Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Em Hevrê Zîlan ku milîtana pêşeng û fedayî di 24’emîn salverga şehîdbûna wê de bi bîr tînin

Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 24’an a çalakiya wê de Kinancî bi bîr anî û got, "Em dîsa sond dixwin ku dilsoziya xwe ya bi Şêx Seîd Efendiyan em ê her demê bi renge Zîlan bidin".

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/06/2019 - 3:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
PKK: “Em pêngava berxwedanê pêşbixin û bibin serkeftinê”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da, Zeynep Kinacî (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an bi çalakiya fedaî şehîd bûyî bi bîr anî.

PKK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Tenê bi çalakiyên ku şoreşgerên mezin dikarin bikin, zeman û fersend bi berxwedaniyeke herî watedar, bi fedaîbûnê re dibe yek û li ser bingehên berjewendiyên gewherî têne veguherandin. Heke amanc berz û berbiçav be, çalakî, rêxistin û tevger nikare biçûk, sivik û kulek be. Mezinbûna armancê her demê mezinbûna çalakiyê jî diyar kiriye. Di şerê me yê mirovahiyê de, şehîdên me yên ku nirxên mirovî ne û divê her yek ji wan bibe bîrdarî, bi rengê wan lehengên mezin ku qonaxeke wiha pêk tînin, wê di dîrok û bîra me de bi cih bibin û bi rengê nirxên me yên nemir mayinde bibin. Bi vê çarçoweyê; em hevrê Zîlan (Zeynep Kinacî) ku milîtana pêşeng a rasteqîniya fedayî ye di salvegera 24’an a şehîdbûnê de bi bîr tînin, di şexsê wê de em careke dî diyar dikin ku em dilsozê hemû şehîdên azadiyê ne ku bi fedaî li ber xwe dane û şehîd bûne û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Her wiha di salvgera 85’an de a qetilkirina rûspî û bîrdariyên dîroka me Şêx Seîd Efendî û hevrêyên wan ku 29’ê Hhezîrana 1925’an li sêpayên darvekirinê, mêtingeriyê şermezar dikin, em dîsa sond dixwin ku dilsoziya me ya bi Şêx Seîd Efendiyan wê bi rengê Zîlanan be.”

Hevrêya me Zîlan (Zeynep Kinacî) bi çalakiya ku 30’ê Hezîrana 1996’an pêk anî, bi rengekî fesîh şandî dost û dijmin daye ku dibe temsîla tijebûna îdeolojîk, hîs, raman ji mirov dibihurin û dibine zimanê rêxistinî yên civakê, her wiha bûye terisandina wê ku di ber jiyana azad de, kîn û hêrsa mezin a li bara dijmin a li ser redkirina her cure paşverûtiyê, ya li qada pratîk, bi rengê xetekê. Ev xet bi qasî îdeolojîk û felsefîkbûnê, temsîla herî bilind a hîsê ye jî. Ên ku li gel wê dimeşin, di çalakî, jiyan, rêxistinî, şêwaz û tempoyê de, hewl didin bibin xwedî nêzîktêdayinên milîtanî ew kes in ku kesayatiya serfiraziyê ya bi rengê Zîlan temsîl dikin.

TI TIŞTEK BI QASÎ RASTEQÎNIYA ŞEHÎD NE NO Û FESÎH E

Ên ku ji jiyanê hez dikin dibine xwedî çalakiyên wiha mezin, ên ku dev ji jiyanê qeriyane jî qet nikarin bibe çalakger, rêxistinîxwaz. Tenê yên ku êşa civakekê di kûrahiya dilê xwe de dijîn dikarin bibin xwedî çalakiyên wiha mezin. Ên ku dixwazin civakek bi azadî ji ji her cure zext û koledariyê dûr bijîn, ên ku bi hezkirina herî mezin dilsozê wê civakê ne, ew kes in ku “Bi qasî ku di ber de bimirin ji jiyanê hez dikin.”

Di van rojan de ku dewleta mêtingeriya qirker a faşîst û rejîma wê, li her eniyê, li dijî nirx^ne ku civaka me bi dest xistiye, bêyî ku ti nirxekî mirovî, sincî nas bike, êrîş tîne ser û hewl dide ku welatê me ji nû ve bi avaniya hişmendiya faşîst dagir bike, tekane rêya rawestandina mêtingeriyê, bi nasnameya Zîlan, bi çalakiya bi rengê Zîlan ku di dilê dijmin de wê were nîşandan, pêkan e.

Şert û bêderfetî çendî giran bin jî, dagirker her çendî êrîşê bînin jî, bes bila bawerî û biryardariya dildarên Têkoşîna Azadiyê tam be, wê demê, li dijî mêtingeran û mêtingriyê her demê mekan û zeman heye ku çalakî were danîn. Berdêla vê heke ew be ku mirov bedena xwe parçe parçe bike û pê zincîrê koledariyê ya civakekê parçe bike û şehîd bibe jî, ev wiha ye.

Ji ber vê, em dibêjin, ti tiştekî dî yê bi qasî rasteqîniya şehîd no û fesîh tine. Şehîdan nûbûna jiyanê, agirê di bedena xwe de, afirandina ji xweliya xwe, bi rengê sozê dane me, didine me.

Dilekî ku diqîre û dibêje, “Îdîaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xweî jiyaneke watedar û çalakiya mezin. Ji ber ku pir ji jiyanê û mirovan hez dikim dixwazim vê çalakiyê bikim”, mîna, berxwedanê Greva Birçîbûnê ya Mezin û Rojiya Mirinê ya pêngava Em Tecrîdê Bişkîni, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin, danîne holê, gerîlayên Kurdistanê ku di her gava jiyanê de, di salîseya wê de li gopîtka çiyan, ji bo helwesta rûmetdar a civakekkê mûyekî jî bi paş ve gav navêin û jiyana xwe datînin holê qet nayên jibîrkirin, çi hêzek nikare li ber çalakiya wan bibe sih.

GELÊ KURD BI BERDÊLÊN MEZIN BER BI AZADIYÊ VE DIÇE

Em gelê Kurdistanê ji qonaxeke dîrokî derbas dibin. Li cografaya ku em li ser dijîn kaosek heye. Ji her demê bêhtir pêkan e ku em ji vê kaosê Kurdistaneke demokratîk û azad derxînin. Hêzên mêtingeriya qirker a faşîst ku hay ji vê rastiyê hene, li dijî hemû nirxên ku gelê Kurd bi xwîn û jiyana xwe ava kiriye, mîna Deheqan êrîş dibine ser. Ji bo ku em çerxa dîrokî ji aliyê gelê Kurdistanê ve ku dil daye jiyaneke demokratîk, civakîxwaz û jiyana hevpar û ji aliyên wan gelan ve ku dixwazin bi hişmendiya Neteweya Demokratîk bijîn, bizîvirînin, ya ku divê were kirin ew e ku bi rengê Zîlan were fikirandin, bi hîsên bi rengê Zîlan were hîskirin û tevgerîn, ji her demê bêhtir îro hewceyî bi meşa fedaî heye ku Zîlanan emanetî me kirine, bi jiyan û helwesta xwe ya çalakiyê ferman dane me. Di rewşeke wiha de ku gelê Kurd bi berdêlên mezin ber bi azadiyê ve diçe, mêtingerên ku dixwazin li pêşiya vê meşê rawestin, desthilatdarîxwaz û navendên hêzê yên noker ku ji wan re dibine palpiş, li dijî gelê me dijberîbûna xwe li hemû eniyan berbelav dikin.”

Di vê qonaxa dîrokê de heke em dixwazin bi rûspî heq jê derkevin, divê em guh bidin dengê Zîlanan ku dibêjin, “Ez bang li hemû mirovahiyê dikim, mil bidin gelê Kurdistanê, destekê bidinê, zingara li ser mêjî û dilê xwe ku Emperyalîzmê ew pûç kirine paqij bikin û guh bidin qêrîna azadiyê ya civakekê”, bi hemû hêza xwe li dora têkoşîna azadiyê divê em mêjî û dilê xwe rakin ser piyan û li hev asê bibin.

Ji nû ve ku em hevrêya xwe Zîlan (Zeynep Kinacî) di salvgera 24’an a şehîdbûnê de bi bîr tînin, di berxwedanê de ya li dijî faşîzmê, ya ji her demê xurtir e, em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî nokeriyê di têkoşîna Yekîtiya Netewî de bibin yek, em bang li dostan, sosyalîstan, demokratkan, dijberên pergalê dikin ku di Hevalbendiya Demokrasiyê de bibin yek, tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, di têkoşîna demokratîkirina Tirkiyeyê de ya bi azadkirina Kurdistanê, bi hişmenidya ku bi berxwedana eniya hevser wê biçin serfiraziyê banga berxwedanê dikin.”

Parve Bikin597TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

FLASH – Navenda Şerê Taybet çalak bû, rojnameya ‘Sözcü’ xwe bêdeng kir

Nivîsa Pêş

Li Qendîlê komkujiya li Kortekê hate şermezarkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Qendîlê komkujiya li Kortekê hate şermezarkirin

Li Qendîlê komkujiya li Kortekê hate şermezarkirin

Ciwanê Kurd Halim Dener wê bi çalakiyan were bibîranîn!

Ciwanê Kurd Halim Dener wê bi çalakiyan were bibîranîn!

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.