Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Rûsya ji Tirkiyeyê aciz e’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/03/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Rûsya ji Tirkiyeyê aciz e’
ParvekeTweet

“Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de dîsa av dikele. Sala 2014’an dema di navbera Rûsya û Ûkraynayê de li Boxaza Kerch pevçûn pêk hatin û şûn ve têkîliyên herdû dewleta her roja çû xirabtir bû.

Ev bûyera ku li perava Kirimê hat jiyîn gihaşt radeyek wisa ku, Rûsya Kirim bi referandûmekê ve ji Ûkrayna qût kir û bi ser axa xwe ve zêde kir. Bi taybet ev hemleya Rûsya dewleta tirk pir nerihet kir. Ji ber ku Kirim li ser derya reş e û cînarê Tirkiyeyê ye, bi ketina Kirimê destê Rûsya mafê Rûsya yê li ser derya reş hîn zêdetir dibe. Lewma ev yek dewleta tirk pir nerehet dike. Ji ber vê yekê dewleta tirk ji bo Rûsya li vê herêmê xurt nebe alîkariyek berçav dide Ûkrayna. Her çiqas Rûsya ji bo vê alîkariyê nerehetiyê xwe dem bi dem bîne ziman jî zêde nedikir rojev lê hemleya dewlata tirk ya vê dawiyê rêvebiriya Kremlîn pir aciz kir.

20’ê adarê Serokdewletê Ûkraynayê Petro Poroşenko û Serokê Konseya Ewlekarî û Parastina Ûkrayna yê Oleksandr Turçinov 420 çekên nû ceribandin û dan nasîn. Her çiqas der barê hemû çekan de agahî nehatibe dayîn jî, der barê hin çekên giran de daxûyanî hat dayîn. Di nav van çekan de yên herî bal kişand û yekser ket rojave siyaseta Ûkrayna û Rûsyayê çekên ku ji hêla Tirkiyeyê ve hat dayîn bû.

Ev demeke dirêje di navbera Ûkrayna û Tirkiyeyê de ji bo kirîn û firotina çekan hevdîtin dihatin kirin. Ji ber ku Ûkrayna ji derveyî çekên ku jê re hatine diyarkirin ji Amerîka û hin dewletên endamên NATO nikare çekan bikire dixwaze vê pêdîviya xwe ya çekan jî bi Tirkiyeyê re bide derbaskirin. Lê tekîliyên ku rêvebiriya Tirkiyeyê bi Rûsya re pêşxistiye û peymanên ku di navbera wan de, bi taybet jî peymanên aborî yên ku hatine îmzekirin ji milekî ve destê rejîma Erdogan girêdide. Li ruxmî vê jî Serokdewletê Ûkrayna Poroşenko got ku; ‘Ji bo test û baregehên balafirên keşfê yê bêmirov Bayraktar-TB2 bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan me hevdîtinên baş pêk hatin. Ez dikarim bêjim ku kompleksê van çekan êdî li Ûkrayna jî heye.’ Ev daxûyaniya Poroşenko li hevhatin û peymanên ku di navbera Ûkrayna û Tirkiyeyê de hatine îmzekirin jî bi awayekî aşkera radixe ortê.

Li gorî agahiyan rêvebiriye Tirkiyeyê şeş baregehên balafirên keşfê yê bêmirov Bayraktar-TB2 diyarî Ûkrayna kiriye. Ev diyariya wisa giranbuha di kulîsên Kremlînê de jî rojevek wisa giran daye avakirin. Ji ber ku ger ev çek li hember artêşa rûs li Donetskê bên bikaranîn wê demê rengê siyaseta ku tê maşandin jî bê gûhertin. Ji ber ku di Donetskê li ruxmî hemû zêxtên hêzên navnetewî Rûsya naxwaze li vê herêmê aligirê xwe bi tenê bihêle û paşve vekişe. Lewma di van pevçên di navbera aligirê Rûsya û artêşa Ûkrayna de ger ev balafirên Bayraktar-TB2 bên bi karanîn wê demê dê ev yek bi xwe re pir pirsgirêkên cûda jî derdixe holê.

Rêveberiya Rûsyayê jî li hember vê ketiye nav hewildanên pir mezin. Ji roja referandûma li Kirimê hatiye li darxistin û şên ve rêvebiriya Enqereyê di her firsendê de dibêje, ‘em Kirim wek axa Rûsyayê nabînin û pêwîste Rûsya ji Kirim paşve bikişe.’ Bêgûman ev daxûyaniyên rêvebiriya Tirkiyeyê ji bo Rûsya zêde ne girîng bûn lewma ev ji xwe re ji bo bi Tirkiyeyê re kar bikin ne pirsgirêkek mezin bû. Ger mirov li rejîme Erdogan jî mêze dike diyare ev ji bo wan jî ne pirsgirêkek mezin e. Lê di rastiyê de ev hemleya Erdogan bi Ûkranya re pêşxistiye rêveberiya Rûsya pir aciz kiriye lewma êdî ji bo Enqereyê Kirimê fermî wek axa Rûsya qebûl bike di nav hewildanan de ye. Ger Tirkiye Kirimê wek axa Rûsya bipejirîne jî wê demê wê nikarîbe di Ûkranya de li dijî Rûsya tişki wisa mezin jî bike.

Ji bo vê jî Serokdewletê Rûsyayê wek taktîkekî siyasî çend roj berê derket daxuya ku dê di meha nîsanê de li Paytextê Komara Kirim Sîmferopolê vekirina camiyekê bikin. Erdogan jî bi awayekî fermî ji bo tevlî vê merasîma vekirinê bibe hat vexwandin. Lê pirs di vir de ye. Niha Tirkiye Kirimê wek axa Rûsya nabîne û ambargo daniye ser rêya keştiyên ku ji Kirimê diçin. Li ruxmî vê gelo dê Erdogan biçe Kirimê yan na? Ger Erdogan biçe Kirimê wê demê dewlata tirk jî Kirim wek axa Rûsya dipejirîne. Ger Tirkiyeyê jî Kirimê wek axa Rûsya nas bikin wê demê peymanên di navbera Ûkrayna û Tirkiyê de hatine îmzekirin wê çi bibin?

Ji niha ve di tê gotin ku ev hemleya Pûtin destê Erdogan pir tengav kiriye. Lewma li ruxmî ev çend roje Pûtîn Erdogan fermî vexwandiye jî, ji hêla aliyê tirk ve tû daxûyanî nehatine dayîn. Lê li Rûsyayê tê gotin ku dê Erdogan neyê vê merasîmê. Lê ger Erdogan neyê merasîmê dê Rûsya vê yekê çawa bibîne û binirxîne?”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 25’Ê ADARÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – ‘Em ji bo bijîn, şehîd dikevin!’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – ‘Sûcê me bêdengiya me ye!’

ANALÎZ - ‘Em ji bo bijîn, şehîd dikevin!’

Bi fîşekên hewayî Ciwanên Stenbolê tecrîdê şermezar kir

Bi fîşekên hewayî Ciwanên Stenbolê tecrîdê şermezar kir

Manşet

  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.