Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: 15’ê Tebaxê tê wateya vejîna gelekî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Pêngava 15’ê Tebaxê bûye destpêka ku jina Kurd û gelê Kurd vejîna xwe pêk bîne û ber bi rizgariyê ve bimeşe.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/08/2019 - 16:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê ya 36’emîn Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YJA Starê de ev tişt hate diyarkirin:

“Salvegera 36’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê ya cejna vejîn û rizgariyê, di serî de ji mîmarê vê pêngavê Rêber Apo re, ji tevahiya rêheval û gelê me yê welatparêz re, her kesî ku di rêya azadî û demokrasiyê de li ber xwe didin re pîroz dikin. Rêheval Egîd ku fermandarî ji pêngava navdarî re kiriye û bi tîpên zêrîn di nava rûpelên dîrokê de navê xwe nivîsandiye bi rêzdarî bi bîr tînin. Tevahiya şehîdên şoreşê û fermandarên hêja; Bêrîtan, Zîlan, Adil, Reşîd, Delal, Armanc, Medya, Atakan, Zekî, Helmet ku di şopa rêheval Egîd de bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê têkoşîna azadiyê domdar kirin, em wan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.

Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de bi qasî ku pêşketinên îdeolojîk, siyasî, leşkerî ava kiriye heman demê de ji bona gelê Kurd û jina Kurd di warê sosyolojiya jiyana azad, exlaq, wijdan, wêje û hunerê de jî pêşketinên mezin afirandiye. Pêngava 15’ê Tebaxê; parastina hebûnê, pêkanîna azadiyê, li hember zîhniyeta pênc hezar salî a ku serdestiya zilam lê serwer e, bi taybetî ev du sed salê dawî de hovîtiya ku li beramberî dîroka serhildêr tê raberkirin destpêka berxwedanê ye. Asta êrîşkariya hêzên serdest çi dibe bila bibe ji bona jiyana azad, di riya têkoşîn û berxwedanê de afirandina serkeftinê ye. Gelê Kurd û jinên Kurd vê heqîqetê, di têkoşîna bênavber ya 36 salî de eşkere nîşan dane. Li her çar perçeyê Kurdistanê di şexsê jina Kurd de têkoşîna jiyana azad a ku tê pêşxistin ji bona tevahiya gelên herêmê û mirovahiyê nirxekî hevpar ava dike. Pêşengtiya jina Kurd di encama heqîqeta vê têkoşînê de derketiye holê û bi xwe re jî encamên dîrokî dafirîne.

Pêngava 15’ê Tebaxê, bi dirûşmeya; ‘Di jiyanê de azadî, di şer der serfirazî’ afirandina jiyana azad e. Bi vê şiyarê, fermandarî û şerkeriya Egîdane tê wateya pêşxistina vejîn û rizgariya têkoşîna gelekî. Di rastiyê de pêngava 15’ê Tebaxê; hêza têkoşîna me ya 36 salî, cewher û sirrê pêşketina têkoşîna me ya azadiyê, çavkaniya hêzê, kevneşopiya berxwedanê ya têkoşîna me ye.

15’Ê TEBAXÊ LI DIJÎ FERASETA KOLEDAR BÛ VEJÎN

Pêngava 15’ê Tebaxê; fîşeka yekemîn ya ku li hember sîstemê serdest û zîhniyetê koledar hat teqandin. Lewra heke ev zîhniyetê koledar a ku bi sîstemê serdest ve hatiye pêşxistin û bi serê gel de bûye bela, neyê tinekirin bêguman pergala serdest jî wê neyê derbaskirin. Serokatiya me di manîfestoya ava kirina PKK’ê de vê rastiyê wiha pênase dike; ‘Dagirkeriya herî xeter, dagirkeriya ku di mejiyê de hatiye afirandin e’ Divê gelek, jinek an jî mirovek serî de dijmin, di mejiyê xwe de tine bike. Beriya ku zincîrên koletiyê a ku di mejiyê de hatiye ava kirin neyê şikandin ne gengaz e ku dijminê beramberî xwe tine bike. Serî de Serokatiya me ev derewa dîrokî deşîfre kiriye. Têkoşînek bêhempa meşandiye da ku dîroka ku hatiye berovajî kirin bigihîne heqîqetê. Di dîrokê de jin asta herî jor de bûye kole, li hember vê yekê Serokatiya me hebûna jin a di nava dîrokê de derxistiye holê. Banga tevahiya jinan kiriye da ku xwedî li dîrok û cewhera xwe derbikevin, biparêzin. Gelê me ku hebûna wê jî hatiye înkarkirin bi têkoşîna heqîqetê ya Serok Apo re gihîştiye rastiya dîroka xwe lewra ew gelê herî qedîm a di nava dîrokê de ye.

Pêngava 15’ê Tebaxê destpêka meş û têkoşîna rizgariya gelê Kurd û jina Kurd e. Rêheval Egîd di vê berfirehiyê de ji kûrahî Serokatî fêm kiriye, bûye xwedan seknekî bawer, bi biryar, di pratîk kirinê de pêşengtî kiriye, fermandariya vê derxistiye holê. Serkeftina ku rêheval Egîd di nava derfetên herî kêm û zehmet de ruxmê bê tecrûbetiya heyî afirandiye di rastî de cewher, hêz û encama şervantiya heqîqetê ye.

Pêngava 15’ê Tebaxê di nava dilê tarîtiyê de mermiya yekemîn teqandiye û fîşenga ronahiya pêxistiye. Gerîla gav bi gav di çiyayên Kurdistanê de mewziyên xwe xurt kiriye û gihîştiye artêşbûnê. Dewleta Tirk a ku her tim dibêje; ‘em artêşa duyemîn a NATOyê ne û xwedan teknîkên herî pêşketî ne’ li hember têkoşîna gerîlayan derbeyên herî giran xwariye û bi vî awayî êrîşên herî dijwar jî vala derketine. Gerîla, li çiya û erdnîgariyên Kurdistanê, danehev û ezmÛnên xwe yên xweser derxistiye holê û serkeftina wê jî îspat kiriye. Di roja îro de ne tenê li her çar perçeyên Kurdistanê, di berfirehiya herêmê de bûye xwedan mewziyên xurt heman demî gerîlatiya çiya, deşt û bajêr pêşxistiye. Ev pêşketinên ku bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê hatine avakirin bûye kabûsê herî mezin ya hêzên serdest.

15’Ê TEBAXÊ XWE BI GERÎLATIYA MODERN NÛ DIKE

Di roja îro de konsepta şerê ku li hember têkoşîna me ya gerîla tê meşandin bêguman ji ber tirs û xofa berxwedana gerîla ye. Hewl didin ku têkoşîn û berxwedana gerîlayan bisekinînin, paşve bixin û tasfiye bikin. NATO dibîne, ruxmê ku ewqasî piştgirî dide Tirkiyê lê bêencam dimînê ji ber vê yekê hîn zêdetir şerê heyî gûr dike. Pêngava 15’ê Tebaxê a ku dikeve sala 36’emîn kevneşopiya bi kok a berxwedanê, ezmuÛa gerîlatiyê derxistiye holê û bi awayekî eşkere tê dîtin ku hêza artêşa Tirk ji bejahî de bin ketiye, dost û dijmin herkes vê rastiyê dibîne. Di rewşa heyî de ruh û xeta pêngava 15’ê Tebaxê bi gerîlatiya modernîteya demokratîk re xwe nû dike, di bingeha ji nûve avabûnê de gerîlatiya serfiraziyê pêş dixe.

Em ê bi nûbûn, kûrbûn û domdar kirina têkoşînê re konsepta şerê dijmin a ku di bingeha îstîxbarat, teknîk û şerê taybet de dimeşînê vala derbixin, gerîlatiya serfiraziyê pêş bixin. Di çarîka dawî a sedsala 20’emîn bi pêngava 15’ê Tebaxê re vejîn û riya rizgariyê pêş ket. Wê sedsala 21’emîn di bingeha gerîlatiya modernîteya demokratîk û ji nûve avabûnê de teqez emê bigîhîjin serfiraziyê. Em bi vê baweriyê salvegera 36’emîn ya pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin, cardin bi îdda û biryardariya zaferê, cejna vejîn û rizgariyê pîroz dikin.

Em hêzên YJA Starê em ê bi felsefeya jiyana azad a ku Rêbertiya me pêş xistiye û bi ruhê şerker yê rêheval Egîd ve têkoşîna xwe bidomînin. Çawa ku berxwedana zindana Amedê ya bi hişmet di 15’ê Tebaxê de vegeriya pêngaveke tolhildanê û hesap pirsînekî dîrokî ya ji dijminên gelê Kurd, wê berxwedana me ya ku li derdora berxwedana Îmraliyê mezin dibe bi înşakirina jiyana demokratîk û azad ya gelê Kurd ve bigihîje zaferê. Em hêzên YJA Starê em ê sekna rêheval Şevîn Bîngol û Armanç Goçkar di xwe de ava bikin, ala ku rêhevalên me Egîd, Atakan, Helmet, Helîn, Dîcle ji me re hiştî, em ê bigihînin serfiraziyê. Em careke din pêngava 15’ê Tebaxê li Serok Apo re, li hemû gelê me yê welatparêz, li mirovahiya demokratîk û tevahiya gelên ku li Rojhilta Navîn pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Welatiyên Amedê çûn serdana goristanên şehîdan

Nivîsa Pêş

Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrawa bombe dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dagirkeriya Dewleta Tirk gundê Şera bombaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrawa bombe dike

KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”

KCK: Em ê bi her awayî bersivê bidin daxwazên gelê xwe

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.