Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Qêrîna dayikan textê zilmê hildiweşîne’

Dayikên ku ji bo aştiyek mayînde li welat bê avakirin, li kolanan bi dil û can li gel zarokên xwe ne. Divê dayikên leşker û polîsan jî cih li gel van dayikan bigire. Ev ne dayikên ku çavê xwe li mirinê digirin, ev ne dayikên ku li benda darbestan e, tam berovajî ji bo zarokên wan bijîn, daketine qadan û qîr dikin; ‘Em naxwazin zarokên me bimirin’ Êşa herî xedar û bê terîf mirina zarokan a li ber çavê dayikan e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/05/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Qêrîna dayikan textê zilmê hildiweşîne’
ParvekeTweet

“Dayik xweza, ruh, evîn û azweriya her tiştî ye. Çawa ku xwezayê sînga xwe ji her tiştî re vekiriye, dayikê jî bi heman rengî bûye parçeyek a xwezayê û li ber sînga xwe berxwedêr û serhildêrên li dijî zilmê têdikoşin mezin kiriye.

Dayika ku di rehma xwe de zarokê ku bi hêvî û hesreteke mezin bîne dinê, bi evîn û hezkirina xwe di malzaroka xwe de mezin û bi ruh dike. Ji bo zaroka/ê xwe bi welidîne û mezin bike di qonaxeke dûr û dirêj de sîng dide ber her cûre nexweşî û êşan. Dayika ku bi evqas êş û kul zaroka xwe mezin dike, ne mimkûne ku bi hêsanî dev jê berde. Ma gelo xweza ji gul, dar û nebatan qût dibe ku dayik ji zarokan qût bibe…

Îro dibêjin bila xweza ji gul, dar ji kulîlk, kulîlk jî ji bêhna xwe û heta dayik ji zarokên xwe qût bibin. Gelo ev mimkûn e, di xwezaya gerdûnî û mirov de tiştek wiha dibe; ku nebe çima vê dibêjin û dixwazin bikin. Bi hezaran zarokên dayik û bavan ji bo bijîn û bidin jiyîn, çavê wan ketine rêya mirinê. Zarokên ku bi sed êş û belayan ji agir, av û mirinê hatin rizgarkirin, terkî mirinê bêkirin. Ma wê dayike vê ji bo zarokê xwe bike; wê çav li mirina zarokên xwe bigire. Kî/ê vê bixwaze hê rastî serhildana dayikan nehatiye, hê nizane bê ka rehm û girêdana dayikan a bi zarokan re, bê ka çiqasî xurt e.

A balkêş jî ew e ku di welatekê de heta mirov bêje li ser heman xakê çawa dibe dayike ji bo zaroka wî nemire, xwe diavêje agir û serî li ber zilmê radike, li aliyê din dayike çav li mirinê girtiye. Ev du tiştên derveyî rastiya xwezayê ne. Rehm û hezkirina dayikan a ji bo zarokan tu car nayê pîvan û ne jî teraziyek heye ku wê bikare bipîve. Lê di halê niha de em dibînin li aliyek dayik li ser lingan in, li aliyê din dayik çav li rêya hatina tabûnên zarokên wan in. Gelo çawa dibe, em şirîkê heman jînê ne du tiştên dij hev û hev qebûn nakin, pêk tên.

Dayikên kurd ên tevî hemû êrîş û zextan li kolanan ji bo bijî û zarokên xwe bidin jiyîn têdikoşin. Li aliyê din dayikên leşker û polîsan sekinîne. Gelo ma rehma we tune. Hestên we yên dayiktiyê mirin e. Dayikên kurdan ne tenê ji bo zarokên wan ên gerîla û li girtîgehan aştiyê û wekheviyê dixwazin; ma ne ew in qîr dikin, bang dikin; ‘Bila ne gerîla û ne jî leşker bên kuştin. Bila bes dayikên kurd û tirk li ser darbestan rondikan bibarînin.’ Ê li aliyekê ku ev tê gotin, bê çima aliyê din evqasî dijber dimîne, reweşeke ku dijî xwezayîbûna wê ye. Ev mijarekî xas a lêkolîn û vekolînê ye. Çawa dibe dayikek bi rojan çavê wê li benda darbesta zarokê wê be ha vê kêliyê ne kêliya din xeberek nexêr bê, çav bi girî be. Dayikbûn ev e? Na na ger ku dayikbûn ev be, wê xweza evqasî hembêza xwe ji her tiştî re venekira. Ger ku dayikbûn ev be; wê 9 mehan zarok di malzaroka xwe de bi bedena xwe mezin nekira? Ji ber ku dayikbûn ne ev e; evqas bi rehm û serhildêr e.

Dayikên ku ji bo aştiyek mayînde li welat bê avakirin, li kolanan bi dil û can li gel zarokên xwe ne. Divê dayikên leşker û polîsan jî cih li gel van dayikan bigire. Ev ne dayikên ku çavê xwe li mirinê digirin, ev ne dayikên ku li benda darbestan e, tam berovajî ji bo zarokên wan bijîn, daketine qadan û qîr dikin; ‘Em naxwazin zarokên me bimirin’ Êşa herî xedar û bê terîf mirina zarokan a li ber çavê dayikan e. Ma dayikê vê dide ber çavê xwe. Jê were dê xwe bide kuştin, mirina zarokê xwe nebîne. A niha jî tê kirin berxwedana dayikan ev e.

Rastiya dayikê ev e; xwezaya dayikê ev e. Çi bike ji bo zarokên xwe dike, ev rastî û heqîqeta dayiktiyê ye. Ji derveyî vê ya tê kirin ne rastî û ne jî heqîqeta dayiktiyê ye. Ji bo vê ye çi dereng çi jî zû wê serhildan û berxwedana dayikan a ji bo zarokên xwe dike textê zilmê hilweşîne û bigihêje encamê…”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Weysî Tallî

 

 

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 6’Ê GULANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

NIRXANDIN – ‘Gulan Meha Aferîndêrane’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – ‘Gulan Meha Aferîndêrane’

NIRXANDIN - 'Gulan Meha Aferîndêrane'

Ciwanên Dêrikê li dijî tecrîdê meşiyan

Ciwanên Dêrikê li dijî tecrîdê meşiyan

Manşet

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.