Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Malbata Gezen wê nameyên ji bo Zulkuf hatine bike pirtûk

Malbata Gezen, diyar kir ku gelek name ji hevalên Zulkuf tên ji wan re û ew ê hemû nameyan kom bikin û bikin pirtûk.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/04/2019 - 12:14
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Malbata Gezen wê nameyên ji bo Zulkuf hatine bike pirtûk
ParvekeTweet

AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 155’an de berdewam dike. Ji ber ku heta niha hikûmetê gav neavêtiye bi hezaran girtî ketine grevê. Dîsa ji ber bêdengiya hikûmetê û cemaweriyê 7 girtiyan çalakiya fedayî pêk anîn. Yek ji çalakgerê greva birçîbûnê Zulkuf Gezen e. Gezen ku 104 sal ceza lê hatibû birîn, her dem li dijî neheqiyê têkoşiya. Gezen di 2012’an de li dijî tecrîdê ket grevâ û niha dîsa ket grevê û çalakiya fedayî pêk anî. Malbata Gezen, diyar kir ku gelek name ji hevalên Zulkuf tên ji wan re û ew ê hemû nameyan kom bikin û bikin pirtûk.

Girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ku di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdkirinia Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bêdengiya cemaweriyê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî, jiyanek tije têkoşîn li pey xwe hişt. Gezen li navçeya Sûrê ya Amedê ji dayik bû. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di temenê biçûk de bi zextên dewletê re rû bi rû ma. Di îşkenceyên giran re derbas bû. Herî dawî dema xwest heyfa xwe ji zextên lê hatiye kirin hilîne hat girtin û rastî 104 sal ceza hat. Gezen di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F- 2 a Tekîrdagê li tijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Nûçegîhanê Rojnameya e-rojname Kadrî Esen xwe gîhand malbata Gezen û çîroka Gezen nivîsî. Dayik û bavê Gezen Havva Gezen û Şeyhmûs Gezen ji zarokatiya wî heta roja girtinê qala Zulkuf kirin. Malbata Gezen beriya 70-80 salî ji navçeya Gêlê ya Amedê koçî navenda Amedê kirin. Li Sûrê bi cih bûn. Zulkuf jî di 28’ê tebaxa 1987’an de li Taxa Fatîhpaşa ya Sûrê ji dayik bû. Heta roja hat girtin li Sûrê jiya. Dibistana seretayî, navîn û Lîse bi awayekî serkeftî li Sûrê xwend. Zulkuf di nava xîzaniyê de mezin bû. Zulkuf di zarokatiya xwe de her tim xeyalên ku dê rojekê kincekî baş li xwe bike û pêlavên xweşik bike pêyên xwe, kir. Ji ber ji girtina masiyan gelek hez dikir her dem diçû ser Çemê Dîcleyê. Piştî lîse xelas kir, dev ji girtina masiyan ber da û ji bo alîkariya aborî dest bi kar kir.

Bi karê xwe yê dermanxaneyê re bi muzîkê re jî eleqedar bû. Hewl da ku bibe mamosteyê muzîkê. Ji bo vê yekê li bajarê Dîlokê ket azmûnên laboratûvareke muzîkê. Tevî ku di azmûnan de bi ser ket jî beşa muzîkê ew nagirt. Ji bo hînkirina amûrên muzikê Zulkuf çû qursên muzîkê û fêrî tembûr û gîtarê bû. Piştre li Sûrê tev li xebatên ciwanan bû. Ewil bi ciwanên malbata xwe û paşê jî bi ciwanên taxên Sûrê re cîvîn pêk anî û xwest wan bi rêxistin bike.

Dema ku xebatên ciwanan dimeşand tev li serhildana 28’ê Adara 2006’an ku a 14 mirovên sivîl ji aliyê polîsan ve hatin kuştin bû. Ji ber van xebatên siyasî di navbera salên 2005 û 2007’an de 2 caran hat girtin û her carê 40 rojan girtî ma. Rastî îşkenceyên giran hat. Herî dawî di havîna 2007’an de bi armanca ku tola îşkenceyên li dijî xwe hilîne li diji komek polîs çalakiyeke bombeyî pêk anî. Piştî vê çalakiyê li ser îxbarê hat girtin. Piştî hat girtin 3 salan hat darizandin û rastî 104 sal ceza hat. Di 2012’yan de jî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tev li çalakiya greva birçîbûne bû û 65 rojan di grevê de ma. Herî dawî beriya çalakiya xwe ya li ser israr e, zêde ji bo piştgiriya Leyla Guven 10 rojan ket greva birçîbûnê û ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hevalên wî yên girtî destûr nedan.

LI DIJÎ TECRÎDÊ ÇALAKIYA FEDAYÎ PÊK ANÎ

Di 17’ê adarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Roja ku Zulkuf çalakî pêk anî rêveberiya girtîgehê bi awayekî tundî bêyî ku hesasiyeta malbatê li ber çav bigire, li malbatê geriya ji malbatê re got kurê we dawî li jiyana xwe aniye, werin cenazeyî wî bigirin. Zulkuf, her dem name dişand û piştî Zulkuf çalakî pek anî jî hevalên wî nameyên sersaxiyê ji malbatê reşand. Bavê Zulkuf Şeyhmûs Gezen destnîşan kir ku hê jî name tên û wê van nameyan kom bike û bike pirtûk.

 

1 Ji 2
- +

1.

2.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Çeteyên dagirker ji Efrînê direvin Îdlîb û Tirkiye

Nivîsa Pêş

Şaredariya Rezanê hat dorpêçkirin: Gel dest bi çalakiya rûniştinê kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Şaredariya Rezanê hat dorpêçkirin: Gel dest bi çalakiya rûniştinê kir

Şaredariya Rezanê hat dorpêçkirin: Gel dest bi çalakiya rûniştinê kir

Li Wanê 7 kesan dest bi greva birçîbûnê kir

Li Wanê 7 kesan dest bi greva birçîbûnê kir

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.