Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê ”Fedayiyê Cizîrê” Canşêr Jiyan bi bîr anî

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG'ê Canşêr Jiyan (Mahsûm Birîman) ku Sibata 2016'an li Cizîrê li dijî niqteya tîmên taybet çalakiya fedayî kirî, bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/05/2019 - 13:19
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê ”Fedayiyê Cizîrê” Canşêr Jiyan bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê Canşêr Jiyan (Mahsûm Birîman) ku Sibata 2016’an li Cizîrê ya Şirnexê li dijî niqteya tîmên taybet çalakiya fedayî kirî, bi bîr anî. HPG’ê di daxuyaniyê de têkilî nasname û jiyana Birîman agahî da û got, ”Ji ber ku çalakiyeke fedayî bûye, piştî lêkolînên berfireh encex bûyer hatiye zelalkirin.”

Daxuyaniya HPG’ê ya têkilî Canşêr Jiyan (Mahsûm Birîman) wiha ye:

”Tevgera Azadiya Kurdistanê ku ev ji 40 salî zêdetir e têdikoşe, gelek leheng gihandine û li ser hîmê helwesta fedayî ya van lehenga heta bi îro hatiye. EV mirovên dilêr ku ji bo azadiya gelê xwe û serkeftina dozê bêdudilî dev ji jiyana xwe qeriyan, bi bîra me xistine ku têkoşîn xwedî maneyên pir mezintir e û hem ji bo me hevrêyên mayî û ji bo gel bûne rêber.

Yek ji van lehengê fedayî yê hêja hevrê Canşêr Jiyan e (Mahsûm Birîman) ku 12’ê Sibata 2016’an li  Taxa Konakê ya Cizîrê sibehê li dijî Niqteya Kontrolê ya Tevgera Polîsên Taybet çalakiya fedayî kiriye. Di pêvajoyeke wiha de ku dewleta faşîst a TC’ê, berê hemû zilma xwe dayî ser gelê Cizîrê û li jêrzemînan mirovên me bi saxî şewitandî, hevrê Canşêr ê ku zaroyekî Botanê bû û nedixwest li bara vê rewşê bêdeng bimîne bi însîyatîva takekesî çalakiya xwe kiriye û derbeke giran li dijmin daye. Ji ber ku çalakiyeke fedayî ya bi insîyatîva takekesî bûye, piştî lêkolînên berfireh ên ku hatine kirin, ev bûyera ku hatî jiyîn zelal bûye û ji ber vê jî şehîdbûna hevalê me bi derengî em bi raya giştî re par ve dikin.

Hevrê Mahsûm Birîman 1991’ê li Cizîra Botan li nav malbateke welatparêz jidayik bûye, hê bi ciwantî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Hevrê Mahsûm ku bi bîranîna têkoşînê ya apê xwe yê şehîd Serhat (Îsa Birîman) mezin bûyî, bi rengê ku bibe layiqî gelê Kurd ê mezlûm û malbata xwe ya hêja mezin dibe. Piştî ku birayê wî yê mezin Canşêr Tûran (Abdurrahman Birîman) tevlî nav refên gerîla dibe bala wî zêdetir diçe ser Tevgera Azadiya Kurdistanê. Lê piştî ku 2007’an heval Canşêr Tûran ku ber bi Behra Reş ve diçû, li Erzînganê şehîd dibe, biryar dide ku tevlî nav refên gerîla bibe û navê kod ê birayê xwe li xwe dike, sond dixwe ku tola tiştên ku pergala faşîst a TC’ê li gelê me kiriye, hilîne. Li ser vî bingehî 2009’an tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe.

Hevrê Canşêr ku di demeke kurt de hînî jiyana gerîla dibe, agirê tolhildanê yê di dilê xwe de tim geş dike bi daxwaza li ser şopa Canşêr Tûran biçe Behra Reş û alaya ku ji birayê xwe standî serfiraz bike xwe li peywirên têkoşînê dipêçe. Li gel biryardarî û bêtirsbûnê, li nav hevrêyên xwe pir jê tê hezkirin û hurmeteke mezin didinê. Hevrê Canşêr tim pirsa, ”ez çilo zêdetir dikarim bibim layiqî gelê xwe” û ”çilo dikarim ez tola vê zilm û komkujiyê hilînim” ji xwe dike û 2010’an bi pêşniyara xwe ji bo Saziya Hêzên Taybet tê hilbijartin. Hevrê Canşêr ku bi perwerdehiya dewreya sereke û pisporiyê gavên mezin didin ber xwe, piştî van perwerdehiyan weke nûnerê nifşê fedayî endamtiya wî ya ji bo Hêzên Taybet tê qebûlkirin.

Hevrê Canşêr ku bi kesayatiya xwe xwe fedayî gelê Kurdistanê û Rêber Apo dike ne tenê ji hêla leşkerî ve lê her wiha ji hêla îdeolojîk û polîtîk ve bi pêş ve dibe û meşa xwe ya şoreşê li ser vî hîmî didomîne. Hevrê Canşêr bi enerjiya xwe ya zêdde, bi hêz xwe ya ku di peywirên herî giran de jî xwe dikire çareserî, bi dilsoziya bi hevrêyên xwe re û gelek peywirên stratejîk bi cih anî, di nav avaniya hevalan de dibe xwedî cihekî bijare. Bi xwebaweriyê, zîrektiya xwe, helwesta xwe ya rêxistinî û bi rûyê xwe yê bi ken bûye hevrêyekî wiha ku hemû heval dixwestin pê re bixebitin û bûye abîdeyeke pêbaweriyê.

Hevrê Canşêr ku her tim xeyala wê rojê dikir ku hesab bi dijmin re bibîne û xwe ji bo pêngavên mezin hazir dikir, weke zaroyekî Botanê, 2016’an li bara pêvajoya Cizîrê ya 2016’an xwe berpirs dibîne û bi biryara takekesî, bêyî ku haya yek hevrêyê xwe pê bixe, ji qada peywirê dûr dikeve û berê xwe dide Cizîrê. Li gel malzemeyên leşkerî yê bi xwe re birî, li taxa ku lê çêbûyî û mezin bûyî, li dijî cihê kontrolê yê faşîstên dagirker bi çalakiyeke fedayî tevlî nav karwanê şehîdan dibe.

Heval Canşêr ku li ser şopa Zîlan, Andok û Êrîşan nemir bûyî, mîrateya berxwedanê ji me hevrêyên mayî re hiştiye. Giyanê wî yê fedayî, kîna wî ya li dijmin, dilsoziya wî ya li gel û Rêber Apo, hezkirina wî ya li hevrêyan tim wê ji me re bibe ronkahî. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li ser rêya Canşêran dimşeşin wê alaya azadiyê ku van hevrêyên leheng û hêja hiştine bigihînin serfiraziyê. Bi vê çarçoweyê malbata welatparêz a Brîman ku Canşêr ji hembêza xwe afirandiye û gelê Cizîrê, ji bo ku zaroyekî wiha gihandine çendî pê şanaz bin wê kêm be. Divê were zanîn gelê me heta ku zaroyên wiha bi azwerî û bêtirs bigihîne, ti hêz wê nikaribe rêya dîrokê biguherîne û wê nikaribin bibin asteng ku gelê me bigihe azadiyê.

Bi vê bingehê bi wesîleya Meha Şehîdan ku em tê de ne, di şexsê hevrê Canşêr de em careke dî hemû şehîdan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di serî de malbata hêja ya Birîman sersaxiyê didine hemû gelê Botanê û Kurdistanê yê welatparêz. Em soz didin ku bîranîna hevrê Canşêr û îdealên wî, di têkoşîna azadiyê de serfiraz bikin û bidin jiyîn.”

 

 

1 Ji 17
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Rihayê di binçav de îşkence

Nivîsa Pêş

HDP, şoreşgerên şehîd ên meha Gulanê bi bîr anî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HDP, şoreşgerên şehîd ên meha Gulanê bi bîr anî

HDP, şoreşgerên şehîd ên meha Gulanê bi bîr anî

LEZGÎN – HRE: 2 çete hatin kuştin

HRE’yê êrîşên çeteyan vala derxist

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.