Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

LEZGÎN -Denîz Kaya:”Ji 1’ê Adarê ve hemû girtî dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/02/2019 - 12:42
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
LEZGÎN -Denîz Kaya:”Ji 1’ê Adarê ve hemû girtî dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger”
ParvekeTweet

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya nameyek şand. Kaya da zanîn ku weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 1’ê adarê û şûnde li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. Kaya got ku heta ku tecrîd tê şikandin dê çalakiya wan bidome û ji bilî Ocalan tu kes nikare wan ji çalakiyê vegerîne.

NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, berdewam in. Çalakiya Guven di roja 111’emîn de û çalakiyên 331 girtiyên li zêdetirî 67 girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di roja 73’yemîn de didome. Têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, Denîz Kaya nameyek şand. Di nameyê de Kaya da zanîn ku ji 1’ê adarê ve dê li hemû girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê bên destpêkirin.

Nameya Denîz Kaya wiha ye:

Di serdemeke ku em berxwedanê weke girêdana bi bîranîn û armancên şehîdên me yên leheng ku afirînerên hemû destkeftiyên bi berxwedanên mezin ên tevgera me ya azadiyê hatine bidestxistin in dav bi dav dirêsin, di her kêlî û pêngavekî komplo û tecrîda li ser Rêber Apo ku xala hevpar a hemû xweşikahiyan e, em diyar dikin ku di nava rexnedayîna rêhevaltiya xwe ya kêm de ne. Bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger re, em hewl didin vê rêhevaltiya xwe ya kêm derbas bikin û em soz didin ku dê pêwîstiyên ber bi Rêbertiya xwe ve bixin meriyetê. Em li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi pêngava ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’,  21’emîn komploya navneteweyî pêşwazî dikin. Em ê teqez biserkevin. Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diyar dikin ku em berxwedana xwe bi biryarî mezin dikin.

Hemû parêzvanên pergala modernîteya kapîtalîst a ku tehemûla azadiya civakê nake, xiyanet li jiyanê kirin, bi pergala dewletê re xwe rewa dîtin û di komployekî ku di dîrokê de nehatiye dîtin, cih girtin. Bi vê yekê re jî xwestin pergalên xwe ava bikin. Lê ev 21 salin nekarîn komployê bi ser bixin. Em di wê ferqê de ne ku bi vê boneyê dixwazin komployê rojane bikin. Ji ber ku bi awayeke zelal dibêjin ku li hemberî avakirina pergala wan a dijberî demokrasî û azadiyê tekane hêza ku dibe astengî, Rêbertiya me û Tevgera Azadiyê ye. Bi tecrîdkirina Rêbertiyê re ev tişt gotin. Bi qirkirin û komkujiyan ev yek gotin. Bi tepisandina gelê kurd a polîtîkayên şerê taybet re vê yekê rojane dibêjin. Îro em jî dibêjin ku; Rêber Apo navê jiyanê bi xwe ye. Weke şopdarên rêheval Kemal, Mazlum, Hayrî û Sarayan em jî dibêjin ku hûn nikarin jiyanê tecrîd bikin. Ger wisa bibe, hûn ê nekarin nefesê bistînin. Berxwedana me ya niha gihaştiya wê biryardariya ku bikare tecrîdê bişikîne û nîşan daye ku em amade ne di vê oxirê de berdelan bidin. Êdî hemû kerr û koran bihîstiye ku weke gel û tevger, em li dora Rêberê xwe bûne xelek. Divê êdî her kes bizane ku her parêzvanekî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ên ku dilê wan cedew girtiye, bi xiyanetkirina jiyanê, azadiyê, civakîbûn û heqîqetê re di dîrokê de cih girtine.

Weke dîlgirtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de, me sedemên berxwedana xwe bi hemû cîhanê re parve kiribûn. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me radibe, heta ku azadiya wî û şertên wî yên xebatê pêk tên, em ê tenê yek gavê jî paşde neavêjîn. Em niha li 67 girtîgehan bi tevlêbûna 331 hevalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi bawerî û bi israr berdewam dikin. Çalakiya ku parlamentera Colemêrgê rêheval Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de daye destpêkirin, ji derve bi biryardarî didome. Li parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî çalakî bi biryardarî didomin. Gelê me li berxwe dide, tevgera azadiyê li ber xwe dide û baweriya ku em ê li ser xeta serkeftinê bi ser kevin her ku diçe mezintir dibe. Li dijî faşîzmê ji bilî berxwedanê tu alternatîfeke me yê cuda nîne! Bi vê sedemê jî em weke kesên li zindanan, berxwedana xwe mezintir dikin. Bi hişmendî û biryardariya ku dê faşîzmê bi agirê berxwedana xwe bi rûxînîn, em çendanî û çawaniya çalakiya xwe bilind dikin.

Em radigihînin ku ji 1’ê adarê û şûnde weke girtiyên PKK û PAJK’ê, dê li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi awayeke hemwext dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku em ê di 1’ê adarê de bidin destpêkirin, heta ku tecrîd tê şikandin dê berdewam bike. Ji bilî Rêbertiya me, tu kes nikare me ji berxwedana me vegerîne. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me hebe, dê berxwedana me jî berdewam bike.

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû parêzvanên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bibin dengê berxwedana me ya ku her ku diçe mezin dibe. Werin em faşîzmê hilweşînin û bi hev re jiyaneke azad birêsîn. Em li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li hemberî wekhevî  û azadiyê astenge, li ber xwe didin. Tecrîda li ser Rêbertiyê, li ser hemû kesî ye. Em bang li hemû kesî dikin ji bo şikandina tecrîdê tev li berxwedana me bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bêdlîs’ê 4 welatî di operasyonên qirkirina siyasî de hatin girtin

Nivîsa Pêş

Bayik: “Xwe dixapînin! Tu caran nikarin gerîla û PKK’ê tasfiye bikin.”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Bayik: “Xwe dixapînin! Tu caran nikarin gerîla û PKK’ê tasfiye bikin.”

Bayik: "Xwe dixapînin! Tu caran nikarin gerîla û PKK'ê tasfiye bikin."

Li Gever’ê Çawişekî Pîspor a Dagirker Mir!

Li Gever'ê Çawişekî Pîspor a Dagirker Mir!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.