Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

JI ROJNIVÎSA ŞEHÎD BERFÎN MÊRDÎN

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/02/2019 - 0:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
JI ROJNIVÎSA ŞEHÎD BERFÎN MÊRDÎN
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Dem baş rêhevala min Ronahî

Ji ku ve destpê bikim û hestên xwe çawa bînim ser ziman ez jî nizanim, lê ez ê bi kurtî ji we re qala rêwîtiya xwe ya ber bi qada Garzanê ve bikim…

Koma me ya ku berê xwe dida qada Garzanê heval Arjîn, Yerîvan Azadî, Rêzan koçer, Serwer Erzirûm, Dengtav, Mustefa û Êrîş Rojhilat e. Helbet ez jî di nava vê komê de me. Hemû heval pir bi kelecan in. Ji çavê her hevalekê coş dibare. Dikarim bêjim ku dengê kutekuta dilê wan dibihîsim. Ev coş û heyecana hevalan heya ku em gihan qada Garzanê qet kêm nebû…

Jiyana di Bakûr de jiyanek wisa ye ku mirov her roj tiştek nû keşf dike, tiştek nû fêr dibe. Her rojeke van deran weke jiyankirina destanekê ye. Cihên ku şehîdên me lê meşiyane dîtin, henaseyek kişandin, her wiha gelê me yê li Bakûrê Kurdistanê ji kûr ve hîs kirin, ji bo min tê wateya pêkanîna xeyalên Viyanan. Dema min gava xwe ya destpêkê avête ser xakên Bakûr, min wisa hîs kir ku bêhna bayê ku Rêbertî dide û distîne li her derê belav bûye… Dibe ku ev ji heyecana gaveke din nêzî Rêbertî bûyînê ye.

Ez vê nivîsa xwe li qada bi nav û deng qada Sasonê dinivsînim. Min pir der dîtin… Bi taybet jî min bajarê Batmanê ya ku dîtina wê weke xeyalek bû, dît.. Nikarim wê heyecanê ji te re pênase bikim. Niha em li girek bilind rûniştine û bi mêyzandina çûkekê li dîmena ku weke portreyekê ye mêze dikin. Weke ku stêrkên di asîmanan de li ser deşta li beramberî me bariyaye, bi hezaran şewq xuya dikin.

Me xwe li ewqas avan da, te digot qey em bi mirinê re henek dikin. Me qet guhê xwe nedida xumxuma avan û cesareteke pir mezin me girtibû. Eraziya Garzanê pir xweşik e. Dihizirim gelo dîroka Garzanê ya ku nehatiye nivîsandin wê kengî be nivîsandin. Kî dizane, kî di vir re hatiye û kî çûye, bi qasî yên ketî û bûne cerdevan, ewqasî jî rastiya gelê me yê welatparêz û serhildêr heye. Ez ê hewl bidim hestên xwe yên li vê derê bi qasî ku jiyan dikim û hîs dikim, kêlî bi kêlî bi te re parve bikim rêhevala min…

Roja zayîna min

Îro dikevim 27 saliya xwe. Salên min ên tije heyecan û rêhevaltiyên bedew di nava partiyê de derbas bûn. Her roj zêdetir hez dikim ji vê jiyanê, bi qasî hezkirina min a ji navê min re. Belê ji navê xwe pir hez dikim. Dema ku tevlî nava refên gerîla bûm, min bi xwe navê “Berfîn” li xwe kir, lê min nedizanibû wateya wê ya rast çiye. Rojekê hevalek ji min re got; ‘tu dizanî wateya navê te çiye heval berfîn?’ Min jî got ez bi temamî nizanim. Ew heval jî wateya navê min ji min re vegot. Wateya wê çîçeka ku serê xwe ji nava berfê radike. Piştre fêrbûm ku çîçeka Berfîn a ku pir narîn û bedew e, bi asîbûna xwe ji nava wan berfên qerisok serê xwe hildide. Ev çîçek evîndara rojê ye û kêliya ku rojê dibîne dimre. Tenê dixwazim dawiya vê hevokê biguherînim. Ango ne ya ku dema rojê dibîne dimre, ez ê bibim ya ku jiyan dike û dide jiyan kirin, ji ber ku idîa min a jiyanê pir mezin e.

Kod Adı: Berfin Roza
Adı Soyadı: Selma Avcı
Doğum Yılı ve Yeri:1983 / Konya(Aslen Mardin)
Anne – Baba Adı: Atiye – Muhyettin
Katılım Yılı ve Yeri: 2001 / Konya
Şahadet Tarihi ve Yeri: 24 Mart 2012 / Hizan, Bitlis, Şêx Cûma Alanı

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ- “Rêberê mezin a sedsala 21’mîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e” -1-

Nivîsa Pêş

ANALÎZ- Grevên birçîbûnê û têkoşîna xwedîderketina vîna gel

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ- Grevên birçîbûnê û têkoşîna xwedîderketina vîna gel

ANALÎZ- Grevên birçîbûnê û têkoşîna xwedîderketina vîna gel

Ji Ciwanên Amed’ê li dijî polîsên dagirker çalakî!

Ji Ciwanên Amed'ê li dijî polîsên dagirker çalakî!

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEV 9’Ê KANÛNÊ

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.