Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

KCR’ê nasnameya gerîllayekî xwe eşkere kir

Kordînasyona Komalgeha Ciwanan a Rojhelatê Kurdistan (KCR) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayê bi navê Derwîş Tolhildan di encama li beravê ketinê şehîd bûye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/05/2019 - 22:11
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCR’ê nasnameya gerîllayekî xwe eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Kordînasyona Komalgeha Ciwanan a Rojhelatê Kurdistan (KCR) bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê bi navê Yasir Emîrî bi nasnav Derwîş Tolhildan ê ji herêma Leylaxê ji dayik bûye, 24’ê Nîsana 2019’an di encama li ber avêketinê şehîd bûye.

KCR’ê ji ber direng eşkrekirina nasnameya şehîd di serî de lêborîn ji malbata şehîd Dewîş Tolhildan û hemû gelê welatparêz xwest. KCR’ê ji bo direng îlana şehîd jî şert û mercên ne guncav diyar kir.

Kordînasyona Komalgeha Ciwanan a Rojhelatê Kurdistan di serî de sersaxî ji malbata Şehîd Derwîş Tolhildan û gelê welatparêz xwes û soza girêdanbûna bi şehîdan re dubare kirin.

KCR’ê li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Derwîş Tolhildan ev got:

“Di tekoşîna me ya ku bi salane li hember dijmin û dagirkeran didin meşandin, heya roja îro bi hezaran hevalên me şehîd ketine.

Di nav van şehîdanên nemir de bi sedan hevalên me heye ku ji ber şert û mercên giran ên tekoşînê û xwezaya zehnetê Kurdistan şehîd ketine. Hin ji wan ji ber qeza, hin ji ber serma û berfê, hin ji ber av û herikandina çemê dijwar ya Kurdistanê şehîd ketine.

24’ê Nîsana 2019’an dema komêk hevrêyên me diçûn ser erk xwe, dema dixwazin ava li ser rêya xwe derbas bikin, hevrê Derwîş Tolhildan li ber avê dikeve û di encam de, hevrê Derwîş Tolhildan şehîd dikeve.

‘XEYALÊN XWE YÊN WINDABÛYÎ DI RAMANÊ SEROK APO DE DIBÎNE’

Hevrê Derwîş Tolhildan (Yasir Emîrî) di dîroka 21.8.1997’an li Leylax jidayik dibe. Di nav malbatek cotkar de mezin dibe. Bi xwe jî di aliyekî de cotkariyê dikir û li aliyê din jî zanîngehê dixwend. Di sala 2018’an de Tevgera Apoyî ya Rojhilatê Kurdistanê nas dike. Bi naskirina tevgera Apoyî, hevrê Derwîş Serok Apo nas dike. Bi vê naskirinê ji hêviya xwe bi gihandina azadiyê dubare di kesayeta xwe de zindî dike. Ji ber vê yekê jî di demek kurt de parêznameyên serok Apo dixwîne û bi xwendina her pirtûkeke Serok Apo re armanca xwe, bi armanca serok Apo re dike yek û biryara tekoşîna azadiyê dide. Her wiha weke ku xeyalên xwe yên windakirî, di fikrê Serok Apo de dibîne keyfxweş dibe, bi hêvî, coş, moral û bi biryar dest bi xebat dike. Di demek kurt de jî derdora xwe bandor dike û di xebata xwe de encamên girîng bi dest dixe.

Hevrê Derwêş di 12.10.2018’an de biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide û tevlî nav Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Hevrê Derwîş bi gerîlatî û perwerdeya ku di dibistana Apoyî de dît xwe baştir naskir, dijminê xwe baştir nas kir û ji bo rizgarî û azadiya Kurdistanê, di pêşengtiya ciwanan de avakirina civakek demokratîk ji xwe re kir armanca sereke ya jiyanê. Ji ber vê yekê jî bê navber xwe perwerde dikir û ji bo tolhildana hemû qirkirinê ku li hember gelê Kurd, gelê bindest, jin û ciwanan hatiye kirin, xwe amade dikir.

‘HER KU RASTIYA DIJMIN DÎT, HÊRSA WÎ YA TOLHILDANÊ ZÊDE BÛ’

Hevrê Derwîş di nav refên gerîlla de her roj zêdetir pê dihesiya ku çewa dagirkerî û metîngeriya Îranê ciwantiya wî jê dizIye,welatê wî hatiye dagirkirin û çanda civaka wî hatiye qirkirin. Li hember vê yekê jî berdewam bi naskirina hêza xwe ya ciwantî , bi naskirina rastiya serok Apo dibû xwedî hêrsek mezin. Di heman demê de berdewam bi xewin û xeyalê tekoşan ji bo rizagarIya Kurdistanê û civaka bindest dijiya. Vê yekê ew dixist nav kelecanê û berdewam li benda kêliya ku tola xwe ji dagirkeran, faşîstan, hişmendiya desthilatdar, zilamsalar û pîrsalar bigre.

Ruxmî ku demek pir dirêj nebû hevrê Derwêş tevlî nav refên gerîla bibû, lê belê di demek pir kurt de xwe ji bo erka pêşengtiyê amade kir bû. Amade bû berpirsiyartiya tekoşîn ku bi pêşengtiya ciwanên Apoyî tê meşandin bigire ser milê xwe. Lê mixabin di bûyereke nelibendê de, şehîd ket. Ev şêwazê şahadetê her çiqas ji bo me, gelê me û malbata hevrê Derwîş jî giran be, lê divê em tevgera Apoyî rast nêzî şahadeta hevrê Derwîş bibîn.

‘HESTÊ TOLHILDANÊ JI BO ME MÎNAK Û PÊŞENG E’

Hevrê Derwîş di roja ku Tevgera Apoyî nas kir û şûnde, di demek kurt de biryarên dîrokî da û xwe ji bo tekoşînê amade kir. Lê belê di demek kurt de jî şehît ket. Her çiqas ev şahadet di bûyerek nelibendê de û zû pêk hati be jî, hevrê Derwîş bi sekna xwe, biryara xwe, baweriya xwe, xwesteka xwe ya tekoşînê, girêdanbûna xwe ya bi Serok Apo re û bi hestên xwe yên tolhildan ji dijmin, ji bo me bû minak û pêşeng.

Em Tevgera Ciwanan a Rojhelatê Kurdistan, çawa ku heta roja îro em bi rêbertiya Serok Apo û şehîdan meşiyane, ji niha û şûnde jî em ê Serok Apo û şehîdan ji xwe re bikin mamoste û rêber. Bi vê rastiyê ve girêdayî em soza xwe ya girêdayîna bi şehîdan re dubare dikin û soz didin ku em ê girêdanbûna hevrê Derwîş ya bi Serok Apo re, girêdana wî ya bi partiyê re, fedakartî, bawerî û biryardariya wî ji xwe re bixin ferman û di bin fermandariya wan rastiyan de tekoşînê bimeşînin û xeyalên hevrê Derwîş pêk bînin.

Li ser vî esasî di serî de ji malbata Şehîd Derwîş Tolhildan û gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin, soza xwe ya girêdayîna bi şehîdan re dubare dikin.

Her wiha ji ber ku me ev şahadet dereng îlan kiriye, di serî de ji malbatê û gelê me yê welatparêz lêborina xwe dixwazin.

Sedema direng eşkere kirina şahadeta hevrê Derwîş Tolhildan, ji ber şert û mercên ne guncav bû.”

Parve Bikin15TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TCŞ a Sûriyê li Helebê Buroya Yekîtiya Werzîşê vekir

Nivîsa Pêş

Doza Komkujiya Girtîgeha Amedê hate betalkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Doza Komkujiya Girtîgeha Amedê hate betalkirin

Doza Komkujiya Girtîgeha Amedê hate betalkirin

ROJEVA 20’Ê ADARÊ 2019’AN

ROJEVA 24’Ê GULANÊ 2019’AN

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kurd û dosten xwe li dijî qedexeya li ser PKK’ê dadikevin qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.