Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ- ‘Yên li dijî DAÎŞ’ê şer kirin bûn serfirazî û rûmeta Kurdan’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/03/2019 - 11:48
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Di seat 16:00 de QSD’ê operasyonek nû bide destpêkirin!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG û YPJ pişta wê pêk tînin, dawî li hukmê li ser erd û mekan ê xilafeta DAÎŞ’ê li Sûriyê anî. Bêguman, tesîra wê ya îdeolojîk û zemînê wê yê civakî bi temamî ji holê nehatiye rakirin. Şaneyên wê yên veşartî û yên nivistî dibe ku heta demekê kapasîteya xwe ya çalakiyan biparêzin. Lê pişta wê hatiye şikandin. Li ber şervanên jin ên Kurd çong danîne. Hebûna wê ya îdeolojîk jî wê bi xeta neteweya demokratîk û sîstema demokratîk a ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinkirî wê bi demê re bê tesfiyekirin. Heger heta niha bi hêza xeta îdeolojîk ew hat têk birin; bi şoreşa demokratîk a ku xeta îdeolojîk wê biafirîne jî wê dawî li wê bê anîn.

Heger rast neyê fêmkirin ka DAÎŞ çawa têk hatiye birin, hingê ji niha û pê ve jî têkoşîneke rast wê neyê kirin. Heger wisa hizr bê kirin ku esas ew bi sîlehê hatiye çikandin, ev ê bibe xeletiyek û xefleteke mezin. Heger DAÎŞ di warê îdeolojîk de neyê şikandin, hîna zemînekî siyasî û civakî heye ku bike DAÎŞ ji nû ve cebanî bibe, bide der. Jixwe, li warên ku têkoşîna îdeolojîk nayî kirin, DAÎŞ hîna hebûna xwe bi awayekî xurt dewam dike. Li Bakurê Efrîka û li beşeke mezin a Iraqê em vê rastiyê dibînin.

Dibêjin, dewra desthilatdariya AKPê heye di wê yekê de ku DAÎŞ êrişî Kurdan û Şoreşa Rojava bike. Gelek agahî, belge û delîl hene ku nîşan didin MÎT’a Tirk bi awayekî neyekser û yekser berê wê daye Kurdan. Jixwe, ji bîra mirovan neçûye ku bi gotina ciwanên hêrsrabûyî, zimanekî rewaker ji bo DAÎŞ’ê bi kar anîn. Gava ku DAÎŞ’ê êrişên xwe yên li dijî Kobanê zêde kirin, serokê giştî yê AKP’ê û serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan ji xwe çûyî got va Kobanê li ber ketinê ye, ha ev jî ji bîra mirovan neçûye. Ev tesîr jî heye li ser êrişa DAÎŞ’ê li dijî Kurdan, lê belê esas, DAÎŞ’ê îdeolojiya Şoreşa Rojava û pratîkbûna wê ji xwe re tehlûke dît. Di dawiyê de derket holê ku ev hizra wan rast bû jî. Şoreşgerên Rojava xwişk û biratiya Kurd, Ereb, Asûr-Suryaniyan ava kir, di encama vê de bi hezaran ciwanên Ereb tevlî nav refên QSD’ê. Weke li Dêra Zor û Hecînê, di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi roleke çalak û bi tesîr rabûn. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bêhtirî 2 hezar ciwanên Ereb şehîd bûn. Gava DAÎŞ derkete meydanê, kela canê ciwanên Ereb li Sûriyê rakir; bi tesîra Şoreşa Rojava bi xwe, niha ew bûn ciwanên ku şerê DIAŞ’ê dikin. Bi tenê bi rêya vê rastiyê be jî, hatiye dîtin, ka di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de xeta îdeolojîk çiqasî diyarker e.

Vê helwêsta îdeolojîk û fedaîtiya wê derxistî holê, li Şengalê DAÎŞ da rawestandin, pêşî li qirrkirina Êzîdiyan girt. Êrişên DAÎŞ’ê yên li Başûrê Kurdistanê jî bi destê gerîlayên HPG-YJA-STAR’ê hatin sekinandin. Niha, ewên ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, pirr baş dizanin ka gerîla DAÎŞ çawa rawestand. Bi wî rengî ku gelek gerîlayan bê destûra rêxistina xwe ji yekîneyên xwe qetiyan û çûn Şengal, Mexmûr û Kerkûkê. Ji bo yên ku bi helwêsta gerîla ya hingê dizanin û ew dîtin, ev rewşa ruhî û ew hest di wê astê de ne ku bibin mijara destanekê.

Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê hem li Bakurê Sûriyê û hem jî li Başûrê Kurdistanê mijareke berfireh a romanekê ye. Ev têkoşêneke mezin e ku 10 hezar şehîdên wê hene. Di nava vê têkoşînê de fedaîtiyeke welê heye ku ya em behsa wê dikin berdêldayîna mirovahiyê ji bo nirxên mezin êdî gihiştiye asta herî bilind. Ev jî ji bo mirovahiyê destketiyek e. Berdêldayîna ji bo azadiyê û nirxên insanî kûrahiya insabûyînê û berfirehiya wê îfade dike. Carinan nirxandinên besît ên mîna, jiyana mirovekî bi tiştî re jî nayê bedilandin, bi dinyayê jî nayê dayîn. Ev nirxandineke dûrî nirxên insanî ye. Ya rastî, çawa ku Kemal Pîr jî gotî, divê mirov bi qasî ku di ber de bimire hez ji jiyanê bike. Heger mirov dikare xwe di ber de bide kuştin, hingê li wir jiyana insanî, jiyana bi rastî heye; jiyan li wir hatiye manedarkirin. Mirov rabe her şêwazê zilmê, kirêtiyê qebûl bike û bijî, ev ne jiyan e; ev têgihiştina li jiyanê bêrêzî û heqareta herî mezin a li jiyanê ye.

Heger di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jiyan ji dest nehatana dayîn, berdêl nehatana dayîn, îro gelo ne jiyana Kurdan tenê lê ya tevahiya mirovahiyê wê çawa bûya. jiyana kesekî beramberê dinyayê ye, demagojî ye; ji mirovbûnê qutbûn, jê deketine, jiyana weke komek goşt û hestî ye. Heger wisa be, naxwe ew ên ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, di asta pîroziyê de ne. Îro, ewên ku jiyana xwe li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî feda dikin jî xwedî helwêsteke pîroz in. Heger Leyla Guvenê bigota, ti tişt ne hêja ye ku mirov di ber de jiyana xwe bide, ma gelo ew îro dikarî bibe pêşenga têkoşîna  jiyana azad; ma wê kariya têkoşîna li dijî faşîzmê xurt kira? Ji ber vê yekê, felsefeya jiyan û têkoşînê girîng e. Felsefeya jiyan û têkoşînê ya kesekî, xislet û karektera wî kesî diyar dike.

Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê nîşanî tevahiya dinyayê daye ka felsefeya jiyan û têkoşînê ya Kurdan çi ye. Ji ber vê yekê mirovahî îro ji her demê bêhtir îhtîramê ji Kurdan re digire û hez ji wan dike. JI ber wê jî, ewên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine bûn serfirazî û rûmeta Kurdan. Em careke din wan bi minet û îhtîram bi bîr tînin.

Salîh Cuma Pîr

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Mêrsînê endamên Meclîsê Ciwanên HDP’ê, Li Erziromê endamên HDP’ê hatin binçavkirin

Nivîsa Pêş

Cyber Guerilla ji bo berxwedana Leyla Guven malperek hack kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Cyber Guerilla ji bo berxwedana Leyla Guven malperek hack kir

Cyber Guerilla ji bo berxwedana Leyla Guven malperek hack kir

Bi sedan çete xwe radestî QSD’ê kirin

Bi sedan çete xwe radestî QSD'ê kirin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.