Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li Hewlêrê du berxwedêrên greva birçîbûnê hatin gel hev

Herêm Mehmûd ê ku li Germiyanê di greva birçîbûnê de ye hate serdana Nasir Yagiz ê ku li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye. Di serdanê de banga berxwedan û xwedîlêderketinê hate kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/05/2019 - 12:00
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Li Hewlêrê du berxwedêrên greva birçîbûnê hatin gel hev
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî destpêkirin ku ev 163’an de bi biryardarî dewam dike. Bi heman armancê çalakiya Nasir Yagiz jî bi biryardarî dewam dike. Herêm Mehmûd yê ku ji navçeya Kelar yê Germiyan 68 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, hate serdana çalakger Nasir Yagiz ê ku ev 163 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

‘DIJMIN JI HÊZA GELÊ KURD DITIRSE’

Piştî serdanê Herêm Mahmûd û Nasir Yagiz bi hev re peyama serkeftinê carek din dubare kirin. Herêm Mahmûd diyar kir ku her roja ku diçe berxwedana wan mezintir dibe û got: “Ez jî wek çalakvanekî ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Apo bê şikandin îro min serdana Nasir Yagiz kir. Dîtina Nasir ji bo min hestên serkeftin û azadiyê bûn. Nasir û Leyla ji bo min bûn hêzek ku min dest bi vê greva birçîbûnê kir. Ji ber ku ev erkek me yê mirovane ye. Tevî ku ev çalakî li her derê belav bûye jî, lê hîna kêmek divê ku li her qada ku gelê Kurd heyî vî erkê berxwedanê bigire ser milê xwe û xwedî lê derbikeve. Dijminê gelê Kurd dema ku dibîne ev çalakiyane pêş dikevin êrişî gelê me dike. Ji ber ku ji hêza me ditirse, ji hêz û berxwedana gelê Kurd ditirse. Ji bo em serkeftinê bi dest bixin divê em berxwedanê mezintir bikin û faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin”

‘EM SILAVÊN XWE JI LEYLA GUVEN RE DIŞÎNIN’

Herêm Mahmûd ji Leyla Guven re silav şand û wiha domand:“Ez ji vir li gel Nasir Yagiz silavên xwe ji bo pêşenga vê berxwedanê ya ku pêşengtî ji bo vê yekê kirî birêz Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven dişinin. Ji ber ku Leyla Guven ne tenê pêşengê vê berxwedanê ye, di heman demê de pêşenga tevahî jinan e. Divê ku jinên Başûrê Kurdistanê wek ku Leyla Guven pêşengtî ji bo her tiştî bikin. Ji ber ku ev tecrîda ku li ser Rêbertî hatî destpêkirin, di heman demê de li ser tevahî gelê Kurd û Rojhilata Navîn e. Bi vê armancê divê ku em hîn bi awayekî xurttir kar û xebatên xwe bidin meşandin û divê herkes tevlî van kar û xebatê aştiyane bibe.”

‘DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI VAN ÇALAKIYAN DERKEVE’

Herêm Mahmûd da zanîn ku wî hêz ji dîtina Nasir Yagiz girtiye û got; “Bi rastî dîtina Nasir ji bo min hêzek û serkeftinek pir mezin bû. Ez pir kêfxweşbûm bi dîtina birêz Nasir. Ji bo ku em zûtir serkeftinê bi dest bixin divê ku gelê me xwedî li van çalakiyan derbikeve û berxwedana xwe xurt bike. Dubare berxwedana tevahî çalakgerên di greva birçîbûnê de ne silav dikim û hevrêyên me yên ku ketine rojiya mirinê jî bi rêzdarî wan silav dikim. Dibêjim wê berxwedana me li dora Rêber Apo bibe xelek û Rêber Apo ji zindana Îmralî derbixe. Ez bang li tevahî gele Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava dikim ku xwedî li çalakiyên rojiya mirinê û çalakiyên ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî hatî destpêkirin derbikevin heta ku em serkeftinê bidest bixin.”

YAGIZ: WÊ BERXWEDANA ME BI SER BIKEVE

Çalakger Nasir Yagiz diyar kir ku dema ku wî bihîst Herêm Mahmûd dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye, hestên serkeftinê dubare bi xwe dane qebûlkirin û wiha axivî; “Min wê demê zanî ku berxwedana me wê bi ser bikeve û serkeftin nêz dibe. Di wê demê de min got ku ev çalakiya ku min li vir dayî destpêkirin, hevrê Herêm Mahmûd li Başûr ji bo vê yekê bû bersivek. Yekem armanca min ya vê çalakiyê xwedîlêderketina li fikren îdeolojîk û fikrên Rêber Apo û netewa Kurd û parastina netewa Kurd bû. Di heman demê de hevrê Herêm ji bo vê yekê bu bersiv. Herem ev sekna xwe ya xwedî li derketina fikrên îdeolojîk yên Rêber Apo da nîşan dan.”

Nasir Yagiz diyar kir ku tecrîd li ser tevahî mirovahiyê ye û wiha domand; “Ev tecrîda ku niha li ser Rêbertî tê meşandin, li ser tevahî mirovahiyê ye, ne li ser kesayetekî tenê ye. Ji ber vê yekê ji bo ku em vê tecrîdê bişînin pêwîstî bi yekbûna Kurdan heye. Ji ber ku dijimên gelê Kurd dibine gelê Kurd li her deverê yekbûna xwe dide avakirin û dijmin jî ji vê yekê ditirse û li her derê êrîş dike. Yek ji van êrişên herî mezin jî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û di kesayeta Rêber Apo de li ser tevahî gelê Kurd e. Ji bo vê yekê ger ku gelê Kurd bibe yek wê ev yekbûna gelê Kurd bibe mînak ji bo tevahî gelên cîhanê. Ji ber ku yekbûnek demokratî û aştîxwazane li gel gelê Kurd heye.”

DIVÊ CIWANÊN KURD ÊDÎ BÊDENG NEMÎNIN

Nasir Yagiz ev bang li ciwaninên Kurd kir; “ Ez di serî de bang li ciwanên Kurd dikim ku êdî bila vê bêdengiya xwe bidin şikandin. Divê ev çalakiyên ku li ber deriyê zindanan tên kirin, tenê bi dayîkan re sînordar nemînin. Divê tevahî ciwanên Kurdistanê dest bidin destê hev û xwedî li van çalakiyan derkevin. Ez bang li hemû saziyên, destgeh, siyasetmedar, rewşenbîr, mamoste û tevahî gelên ku li Başur û Bakurê Kurdistanê dimînim dikim ku êdî dem ne dema gotinê ye, dem dema berxwedanê ye. Divê em berxwedanê geş bikin û serkeftinê bi dest bixin. Ez dubare xêrhatina hevrê Herêm Mahmûd dikim û dibêjim serkeftin wê ya gelê Kurd be û wê faşîzm têk biçe. Ji Hewlêrê ji tevahî çalakvanên ku niha di greva birçîbûnê de ne, silavên xwe dişînim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Gêrîlla name: “Gaveke mîna ya 15’ê Tebaxê ku silav da 14’ê Tîrmehê wê teqez bê avêtin”

Nivîsa Pêş

Leyla Guven ji bo Herêm: “Serkeftina me nêzîk e”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Leyla Guven ji bo Herêm: “Serkeftina me nêzîk e”

Leyla Guven ji bo Herêm: "Serkeftina me nêzîk e"

Mîhrîcana Fîlmorê ya Fîlmên jinan tê Amedê

Mîhrîcana Fîlmorê ya Fîlmên jinan tê Amedê

Manşet

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.