Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Bi berxwedanê faşîzm mehkûmî têkçûnê ye’

Îktîdara MHP-AKP-nijadperestan ji bo astengkirina vê pêvajoyê hate avakirin. Lê ruhê demê û fikra dema wê hatî famnekirin. Ji bo vê li şûna demokrasiyê hewildan bi riya diktatoriyê xwe biparezin. Ji bo wê slogana “Pirsgirêka bekayê” bû benîştê devê wan. Lê di hilbijartinên 31’ê Adarê de derket hole ku gelên Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin. Bi pêşengiya gelê kurd darbeyek mezin li faşîzmê xistin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/04/2019 - 0:01
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Bi berxwedanê faşîzm mehkûmî têkçûnê ye’
ParvekeTweet

“Tirkiye û Kurdistan di pêvajoyek girîng û xeternak de derbas dibe. Heta em dikarin bêjin tevahiya Rojhilata Navin di nav kaosa guherîn û veguherînê de ye. Pêvajoya serhildanên gel a Rojhilata Navîn ku di 2010’an de destpekirî didome. Pengava bi Tunus, Libya, Misir, Iraq, Yemen û Suriyeyê; îro li Cezayîr û Sûdanê didome. Mimkûn e ku ev pevajo demek dirêj bajo lê ne mimkûn e ku pêşiya wê bê girtin. Vigtor Hugu dibêje, “Tu tişt ji fikra dema wê hatî bihêztir nîn e”.

Li Rojhilata Navîn jî dema fikra guherandina diktatoriyê zûde hatiye. Diktatorên heyîn çiqas li hemberî vê guherînê pêkolê bikin jî, yek bi yek diçin. Berxwedana wan a li hemberî guherînê dibe demek kin temenê îktîdara wan dirêj bike lê sûcên wan zedetir û dawiya wan kambaxtir dike. Dibe li hind cihan diktatorek diçe û caran hinek din bên şûna wan lê ev jî nikare peşiya guherînê bigire. Pêvajoyek ji bo gelan tijî xwîn, êş û mirin e lê dawiya wê teqez serkeftin e. Di dawiya vê pêvajoyê de gelên Rojhilata Navîn dê hem ji bo xwe hem ji bo mirovahiyê serdemek nû bidin destpêkirin.

Bêguman Tirkiye jî nikarin xwe ji vê pêlê xilas bike. Îktîdara MHP-AKP-nijadperestan ji bo astengkirina vê pêvajoyê hate avakirin. Lê ruhê demê û fikra dema wê hatî famnekirin. Ji bo vê li şûna demokrasiyê hewildan bi riya diktatoriyê xwe biparezin. Ji bo wê slogana “Pirsgirêka bekayê” bû benîştê devê wan. Lê di hilbijartinên 31’ê Adarê de derket hole ku gelên Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin. Bi pêşengiya gelê kurd darbeyek mezin li faşîzmê xistin. Niha îktîdara MHP-AKP’ê bi dehan pirsgirêkan re rû bi rû ye. Xitimî ye, nikare û nizane ka dê çi bike.

Êdî ne mimkûn e ku Erdogan û Bahçelî projeya sazûmankirina faşîzmê bidomînin. Proje ji hev ket. Bêguman ev di serî de encama têkoşîna gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Bi taybetî di vir rola berxwedana grevên birçîbûnê pir girîng e. Di dema herî xeternak de ev berxwedan derketiye hole û faşîzm red kiriye. Piştgiriya vê berxwedanê, mezinkirina têkoşîna li dora berxwedanê de têkçûna faşîzmê leztir bike. Berxwedan bi awayek domdar neyê dayîn û firsenda heyî neyê bikaranîn, faşîzm dê hewil bide cardin xwe restore bike. Ji bo vê divê herkes berî her tiştî li hemberî zilmê exlaqî tevbigere û çi ji destî bê bike.

Çalakgerên greva birçîbûnê li gorî derfetên xwe rêbaza berxwedanê ya herî însanî û exlaqî dimeşînin. Ji ber ku dizanin faşîzm berî her tiştî îradeya civakê hedef digire û dema îradeya civakê digihe armanca xwe. Çalakgerên greva birçîbûnê di asta herî jor de xwedî li îradeya civakê derketine û bi çalakiya herî zêde îradeyê pêwist dike bersiv dane. Ji bo vê xwedîderketina çalakgeran û berxwedana wan, xwedî derketina îrade û hebûna civakê ye. Di çarçoveya xwedîlêderketina hebûn û îradeya civakê û berxwedana li hemberî faşîzmê de herkes dikare bi rebazên cuda têkoşînê gur bike.

Tu carî faşîzm û dîktatorî mayînde nebûne û nabin. Em dê di demek kin de di rastiya Tirkiyeyê de jî vê yekê bibînin. îktidara AKP-MHP’ê nikare xwe li ser piyan bigire. Bes bila berxwedan û têkoşîn hebe. Niha du rê li pêşiya faşîzmê ne. An dê verege pîvanên demokrasiye, an jî dê polîtîkaya heyî ya faşîzane bidomîne. Lê di herdu rewşan de jî dê winda bike. Ferq û cudahiya di navbera herdu bijartekan de ew e ku politikaya niha bidomîne dê di demek kintir de têk biçe. Bi hewla vegera demokrasiyê jî îhtimal heye temenê xwe piçek dirêj bike. Bêguman dirêjbûn û kinbûna vê demê jî asta têkoşînê dê diyar bike. Ji bo vê piştgirî û mezinkirina têkoşîna grevên birçîbûnê ji her demê girîngtir û lezgîntir e.”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Tayîp Temel

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 16’Ê NÎSANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – ‘Kî dixwaze DAIŞ’ê zindî bihêle?’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – ‘Kî dixwaze DAIŞ’ê zindî bihêle?’

ANALÎZ - 'Kî dixwaze DAIŞ’ê zindî bihêle?'

HEQÎQET ÇÎ YE?

HEQÎQET ÇÎ YE?

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.