Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Salvegera 14’ê Tîrmehê ya 38’emîn wê ‘Sala Tolhildanê ya Helmet’ be

PKK: Têkoşîna me ya sala 38’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bibe ‘Sala Tolhildanê ya Helmet’.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/07/2019 - 13:28
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
PKK: “Em pêngava berxwedanê pêşbixin û bibin serkeftinê”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Rêvebir a PKK’ê derbarê salvegera 37’emîn a berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li hemberî derbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de Berxwedana Rojiya Mirinê hatibû destpekirin. Di salvegera 37’emîn de em Giyanê Berxwedan û Serfiraziyê ya 14’ê Tîrmehê silav dikin. Di şexsê afirînerên vê giyanê berxwedêr Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de em şehîdên têkoşîna azadiyê bi hurmet bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixin. Em ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ ya gelê Kurd û dostên wan pîroz dikin. Em diyar dikin ku di sala 38’emîn a berxwedanê de, wê gel û tevgera me xurttir şer bikin.

DI 14’Ê TÎRMEHÊ DE GELÊ KURD BIRYARA JIYANA AZAD DAYE

Berxwedana mezin a zindanê ya ku bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê hate destpêkirin, tarîtiya 12’ê Îlonê ronî kiriye û destnîşan kiriye ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wê têk neçe. Ji ber ku Berxwedana Zindanan a Mezin xeta azadiyê ya Apoyî ji xwe re kiriye esas û koletî û teslîmiyet red kiriye. Gelê Kurd biryara hebûn û jiyana azad daye û îrade, tarz, cesaret û fedakariya vî tiştî derxistiye holê. Bi gotina Rêber Abdullah Ocalan ‘Di warê temsîlkirina xeta partiyê û afirandina serfiraziyê de çalakiyeke xurt e.”

Wekî ku her kes baş dizane 37 sal in li Kurdistanê di bingeha hemû destkeftiyên li ser navê hebûn û azadiyê de Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Berxwedana Zindanan heye. Ji ber ku vê xetê berê xwe daye zindanan û bûye Pêngava Gerîlayan a di 15’ê Tebaxê de û bûye Şoreşa Vejînê ya Neteweyî. Xwe gihandiye jinan û Şoreşa Azadiyê ya Jinê daye destpêkirin. Li ser vî esasî li çar parçe Kurdistan û li derveyî welat, têkoşîna azadiyê li Bakurê Kurdistanê şoreşa neteweya demokratîk û li Başûr jî destkeftiyên Kurdan, li Rojava jî şoreşa azadiyê derxistiye holê.

LI HEMBERÎ ÊRÎŞA TAYBET A FAŞÎZMA AKP Û MHP’Ê BERXWEDANEKE QEHREMANÎ

Di salvegera 37’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, li hemberî şerê taybet ê faşîzma AKP û MHP’ê tevgera me ya azadiyê û gelê me li ser xetekê berxwedaneke qehremanî kirine. Bi taybet Greva Birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, Giyanê Berxwedan û Serfiraziyê yê 14’ê Tîrmehê zindîtir bûye.

Vê berxwedana mezin bi xwîna rêhevalên me yên endamên Komîteya Navendî Delal, Zekî, Atakan, Armanc, Dogan, Çetîn, Rûbar û Helmet jî di nav de bi xwîna sedan hevalên me hatiye meşandinb. Di encamê de deriyên Îmraliyê hatiye vekirin û derbeke giran li faşîzmê hatiye xistin. Bandora mezin a geşedanên siyasî ya berxwedana me ya 37’emîn wê di geşedanên siyasî de bêtir were dîtin.

Îro dema ku em salvegera 37’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê dijîn, giyanê berxwedan û serfiraziyê ji her demê zindîtir e.Li ser vî ruh, biryardarî û xetê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat têkoşîna me didome. Dema ku dîktatoriya Erdogan û Bahçelî bi qetlîaman dixwaze li ser pêyan bimîne, tevgera me ya azadiyê tevî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi mirovayetiya demokratîk re tifaqê ava dike li hemberî tecrîd û faşîzmê, têkoşîna Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk bi biryardariyeke mezin didomîne. Bi pêşengiya fermandarên nemir Helmet û Dogan Serhat ji Qendîlê heta Dêrsimê û ji Xakurkê heta Serhedê derbên giran li artêşa dagirker û sîxuran tê xistin. Ciwan û jinên Kurd bi têkoşîna jiyana azad ji hemû kesan re dibin mînak û hêvî.

SALA 37’AN A BERXWEDANÊ WÊ BIBE SALA TOLHILDANÊ YA HELMET

Faşîzma mêtinger qirker a Bahçelî-Erdogan endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hevrê Helmet bi nemerdî qetilkirin, bi vê ji wan weye ku wê me biqutifînin û gelê me bitirsînin. Lê bi çalakiyên tolhildanê yên gerîlayên me yên qehreman ku zêde bûne, bi rengekî xurt xwedîlêderketinê ya gelê me û hemû raya giştî ya şoreşger-demokratîk, bi hêrs û kîna rabûyî derkete holê ku şaş kirine. Têkoşîna sala 38’an a Berxwedana Dîrokî ya 14’ê Tîrmehê, wê bi fermandariya Şehîdê me yê Mezin hevrê Helmet were dayin û sala berxwedana 38’î wê bibe “Sala Tolhildana Helmet”

Li ser vê bingehê em carek dî “Roja Rûmeta Neteweyî” ya gelê me pîroz dikin, em şehîdên me yê Berxwedana 14’ê Tîrmehê û şehîdê mezin ê salvegera 37’an a vê berxwedanê Hevrê Helmet careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin, di serî de ciwan û jin, em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku li dijî hişmendî û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker têkoşîna azadî û demokrasiyê li her qadê bi rêbazên afirîner zêdetir berfireh bikin û em bang dkin ku sala 38’an a berxwedanê bi mîsogerî bi ser bikevin!”

Parve Bikin215TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê du gerîlayên ku li Xelfetî şehîd bûn bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Xwendekarên ODTU’yê wê sibê bimeşin: Kok banga berxwedanê dikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Xwendekarên ODTU’yê wê sibê bimeşin: Kok banga berxwedanê dikin

Xwendekarên ODTU'yê wê sibê bimeşin: Kok banga berxwedanê dikin

Gelê Başûrê Kurdistan: Bila çavê Helmet li paş nemîne, emê têkoşîna wî bibin serî!

Gelê Başûrê Kurdistan: Bila çavê Helmet li paş nemîne, emê têkoşîna wî bibin serî!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.