Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: ” Ew ê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê were parçekirin!”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/02/2019 - 9:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
PKK, Nasnameya Yilmaz a ku li Manîsa 1981’ê de şehîd ketiye eşkere kir
ParvekeTweet

Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li her kesên antî faşîst û demokratan kir ku li ber sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê rabin, çalakiyan li dar bixin û diyar kir, aştî û demokrasî bi vî rengî dikarin pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir, gelê Kurd di salvegera 20’an de komploya 15’ê Sibatê û sîstema wê ya tecrîd û êşkenceya Îmraliyê qebûl nake û got, “Êdî naxwaze bi wan re bijî. Dixwaze tecrîd bê rakirin, faşîzm bê hilweşandin, Kurdistan azad bibe û Rêber Abdullah Ocalan bi rengekî azad bijî û bixebite.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi wesîleya salvegera bîstan a komploya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî da ku di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hate kirin. Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

BERXWEDANEKE BÊHEMPA

“Komploya 15’ê Sibatê û berxwedana azadiyê ya li dijî komployê dikeve sala bîst û yekemîn. Rêber Abdullah Ocalan li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê berxwedaneke mezin dike. Em beriya her tiştî vê berxwedana azadiyê ya pîroz û mîmarê wê Rêber Abdullah Ocalan bi hurmet silav dikin. Em berxwedana qehremanî ya gelê xwe ya li dijî komployê pîroz dikin û di şexsê Halît Oral û Aynûr Artan de em şehîdên qehreman ên berxwedana fedaî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe ya pêkanîna armanca wan careke din dubare dikin.

BI PÊNGAVA BERXWEDANÊ TÊ PÊŞWAZÎKIRIN

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gel em sala 21’emîn a Komploya 15’ê Sibatê bi pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ pêşwazî dikin. Bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven pêngaveke azadiyê ya dîrokî hatiye destpêkirin û ev pêngav li her dera Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye. Faşîzma AKP û MHP’ê ji niha ve tengijiye. Tê dîtin ku vê pêngava berxwedanê ew ê were dewlemendkirin û pêngava berxwedanê pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bişkîne û komploya 15’ê Sibatê di sala bîst û yekemîn de biavêje ser çopê. Li ser vî esasî di şexsê Leyla Guven û Nasir Yagiz de em hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin û baweriyê bi vî tiştî tînin ku di hefte û mehên pêşiya me de ew ê serketineke mezin a azadîxwaz a dîrokê bi dest bixin.

BANGA JI BO JÊBIRINA DEQA REŞ

Weke ku tê zanîn komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de hewl dida hebûna Kurdan û azadiya wê tasfiye bike, ji aliyê rêveberiya DYE’yê ya wê demê, di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê hatibû destpêkirin û bi dîlgirtina li Kenyayê ya di 15’ê Sibata 1999’an de derbasî qonaxeke din bûye. Di warê pêkanîna komploya 15’ê Sibatê de rêveberiyên wê demê yên Îsraîl, Îngîltere, Rûsya, Fransa, Elmanya, Misir û Yewnanistanê alîkarî dane Rêveberiya DYE’yê. Li ser vî esasî Rêberê Azadiyê ya serdema me hatiye dîlgirtin yê ku di şexsê gelê Kurd de ji bo hemû gelan û mirovayetiyê têdikoşe. Ev êrîş gelê Kurd di serî de, ji bo hemû gelan û jinan bûye heqareteke mezin. Em bang li wan hêzan dikin ku, divê pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî bikin û vê deqa reş û heqaretê pak bikin.

HER TIŞT BERÊ XWE DIDE SÎSTEMA ÎMRALIYÊ

Em îro baştir dibînin ku komplo ji ber doza Kurdan a sed salan pêk hatiye û wekî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê şênber bûye. Em baş dizanin ku doza Kurdan jî li ser esasê nenaskirina hebûna Kurdan, feraset û siyaseteke qirkirinê ye. Faşîzm jî, şerê taybet jî, planên êrîşa hilweşandinê, qetlîam û girtin jî, êrîşên hovane yên ji Efrînê heta Bradostê jî ji ber vî tiştî pêk tên. Ev hemû li ser esasê êşkence û tecrîda Îmraliyê, îro bûye rêveberiyeke dîktatorî ya faşîst. Ji ber vê jî her tişt berê xwe dide pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê.

BANGA LI HÊZÊN ANTÎ FAŞÎST

Ji ber vê jî dijberiya li hemberî pergala êşkence û tecrîda Îmraliyê tê wateya dijberiya qirkirina Kurdan jî. Dijberiya komploya 15’ê Sibatê tê wateya dijberiya dîktatoriya faşîst. Ji ber vê jî kesên ku ji xwe re dibêjin em antîfaşîst û demokrat in, divê li hemberî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê be û divê ji bo şertên azad ên Rêber Apo têbikoşe. Li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rêya aştî û demokrasiyê ji vê derê derbas dibe. Ji ber vê jî em bang li hemû hêzên antîfaşîst û demokratîk ên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku bila tevlî pêngava me ya ‘Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin’ bibin.

LI TIRKIYEYÊ TIŞTEK JI BER DEMOKRASIYÊ NEMAYE

Em gelekî baş dizanin ku komploya hovane ya 15’ê Sibatê bi qasî ku hewl dide hebûn û azadiya Kurdan tune bike, ewqasî jî demokrasiya Tirkiyeyê dike hedef. Tişta ku tê dîtin ev e, li Tirkiyeyê piçikek demokrasî jî nemaye. Komploya 15’ê Sibatê û pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, li Tirkiyeyê tê wateya zextên faşîst, teror, mêtingerî, birçîbûn û hejariyê. Ji ber vê jî divê herî zêde ciwan, gel û jinên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê derkevin. Ji ber vê jî TŞYG di serî de em bang li hemû hêzên demokrat, jin û ciwanên Tirkiyeyê dikin ku tevlî pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin’ bibin û tevlî têkoşîna Tirkiyeya demokratîk bibin.

JIYAN ÊDÎ BI VÊ SÎSTEMÊ RE NABE

Gelê me bîst sal in 15’ê Sibatê wekî ‘Rojeke reş’ dide îlankirin û rojî jî tê de bi çalakiyan li dijî komployê derdikeve. Rêber Abdullah Ocalan jî vê rojê wekî ‘Roja Qirkirina Kurdan’ dide pênasekirin û banga têkoşîna azadî û demokrasiyê dike. Li ser vî esasî em dibînin ku 15’ê Sibatê dike rojeke çalakî û berxwedanê ya azadî û demokrasiyê. Dîsa em Tevger û gel, li her derê bi grevên birçîbûnê, meş, mîtîng, protesto û çalakiyên gerîlayan vê pêngava berxwedanê pêşwazî dikin. Gelê Kurd komploya 15’ê Sibatê û pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê qebûl nake. Gelê Kurd dixwaze tecrîd were şikandin, faşîzm were hilweşandin, Kurdistan were azadkirin û Rêber Abdullah Ocalan di şertên azad de bijî.

GELÊ KURD BI BIRYAR E

Divê her kes bibîne ku di warî de biryara gelê Kurd û dostên wan zelal e. Biryara jin û ciwanên Kurd, ya partî û gerîlayên me zelal e. Êdî tu kes nikare van hêzan bide sekinandin. Ev hêz êdî fedaiyên azadiyê ne û heta ku Rêber Abdullah Ocalan di şertên azad de bijî, wê pêngava xwe ya azadiyê bidomîne. Her Kurd ew ê qada ku lê ye, bike qada berxwedanê. Li ser vî esasî ew ê li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê û li hemberî pergala tecrîdê ya Îmraliyê ew ê li dora Rêber Apo helwesteke fedaiyane, jiyaneke fedaiyane û Kurdistaneke nû bide avakirin.

FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê WÊ HILWEŞE

Ew ê gel û dostên me li ber xwe bidin, ew ê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê were parçekirin û ew ê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin. Ew ê tecrîd bişikê û komploya 15’ê Sibatê û pergala êşkenceyê ya Îmraliyê ew ê biçe ser sergoya dîrokê.

Sala bîst û yekemîn ew ê bibe sala ku tecrîd hatiye şikandin, faşîzm hatiye hilweşandin û sala ku berxwedana me bi ser ketiye.

Em bang li hemû hevrêyên xwe yên partiyê, hêzên gerîla, gel û dostên xwe, hemû jin û ciwanan dikin ku di salvegera bîst û yekemîn de li hemberî komplo û tecrîda Îmraliyê berxwedana azadiyê li her derê geş bikin û bikin sala ku Rêber Apo hatiye azadkirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakvanê Greva Birçîbûnê Mustafa Tuzak Başdarê Kongreya Ciwanan Bû!

Nivîsa Pêş

Ciwanên YNK tevlîbûna xwe ji bo 2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên YNK tevlîbûna xwe ji bo 2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihand

Ciwanên YNK tevlîbûna xwe ji bo 2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihand

KCK ji bo Osman Kaplan peyama sersaxî da!

KCK ji bo Osman Kaplan peyama sersaxî da!

Manşet

  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.