Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ- Grevên birçîbûnê û têkoşîna xwedîderketina vîna gel

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/02/2019 - 0:06
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ- Grevên birçîbûnê û têkoşîna xwedîderketina vîna gel
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistan û Tirkiye li aliyekî dikevin atmosfera hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2019’an li aliyê din jî berxwedana grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger berdewam in. Li aliyekî hilbijartin li aliyê din jî berxwedana grevên birçîbûnê. Her çiqas ji hevdu cuda xuya bikin jî, di rastiyê de bi awayekî rasterast têkiliya wan bi hev re heye.

Dibe hin kes vê rastiyê nebînin. Yan jî bi awayekî giştî dikarin bipirsin bêjin “Di navbera van de têkiliyeke çawa heye”. Destpêkê ev pirs dibe serê mirov tevlihev jî bike. Lê belê wexta li ser hûrbûn û li ser têkiliya di nevbera wan de fikirîn ew ê rastiyê baş fêm bikin.

Li Kurdistanê nêzî 100 meclisên rêveberiyê ji aliyê dewleta TC’ê ya mêtinger-qirker ve hatin desteserkirin. Bi vê yekê vîna gelê Kurdistanê hat xespkirin. Tenê bi tayînkirina qeyûman a ser vîna gel a desteserkirina rêveberiyên herêmî pêk nehat, di heman demê de bi girtina parlamenterên temsîla qada siyaseta demokratîk û rêveberên partiyê jî vê pêk anîn û kirin ku nikaribin siyaseta demokratîk bikin. Tenê bi van kiryaran jî sînordar neman. Di rastiya qirkirina fizîkî û çandî de, tenê vîna gelê Kurdistanê desteser nekirine, bi înkarkirina hebûna gelê kurd, rastiya xespkirinê hatiye nîşandan.  Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê îro bi rûbirûbûna rastiya pêvajoyeke wiha dikevin atmosfera hilbijartina herêmî. Li aliyekî ev tê jiyîn û li aliyê din jî berxwedana grevên birçîbûnê berdewam dike.

Sedema bingehîn a berxwedana grevên birçîbûnê, şikandina ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo ye. ‘Tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo berî desteserkirina rêveberiyên herêmî ya bi tayînkirina qeyûman pêk hat. Di heman demê de ev tecrîd bû pêngava yekemîn a ‘Plana Rûxandinê’ ya polîtîkaya qirkirinê ya ku bi navê ‘Plana Islahata Şarqê ya Duyemîn’ derbasî dîrokê bû. Piştî vê jî êrîşî navendên berxwedanê kirin û dest danîn ser rêveberiyên herêmî. Ji ber vê ye jî em nikarin berxwedana grevên birçîbûnê ya li hemberî ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo û rêveberiyên herêmî ji hev cuda bifikirin. Yek jî xalên wan ên hevpar a din jî li hemberî mêtingeriya dewleta TC’ê ya qirker, xwedîderketina gelê Kurdistanê ya li Rêber û vîna xwe rave dike.

Di rewşa heyî de ev rastî di nav hev re derbas bûne û divê teqez ji hevdu cuda neyê destgirtin. Jixwe nêzîkatiya rast li rastiya Rêber Apo û têkoşîna gêlê Kurdistanê û rastiya vîna wî divê wiha be. Divê neyê jibîrkirin ku rastiya vîna Rêber Apo û gelê Kurdistanê ji hev ne cuda ne. Rastiyekê vedibêjin. Yek bi ya din bi wate dibe.

Dewleta TC’ê ya mêtinger bi vê rastiyê dizane. Ji ber vê ye ku xwest bi ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo, êrîşa qirkirinê ya li dijî gelê Kurdistanê daye destpêkirin temam bike. Bi vê yekê di heman demê de xwest Rêber Apo û gel ji hevdu qut bike. Wisa difikirî ger vê pêk bîne ew ê bigihîje armanca xwe. Di bin helwdanên wan ên bêdeng û bêtevgerikirina gel a li hemberî ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo de jî ev rastî heye. Ji bo vê pêk bînin jî hemû derfetên di destê xwe de bi kar tînin.

Lê belê dewleta TC’ê ya qirker negihîşt armanca xwe. Gelê Kurdistanê Rêber Apo li zindanê tenê nehişt û bi berxwedana grevên birçîbûnê bû hevparê berxwedana wî. Gelê Kurdistanê tenê ne li çar parçeyên Kurdistanê, li hemû erdnîgariyên lê dijî bi rêbazên cuda bi awayekî biryardar berxwedana xwe berdewam dike. Hilbijartinên herêmî jî bûne parçeyekî vê berxwedanê.

Bi vî awayî di pêvajoyeke wiha de berxwedana grevên birçîbûnê û têkoşîna xwedîderketina vîna gel a rêveberiyên herêmî li ser heman bingehê gihîştine hevdu. Ev bûne rêbazên têkoşînê ku hêzê didin hevdu û hevdu temam dikin.

Li vê derê ya girîng ew ku divê ev rastî baş bê dîtin bi vî awayî nêzî berxwedana grevên birçîbûnê û hilbijartinên herêmî bibin. Çiqas berxwedana grevên birçîbûnê bihêztir bibe û li dora wê xelekên berxwedanê yên nû werin hûnandin, ewqas jî li vîna gel a rêberiyên herêmî  xwedî tê derketin. Bi heman awayî ji bo serkeftina vîna gel çiqas têbikoşin, ewqas jî ew ê berxwedana grevên birçîbûnê bihêz bibe û bi ser bikeve.

Niha em di pêvajoya rastiya têkoşîneke wiha de ne. Divê bi liv û tevgereke li gorî vê rastiyê têkoşîna li meydanan were bihêzkirin û bi vî awayî jî derseke baş a ku heq dike bidin faşîzma AKP-MHP’ê.

Niha dem dema vê ye!

Cumalî Dogan

Çavkanî: e-rojname

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

JI ROJNIVÎSA ŞEHÎD BERFÎN MÊRDÎN

Nivîsa Pêş

Ji Ciwanên Amed’ê li dijî polîsên dagirker çalakî!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Ciwanên Amed’ê li dijî polîsên dagirker çalakî!

Ji Ciwanên Amed'ê li dijî polîsên dagirker çalakî!

Ji Ciwanên Kurd ên Esenler’ê li dijî komployê çalakî!

Ji Ciwanên Kurd ên Esenler'ê li dijî komployê çalakî!

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çemçemal û Ranya' yê çalaki berdevaminRanya ve Çemçemal’de eylemler sürüyor

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiya Amed’ê qediya lê dorpêça ber mala Leyla Guven hêj jî didome!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.