Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – “Efrîn cihê têkoşîna li dijî faşîzmê ye”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/03/2019 - 1:18
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – “Efrîn cihê têkoşîna li dijî faşîzmê ye”
ParvekeTweet

“Siyaseta faşîst û dagirker a dewleta tirk li dijî gelê kurd sînoran nas nake. Dewleta tirk ji aliyekî bi hemû hêza xwe êrişî başûrê Kurdistanê dike, ji aliyekî din li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê komkujiyan siyasî û fizîkî pêk tîne. Dewlet tirk li her derê cîhanê li dijî kurdan siyaseta talan, komkujî, pişaftin, qirkirinê dide meşandin. Hebûna kurdan ji bo xwe wek metirsiyeke mezin dibîne. Li gorî hişmendiya dewleta tirk ger kurd hebin jî, divê ne bi nasnameya xwe bin, bi nasnameya xwe nejîn, wek koleyan di bin deste wan de bin. Di hişmendiya siyasî ya dewleta tirk de li derveyî koletiyê jiyanek ji bo kurdan tune.

Gelê kurd jî li her derê li dijî ev siyaseta qirkirina etnikî li ber xwe dide. Berxwedana gelê kurd li dijî faşîzma dewleta tirk ji ber alîkariya dewletên li ser cîhanê bandora xwe hene bi ser nakeve. Dewleta tirk jî ji vê alîkariya cîhanî wêrektir dibe, komkujiyên xwe yên li ser kurdan zêde dike.

Dewleta tirk niha li sê aliyê Kurdistan dagirkeriya xwe firehtir kiriye. Li gorî hin peymanên navdewletî li bakurê Kurdistanê, ev çend sal e li başûrê Kurdistanê, herî dawî jî bi dagirkirina Efrînê xwesteka xwe ya hemû Kurdistanê dagir bike, aşkera kir.

Dagirkirina Efrînê ji bo dîroka kurdan a nêz piştî Komkujiya Helepçeyê, trajediyeke mezin bû. Bi sed hezaran kurd ji cih û warê xwe hatin derxistin, mal û milkê hatin desteserkirin û talan kirin. Bi sedan kurd hatin qetilkirin. Lê aliyê balkêş dema ev kir, hem cîhan li beramberê vê bêdeng bû, hem beşek siyaseta qaşo kurd destek da dagirkirî û komkujiyan.

Dewleta tirk a dagirker dema xwest Efrînê dagir bike ji du aliyan siyasetek durû kir. Wek derewa herî mezin got; “Dê Efrînê bide efrîniyan.” Li derdora vê gotinê xwest ku li dijî kurdan nîn e. Partiyên xwe li derdora Partî Demokratî Kurd (PDK) tevger kirine jî li ser vê gotinê bûn hevkarên komkujiyê dewleta tirk û çeteyên El Qaîdeyê.

Dewleta tirk bi Rûsyayê re li ser dijberiya kurdan li Sûriyeyê li hev kir. Ev siyaseta rûsan jî ji aliyekî tirkan li dijî Amerîkayê nêzîkî xwe bike, ji aliyekî din jî Rûsya ji ber têkoşîna kurdan li dijî DAIŞ’ê ya bi Amerîkayê re, xwest bi kurdan re şikestinek bide çêkirin. Dewleta tirk ji siyaseta rûsan ya kurdan dixwaze li Sûriyeyê lewaz bike sûd wergirt û 20’ê çileya 2018’de bi deh hezaran çeteyên El Qaîde/DAIŞ û artêşa xwe êrîşek dijwar bir ser gelê Efrînê. Gelê kurd, ereb, suryanî li dijî dagirkeriya dewleta tirk 58 rojan li ber xwe dan.

Efrîn cihekî wiha bû ku hemû gelên herêmê di nava aramiyê de lê dima. Efrîn; heta êrîşa dewlata tirk û çeteyên El Qaîde/DAIŞ dest pê nekir, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de cihê şer lê nebibû. Zarok bi zimanê xwe dixwedin, hemû dibistan vekirî bûn, bi dehan koçberên ji ber şerê li Sûriyeyê reviyabûn, hem li Efrîn diman hem jî kar dikirin. Aboriya li Efrînê li gorî cihê aram li Sûriyeyê her roj baştir dibû. Lê dijminatiya dewleta tirk îro Efrînê ji bo kurdan kiriye cihekî dojehê.

Beriya dagirkeriya dewleta tirk ji sedî 95 gelê li Efrînê diman kurd bûn. Îro li gorî çavdêran ji sedî 10 jî nemaye. Di dibistanên Efrînê de ne zimanê kurdî, zimanê tirkî û erebî tê xwendin. Hemû navê bi zimanê kurdî li Efrîn hatiye rakirin. Berovajî wê navê bi zimanê tirkî li gelek cihan hatiye kirin û hemû sembolên kurdan hatine tinekirin. Cihê dîroka kurdan ji dema Hûriyan maye tên hilweşandin. Niha em nikarin loma ji faşîzma tirk bikin. Lê em dikarin loma ji kurdên heta îro li dijî qirkirina kurdan li Efrînê dengê xwe nakin, her roj destek didin dagirkeriya dewleta tirk a li çar perçeyê Kurdistanê bikin.

Dîsan em dikarin loma dewletên dema kurd şerê terora DAIŞ’ê dikin, çepikan ji kurdan re lêdixin, lê dema kurd li Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker dihatin qetilkirin bêdeng bûn.”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Ezîz Koyluoglu

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – “Berxwedan: Vegera jiyanê”

Nivîsa Pêş

Li Çiyayê Mazî ciwanan agirê Newrozê geş kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Çiyayê Mazî ciwanan agirê Newrozê geş kir

Li Çiyayê Mazî ciwanan agirê Newrozê geş kir

Ciwanên Êlihê bi fîşekên hewayî Newrozê pîroz kirin; demkurt pevçûn derket

Ciwanên Êlihê bi fîşekên hewayî Newrozê pîroz kirin; demkurt pevçûn derket

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.