet hat dayîna ekîba me ku bikaribe beşdarî lêpirsîn û guhdarkirina dengên lêpirsînên beriya niha hatin kirin, bibin. Di wê derê de bi kurahî mijar û li xwe mukurhatina vê şaneyê hat tekez kirin ku çawan van şaneyên veşartî, torên terorî pêktînin û encam didin. Yek ji xalên herî berbiçav ewbu ku di anîna gel hev ya van kesan de bi pisporî kar dikin û li ser rewşa wan a maddî pîskolojî û herwiha bi maddeyên hişber, têkiliyên cinsî, gefên malbatî, xêzandarî re rû bi rû dihêlîn. Kesên van xwastekên wan pêk neyênin jî tên kuştin. Ji ber ku yek ji çeteyên şaneyê dibêje “Gef li min xwarin ku eger ez bi ya wan nekim dê destdirêjî hevjîna min bikin û bikujin.” Di encama van hemû kiryarên qirêj de li beramberî pereyek kêm van êrîşên terorî pêk tînin. Di berdewamiya guhdarkirina lêpirsînê de derket ku ev şane ji MÎT a Tirk, rejîma Sûriye û taybet ji çeteyên DAIŞ’ê ferman digrin û hersê alî jî, ji bo têkbirina rewşa aramî û bê îstiqrarkirina herêmê û hilweşandina pirojeya Rêveberiya Xweser ya êrîşan pêk tînin.

Di dirêjahiya hevpeyvîna me ya li gel Rêveberiya girtîgeha çeteyan de, R got: “Bi awayek giştî aramanca wan a yakane avakirina rewşa tirsê ya di herêma Rêveberiya Xweser de ye. Aramancek din ya wan jî ne zelalî xistina di nava rewşa ewlekariya hindirîn ya bajar û tevahî herêmê de ye. Heya niha gelê me û civaka me bi saya keda bi hezaran şehîd û hêzên me yên leşkeri bi aramî dijîn.”

Navê endamên vê şaneyê;

*Îbrahîm Husên Elmuhemed ( berpirsê giştî yê vê şaneya veşartî )

*Casim Ehmed Ibrahîm ( berpirsê anîna û derbazkirina wesayîtan û amadekirina wan)

*Mustefa Elî Elmuhemed ( berpirsê tevlîkirina ciwana û bicihanîna êrîşê)

*Hemza Ehmed Hac Bekrî ( berpirsêi birina wesayîta teqemenî ya ji bo cihê armanc kirî û teqandin)

*Hanî Yosif Elboresan ( berpirsê keşifkirina cihê ku êrîş li ser bikin û kişandina dîmenê buyerê)

*Elî Nasir Elherc ( hevkarê Hemze ji bo gihandina wesayîtan)

*Ebid Elqadir Beşar Elsiêda ( berpirsê şopandina tevgera Asayîşa herêmê)

*Elî xidir Elboresan ( berpirsê kişandina dîmen û kesê duwem yê teqandina ji durve)

Pir balkêşe ku li herêmên wek Palmêra û Tedmûr hîn gelek şaneyên DAIŞ’ê hene. Rihet rihet tevger dikin û hewildanên wan çê dibin ku li herêmên Reqqa û Tebqa teqînan pêk bînin. Li ser agahiyên ku ji Desteya Parastinê hatine girtin, hinek ji wan şaneyan ji hatine girtin û wê di rojên pêş de ew ji werin aşkere kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di van rojên derbazbuyî de teqîn li bajarê Qamişlo rûdan û di encama lêkolîn û lêpirsîna ji aliyên hêzên ewlekarî û Asayîşê ve tê payîn ku çendîn kesên ku destê wan di wan teqînan de hene hatin girtin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê gerîlla Hewre Yaran ê li Geverê şehîd bû bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Qeyûmê Mêrdînê jî di 1’ê Nîsanê de ketiye nav tevgerê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Qeyûmê Mêrdînê jî di 1’ê Nîsanê de ketiye nav tevgerê

Qeyûmê Mêrdînê jî di 1'ê Nîsanê de ketiye nav tevgerê

Qeyûmê Wanê kurdî rakir

Qeyûmê Wanê kurdî rakir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.