Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Harûn Apoyî: Serdem serdema derbeya dawî li faşîzmê xistine û Rêber APO azadkirine

Harûn Apoyî: "Em bang li ciwanên Rojava û Bakurê Sûrî û hemû Ciwanên Kurdistanê dikin ji bo ku çiyayên Kurdistanê azad bimînin, ji bo ku Başûrê Kurdistanê azad û rizgar bibe, banga seferbûyînê, Serhildan û beşdariya çeperên şer li hemû Ciwanên Kurdistanê dikim."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/06/2019 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Taybet
Reading Time: 9 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêveberiya Ciwanên Bakur, Rojhilatê Suriyê Harûn Apoyî der barê pêvajoya qrîtîk û serkeftina berxwedaniyê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê nêrinê xwe anî ziman û erka Ciwanên Kurdistanê beramberî vê serkeftinê anî ziman. Harûn Apoyî çalakiyên gerîlla yên dîrokî li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxandin û bang li ciwanan kir ku di vê pêvajoyê çek bigrin destê xwe û beşdarî refên azadiyê bibin.

Derbarê van pirsan de Endamê Rêveberiya Ciwanên Bakurê, Rojhilatê Sûriyê Harûn Apoyî bersiv da û der barê pêvajoya dawî ev nirxandin kir:

“Niha em di demeke dîrokî de derbas dibin, demekî dîrokî em di van rojan de jiyan dikin, dewleta faşîst a Tirk piştî 2011’an demekî dirêj di şerekî giran de jiyan kir, di wî şerê giran de pûç û bê encam ket ji ber wî di 2013’an de di biharê de, merhaleyekî a hevdîtinan û diyalokan bi Rêber APO re li zindana Îmralî destpê kiribû û ji aliyê xwe ve digotin merheleyekî aşîtî, lê bes ew lîstokek bû, merheleyên piştî wê jî ew lîstok eşkere kiribûn, dewleta Tirk ji 2013’an heta 2015’an merheleya diyalok çima dabû dest pêkirin? Yek pêvajoya 2011’an, 2013’an li beramberî Gerîlla, berxwedaniya gerîlla bin ket, îradeya artêşê û leşkerên wan ya terorîst bi binket ji ber wê bin ketinê pêvajoyekî ya têk çûnê heman demê de di wê demê de şoreşê bihara gelan dest pêkiribû. Ji bo gelê Rojava û Suriyê jî ev şoreş destpê kiribû û serdemekî nû ji bo tevahî gelê Kurdistanê dabû destpê kirin. Dewleta Tirk ya faşîst û terorîst ji şoreşa bihara gelan bi taybet ku derbasî Rojavayê Kurdistanê û Surî jî bibû tirsiya û ev bû sedema rabûna ya gelê Kurd bi giştî, di milê leşkerî de binket di mile din de jî şoreşa bihara Gelan tirsekî pir mezin xist dilê wan, ji bo ku xwe ji vî rewşa binkeftinê xilas bike 2013’an de û 2015’an berê xwe da ber Rêber APO pêvajoyekî lîstok da destpê kirin û ew pêvajoya xwe ya lîstok navê wê kir pêvajoya aşîtî û xwest bi dan û sitandinan rabûna gelê Kurd, rabûna gelê Kurdistanê, ew pêşveçûyina Gerîlla avadikir pir herêm rizgar kir, xwest bide lawazkirin û di encamê de tasfiye bike. Rêber Apo niyeta rast a ji bo aşîtî û azadiya tevahî Gelê Kurdistanê, gelê Tirkiyê û Rojhilata Navîn dabû nîşandan. Lê belê di wê merhelê de dewleta Tirk 2013’an û 2015’an de binkeftinekî hîn mezintir jiyan kir. Cara yekemîn Partiya Gelan bi zêdetirî 80 parlemantî derbasî parlemana Tirkiyê bûn. Di qada Rojava de DAIŞ binket, berxwedaniya Kobanê serket û pêvajoyek nû a têkbirina DAIŞ’ê destpê kir. Ji ber wê merheleya lîstokê ya 2013’an û 2015’an a ku dewleta faşîst xwest pilanên xwe pêk bine cardin bi wan pêşketinan bi binket.

Ji bo vê jî di 2015’an de bi sedan balafirên şer êrîşî ser çiyayên Kurdistanê û Gerîllayên Azadiya Kurdistanê kir, û di heman demê de li Bakurê Kurdistanê terora dewleta Tirk bi hovîtiya xwe êrîşî gelê me yê Bakurê Kurdistanê kirin û xwestin îradeya gelê me bişkîne, û heta niha jî bi wê hovîtiya xwe êrîşî gelê Kurd dikin. Her wiha cihên ku li Başurê Kurdistanê hatibûn rizgar kirin dewleta faşîst a Tirk ew cihê dagirkirin û ev yek jî bi alîkariya hêzên xiyanetkar pêk hat. Dewleta Tirk li ser vî esasî xwe di Kerkukê de, di Başîka de, di Mûsilê de, nêzî Şengalê, Hewlerê, Dihok, Zaxo û niha nêzî Silêmaniyê jî xwe bi cîh kir. Yanî bi vî şêwazî pêvajoyekî bi giştî ji bo qada Çiya, Bakurê Kurdistanê, Rojava, Başûr, û beriya van hemûyan li ser Rêber APO bi tecrîda giran êrîşekî da destpê kirin. Ev êrîşa teslîm girtina Rêber APO û Tevgera Azadiya gelê Kurd, îrada azad ya gelê Kurd li her hêlê Kurdistanê bû. Destekvanên wan ên navdewletî bi hemû şêwazî destek dan vê terora dewleta Tirk, ku li her derê êrîşên xwe ên hovane pêk anîn. 2015’an ve destpê kir heta çend roj berê ev serdem dewam kir di vê serdemê de dewleta Tirk a faşîst dema ku êrîş kir rû bi rû li beramberî berxwedaniya Ciwanên Kurdistanê hat. Ev berxwedan li Cizîra Botan, Sûr, Nisêbînê, Şirnex li her derê di serî de Ciwanên Kurdistanê berxwedanekî pir mezin li Bakurê Kurdistanê dan destpê kirin. Heman demê li Rojavayê Kurdistanê, him çeteyên wan yên DAIŞ’ê him dagirkeriya wan ya ser li Efrînê rû bi rû berxwedaniyekî pir mezin hat. Di qada çiya de rû bi rû berxwedaniya hêzên Gerîlla hatin, di ser van hemû re daxuyaniya Rêber APO a 2016’an ku bi riya hevditîna bi Mihemed Ocalan re gihişt me yek hevokek bi bandor got. Rêber APO bi hevokekê pir tiştekî giring got: “Ne hezar sal, bi hezaran sal min dibin tecrîdê de bihêlin ez mirovekî Şoreşger û Demokratim, tu carî ez teslîm nabim” niha jî dewleta Tirk ev tecrîd ferz kir ji bo ku teslîmiyetbûna xwe bide rûniştandin. Ê ku tecrîd li ser Rêber APO ferz kir û li her derê êrîş li ser Tevgera Azadiya gelê Kurd kir dewleta Tirk ya faşîst û terorîst bû. Di encama berxwedaniya Rêber APO, encama berxwedaniya Zindanan, berxwedaniya Gerîlla, berxwedaniya Hêzên YPG û YPJ’ê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê çeteyên Erdogan û çeteyên wi DAIŞ têk çûn.

Bi giştî berxwedaniya Zindanan, berxwedaniya Dayikên Kurdan, berxwedaniya Ciwanên Kurdistanê de dewleta Tirk çokmîşbû, ê ku digot em ê Kurdan çokmîşbikin bi xwe çokmîşbûn û çûn cem Rêber APO. Ê ku tecrîd li ser Rêber APO ferz kir, ku xwestin îradeya gelê Kurd di şexsê Rêber APO de teslîm bigrin, ew bixwe teslîm bûn û çûn cem Rêber APO, ev serkeftinekî dîrokî ye. Fermandarê Surê Çiyager gotibû ku “ Encam çi dibe bila bibe dawiya xwe wê muhteşem bê” merheleya muhteşembûyinê niha destpê kiriye ê ku bin ket dewleta Tirk bû, ê ku bi serket berxwedana Efrîn bû, berxwedana Cizîr bû, berxwedana Sur, Nisebîn bû, berxwedaniya Rêber APO, a Zindanan bû, a Gerîlla bû û a gelê Kurd bû ya her çar hêlên Kurdistanê bû, niha em serkeftinê jiyan dikin. Bi saya berxwedaniya Rêber APO û gerîllla, berxwedaniya Zinadanan em niha serkeftinekî dîrokî jiyan dikin ev serkeftin pîroze. Di vê serkeftinê de Ciwanên Kurdistanê rolekî çawa lîstin? Bi giştî Ciwanên Kurdistanê bi taybet ên Rojava û Bakurê Sûrî jî di nav de heta astekî di çarçoveya hemleya Serî hilde de beramberî faşîzmê û terora dewleta Tirk berxwedaniyekî pir mezin kirin. Di vê pêvajoyê de cih girtin, di vê pêvajoyê de ked û rola hemû Ciwanên Kurdistanê hebû. Lê bele ev berxwedan têra nekir. Hemleya Serî Hilde ev dixwest, li hemberî teror û êrîşê faşîstê ên dewleta Tirk Serhildana topyekun a bi milyonan beşdarbûn. Ciwanên Kurdistanê pêwîst bû li her hêlê Kurdistanê derbeya herî xurt li faşîzm û terora dewleta Tirk daba û Kurdistanê bi giştî rizgar kirîba. Hemleya Serî Hilde ev ji Ciwanên Kurdistanê dixwest, û ev ji Ciwanên Rojava û Bakurê Sûrî dixwest, di vê çarçovê de ji bo merheleya borî nêzîkatiya me Ciwanên Rojava û Bakurê Sûrî nêzîkatiya a rexnedayinê ye.”

Harûn Apoyî di dawiya axaftina xwe ev bangawazî kir:

“Em bang li ciwanên Rojava û Bakurê Sûrî û hemû Ciwanên Kurdistanê dikin ji bo ku çiyayên Kurdistanê azad bimînin, ji bo ku Başûrê Kurdistanê azad û rizgar bibe, banga seferbûyînê, Serhildan û beşdariya çeperên şer li hemû Ciwanên Kurdistanê dikim. Di heman demê de Ciwanên Rojava û Bakurê Sûrî di vî serdem de, di Şoreşê de rolek lîstin gihiştine astekî ji vir û pê de pêwîst e çawa bikin? Yek ev ji ciwanên rojava û bakurê Sûrî tê xwestin; Amadekariya Şer û Parastina destkeftiyên Şoreşê. Duyem sedemekî hemleya xwe ji nû ve rêxistin kirin di çarçoveya Komîn, Meclis û sazîbûna xwe çêkirin ev ku şoreş ew e ku civaka xwe rêxistin kirî avabike. Ji bo ku civaka xwe rêxistikirî avabike em bang li hemû Ciwanên Rojava û bakurê Sûrî dikin ku ew jî tevlî hemleya sîstema xwe avakirinê bibin, jiyana xwe rêxistinkirinê bibin, di vê çarçovê de gund bi gund, tax bi tax, bajar bi bajar pêwîste Ciwan dest bi avakirina komînên xwe, meclisên xwe, xwe rêxistinkirinê bikin. Li ser vî esasî jî banga me ji Ciwanan ev ku xwe tevlî hemleya ji nû ve rêxistinkirinê, ji nû de sîstema xwe avakirin dikin. Di vê çarçovê de serdem serdemekî nûye. Dewleta tirk ya faşîst û terorîst dixwazê ji Efrînê heta Başûrê Kurdistanê heta bi Çiyayên Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê her derê dixwaze dagir bike û çeteyên xwe li her derê li ser vî esasî xistiye tevgerê. Di vê demê de ya ku ji Ciwanên Kurdistanê tê xwestin tenê sekna bi rumete li hemberî teror û êrîşên faşîsta dewleta Tirk li her derê Kurdistanê Ciwan pêwîst e çek bigrin û beşdarî refên azadiyê bibin û beramberî wan şerbikin û li berxwebidin. Serdem serdema derbeya dawî li faşîzm û terora dewleta tirk xistine, Kurdistan bi temamî rizgarkirine û Rêber APO Azadkirine, ne tecrîd şikandine!”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîsa Ciwanên Menemenê avakirina xwe îlan kir

Nivîsa Pêş

TAYBET – Artêşa tirk a dagirker li Xakurkê ji bo xwe kuneke veşartinê digere!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Artêşa tirk a dagirker li Xakurkê ji bo xwe kuneke veşartinê digere!

TAYBET - Artêşa tirk a dagirker li Xakurkê ji bo xwe kuneke veşartinê digere!

Ciwanên Mexmûrê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Ciwanên Mexmûrê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Manşet

  • Komîteyên hişyarkirina ciwanan a li hember hişbirê hatin avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.