Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ- Civaka Kurdistanê dê li dijî komkujiyan xwe biparêze

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/03/2019 - 0:58
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ- Civaka Kurdistanê dê li dijî komkujiyan xwe biparêze
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Di hemû qadên jiyanê de li dijî kurdan erîşên faşîst û nîjadperest dewam dikin û asta êrîşan roj bi roj bilindtir dibe. Di van demên dawîn de li gelek bajaran êrîşî werzîşvan (sporcu) û tîmên futbolê yên bajarên kurdan dikin. Ger bala we kişandibe nûçeyên bi vî rengî bêtir di çapemeniyê de cih digirin.

Êrîşên li hemberî tîmên futbolê yên Amed, Wan û Cizîrê pêk hatin di çapemeniyê de derketin pêş. Dema ev tîmên futbolê diçin bajarekî din rastî êrîşên faşîst û nîjadperest tên. Tişta balkeş ew e ku ev tîmên futbolê û gogbaz rastî êrîşan tên lê federasyona futbolê û hekem li tîmên bajarên kurdan dibire û her wiha kesên ku êrîş dikin tên xelatkirin.

Mirov nikare van êrîşan tenê bi alîgirên tîmên bajarên din ve rave bike. Rejîma Şerê Taybet a Tirk bi awayekî plankirî van êrîşan organîze dike. Wisa xuya dike ku ev êrîş dê di rojên pêş de zêdetir bibin û ev êrîş tenê bi tîmên futbolê ve sînordar namînin. Serkêşên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê R.T. Erdogan û Devlet Bahçelî û Suleyman Soylu bi axaftinên xwe di hemû qadên jiyanê de kurdan hedef nîşan didin.

T. Erdogan bi awayekî aşkera dibêje dê kurdan li ser vê axê sirgûn bikin û rêya başûrê Kurdistanê nîşanî hemû kurdan dide. Bêguman wekî parçeyên din ên Kurdistanê, başûrê Kurdistanê jî warê kurdan e û mafê hemû kurdan e biçin geştê û van deran bibînin. Lê R. T. Erdogan dema rêya başûrê Kurdistanê nîşanî kurdan dide behsa vê nake û niyeta wî pir aşkera ye. Bi fermana R. T. Erdogan hêzên dewleta tirk her roj êrîşî başûrê Kurdistanê dikin û qetlîaman pêk tînin. R. T. Erdogan bi van axaftinan li xwe mikur t ê ku gelê Kurdistanê li deverekê kom bibin û bi awayekî giştî hemûyan tune bike.
Dewleta faşîst a tirk rêveberiya Osmaniyan dewr girt û serkêşên Îttîhat Terakkiyê ango Enver û Talat Paşa jî qetlîamên bi vî rengî pêk dianîn. Wan jî rêya sirgûnê nîşanî ermeniyan didan. Mixabin piraniya ermeniyê ku hatin sirgûnkirin di rê de hatin kuştin û hemû cîhan bû şahidê komkujiya ermeniyan û bi milyonan ermenî hatin qetilkirin.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê komkujiyeke mîna qirkirina ermeniyan li ser kurdan ferz dikin. Êrîşên li hemberî tîmên kurdan pêk tên nîşaneyên amadekariyên komkujiyên mezintir in û dê di rojên pêş de gavên mezintir biavêjin. Heta niha bi awayekî sîstematîk êrîşî kurdan dikin û gelek kurd ji bir axaftina bi kurdî, guhdarkirina stranên kurdî rastî êrîşan hatin. Wisa xuya dike ku dê di rojên pêş de êrîşan zêdetir bikin.

Ger mirov van êrîşan tenê wekî amûrekî propagandaya hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an pênase bike ev nirxandineke di cih nîne. Ji ber ku dewleta tirk bi qetlîaman li ser pêya dimîne û qetilkirina gelê ermenî û gelê rûm nîşaneya vê ye. Pir aşkera ye ku niha jî li hemberî kurdan heman polîtîkayan dimeşînin û dixwazin qira kurdan bînin. Ji ber vê yekê êrîşî tîmên futbolê yên bajarên kurdan dikin. Gogbaz û kaptanê Amedsporê Şehmuz Ozer li Elezîzê di qezaya trafîkê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, lîsansa futbolê ya Denîz Nakî hat betalkirin û Nakî neçar ma vegere Ewropayê. Niha jî gogbazê Amedsporê ji heta dawiya emrê xwe ji futbolê hat menkirin.

Civaka Kurdistanê ji hemû kesî baştir van êrîşan dibînin. Çawa ku heta niha li hemberî êrîşîn dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê xwe parastin dê li hemberî êrîşan dîsa xwe biparêzin. Gel dê di Newrozê de û hilbijartinên 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê.

Cumalî Dogan

Çavkanî: e-rojname

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji pênûsa heqîqetê: “Keça Dilovan û Çeleng”

Nivîsa Pêş

ROJEVA 17’Ê ADARÊ 2019’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

ROJEVA 17’Ê ADARÊ 2019’AN

ANALÎZ – Di çanda gel de mehên Gijûk û Newroz ê

ANALÎZ - Di çanda gel de mehên Gijûk û Newroz ê

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.