Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KBDH: “Em bang li jinan dikin ku têkoşîna şoreşger a yekbûyî ya jinan mezin bikin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/03/2019 - 11:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KBDH: “Em bang li jinan dikin ku têkoşîna şoreşger a yekbûyî ya jinan mezin bikin”
ParvekeTweet

KBDH: “Faşîzm qirkirin, hilweşandin, mirin, şer û êşkence ye. Xwezaya jinê jî jiyana azad, afirandin, vejîn, aştî û hezkirin e. Ev şerê dîrokî di navbera faşîzm û jiyana azad de diqewime û careke din têkoşîna azadiyê ya jinê pêşengiyê dike, hêza diyarker e.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand.

Di peyamê de hate ragihandin, gelên Tirkiye û Kurdistanê di nava pêvajoya guhertina mezin de ya li Rojhilata Navîn di serdemeke dîrokî ya nû de ye û hate gotin, “Bêguman di bingeha vê pêvajoya şoreşgerî de jin hene. Hêzên kapîtalîst ên navneteweyî û faşîzma dewletên herêmê ji bo mayindebûnê şer dikin. Faşîzm qirkirin, hilweşandin, mirin, şer û êşkence ye. Xwezaya jinê jî jiyana azad, afirandin, vejîn, aştî û hezkirin e. Ev şerê dîrokî di navbera faşîzm û jiyana azad de diqewime û careke din têkoşîna azadiyê ya jinê pêşengiyê dike, hêza diyarker e.”

KBDH’ê diyar kir, ji serdemên destpêkê heta serdema heyî pêngavên azadiyê yên jinan mohra xwe li şoreşên dinyayê xistine û destnîşan kir, pîvana ‘şoreş bê jinê nabe’ di rastiya Kurdistan û Tirkiyeyê de ku li ber şoreşeke nû ya li Rojhilata Navîn e, zindî ye.

Di daxuyaniyê de bi wesîleya 8’ê Adarê şehîdên jin ên her serdemê bi rêzdarî hatin bîranîn û soz hate dayin ku wê bibin şopdarên têkoşîna wan a ku di oxirê de canê xwe feda kirine.

KBDH’ê 8’ê Adarê li jinên ku têkoşîna azadiya jinê kirine hêz, bi daxwaz û dilxwaziya têkoşînê pîroz kir û bang li jinan hemûyan kir ku li dijî serweriya mêr, dewlet, hiqûq û malbata baviksalarî bi hemû saziyên xwe têbikoşin, mejî û hestên jinê ji nû ve biafirînin.

KBDH’ê diyar kir, ku tundiya li jinê koda genetîk a desthilatdariyê ye û wiha dewam kir: “Sedema tundiya mêr a li dijî jinê çi dibe bila bibe, pêwendiya xwe bi sîstema civakî re heye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li xwe mikur hatiye ku li gorî wan çareseriya tundiya li jinê ew e ku jin serî bitewîne û bi her tiştên xwe teslîm bibe.”

Berdevkiya KBDH’ê ragihand, ya ku rê li ber tundiya li jinê vedike heman desthilatdariya faşîst e û diyar kir, sîstema li derveyî exlaqê ya ku jinê sûcdar dike, deng, dîmen, hest û nêrîna jinê bi sîstemeke êrîşkar a bêrehm pêşwazî dike. Destdirêjî, destavêtin, tundî, dervehiştina hebûna jinê li qada cemaweriyê û biçûkxistina jinê amûrên polîtîk ên vê sîstema êrîşkar e. Ji ber vê yekê tevlîbûna jinan li têkoşîna azadbûnê ku bi 8’ê Adarê re bûye sembol, namûs û qanûna jinê ye. Sîstema ku bi gelek amûrên zor û tundiyê dor li jinê girtiye û dixwaze serî lê bide tewandin, hewl dide gelan û civaka bindest bi heman rêbazê bi rê ve bibe, bibe xwediyê wan. Faşîzma ku desthilatdariya mêr a giran e, wê ji aliyê jinan ve tê hilweşandin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, jin wê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bikin roja hesabpirsîna ji faşîzmê û vê têkoşîna xwe li nava salê belav bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Di vê demê de ku faşîzm dixwaze hêviyê ji holê rake û tarîtiyê ferz bike, tevgera jinên azad ên Kurdistanê mîna gulên berberok berê xwe daye rojê. Bi wesîleya 8’ê Adarê em pêngava wan dîrokî bi coşeke mezin silav dikin. Leyla Guven ku dayik û ewladeke li berxwedana dîrokî ya gelê xwe xweş tê, bûye hevrêyek ku sekna rast a têkoşînê nîşanî jinan dide, bi biryardarî hewl dide bibe bersiv ji Rêbertî re û ji niha ve bûye mînak ji jinên şoreşger hemûyan e. Berxwedana zindanan a dîrokî ku bi pêşengiya bi sedan jinan tê meşandin, li dora dirûşma ‘Em tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ bûye zincîrek ji pola. Tenêhiştina ku bi tecrîdê tê ferzkirin bi vê gava civakî re ji aliyê cewherî ve ji holê hatiye rakirin.”

KBDH’ê diyar kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û ragihand, “Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê rejîmeke êşkenceyê ye ku 20 sal in li ser gelê Kurdistanê tê ferzkirin. Di şexsê rêberê gel de Kurdistan tev hatiye tecrîdkirin û di nava sîstema êşkenceyê de hatiye bicihkirin. Li dijî vê yekê gelek jinan bedena xwe dane ber êgir û guleyan.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, KBDH bi biryar e ku vê pêngava berxwedanê ya dîrokî mezin bike, heta bidawîbûna tecrîdê û hilweşandina faşîzmê têkoşîna xwe bi ser bixînin û hate gotin, “KBDH çawa ku bi têkoşîna leşkerî û polîtîk a li çiyê û bajaran bû hevrê, wê li dijî tecrîdkirina gelê Kurd jî bi jinên Kurd re têbikoşe. Ji ber vê yekê em bang li jinan hemûyan bi taybetî jî jinên Tirkiyeyî dikin ku di 8’ê Adarê de li dijî faşîzmê li her deverê çalakiyan bikin û têkoşîna şoreşger a yekbûyî ya jinan mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Girtiyên berxwedana Sur’ê: “Encam çi dibe bila bibe heta tecrîd rabe em ê çalakiya xwe bidomînin”

Nivîsa Pêş

Xeleka Berxwedanê mezin dibe: Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118’an de ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Xeleka Berxwedanê mezin dibe: Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118’an de ye

Xeleka Berxwedanê mezin dibe: Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'an de ye

Lêyîstokên hilbijartinê: Hejmara bekçiyan wê 8 hezar zêde bikin

Lêyîstokên hilbijartinê: Hejmara bekçiyan wê 8 hezar zêde bikin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.