NAVENDA NÛÇEYAN– Li gorî çavkaniyên xwecihî, jina ciwan a bi navê Şêrîn Nûrî Oso ya ji gundê Aşkan a bajarê Cindirêsê yê Efrînê di mala xwe de, piştî hat îşkencekirin, bi guleyan hat qetilkirin.
Li gorî agahiyên derbarê bûyerê de gotinên tevlihev hene, ji ber ku malbata wê ji ber nebûna ewlehiyê û belavbûna kaosê li herêmê metirs e ku bûyerê aşkera bike.
Hat diyarkirin ku jina hatiye qetilkirin temenê wê 19 salî ye, beriya 3 salan zewciye.
Ev sûc di gel tevliheviya ewlehiyê ya li herêmên Sûriyeyê yên ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin pêk tê, li wan herêman sûcên li dijî şêniyên resen didomin, zewaca temenbiçûk digel nebûna mafê parastina jinan de belav e.

