Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li dijî Serhildana Şeladizê leyîstokên qirêj ên MİT-AKP’ê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/02/2019 - 13:25
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Li dijî Serhildana Şeladizê leyîstokên qirêj ên MİT-AKP’ê
ParvekeTweet

Hefteyek borî gelê Şêladizê li hemberî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker serî hildabû û wesayîtên leşkerî jî de gelek alavên leşkerî şewitandibû. Piştê Serhildanê PDK’ê bi darê zorê xwest ev kesên ku hatine destgîrkirin li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan bide axaftin û ev tişt li ser medyaya civakî belav kir û wekî AKP’ê xwest meseleyê berevajî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN- Hefteyek borî gelê Şêladizê li hemberî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker serî hildabû û wesayîtên leşkerî jî de gelek alavên leşkerî şewitandibû. Piştî vê serhildanê PDK ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike, li ser navê gel lêborîna xwe ji dewleta Tirk xwest. Hin rayedarên PDK’ê ji bo ku xwe li ber dilê Tirkan xweş bikin, hin daxuyaniyên sosret dan. Piştî van daxuyaniyan  dora bajar û navçeyên Şêladizê û Amêdiyê hatin girtin. Ji bo girtina çalakgeran operasyonek hatibû destpêkirin û heta niha 130 kes hatine destgîrkirin.

Piştî ku endamên YNK û Goranê hatin girtin, ev partiyan têkilî bi PDK’ê re danîn û endamên wan  hatin berdan. PDK’ê endamên Tevgera Azadî berneda û gef li eşîran xwar. PDK’ê bi darê zorê xwest ev kesên ku hatine destgîrkirin li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan bide axaftin û ev tişt li ser medyaya civakî belav kir û wekî AKP’ê xwest meseleyê berevajî bike.

PDK TEVÎ MÎT’Ê MEŞEKÊ ORGANÎZE DIKE

PDK û MÎT’a Tirkan li herêmê hewl didin li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan lîstikeke qirêj pêk bîne. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, PDK û MÎT’ê li herêmê bi sedan kes destgîr kir û bi darê zorê xwest wan bide axaftin. Piştî ku vê tevgera wan bi ser neket, niha jî gefan li eşîrên li Şêladizê, Amediyê û Dêrelokê dixwe. Tê diyarkirin ku eşîrên ku gef li wan hatiye xwarin, zext li ser wan tê kirin ku tevlî meşa li dijî gerîlayên Kurdistanê bibin û yên ku tevlî vê meşê nebin ew ê bi darê zorê ji malên xwe werin girtin.

EŞÎRA RÊKANÎ GEF LI WAN TÊ XWARIN

Tê diyarkirin ku PDK û MÎT ji bo meşa li dijî gerîlayên PKK’ê herî zêde gefan li eşîra Rêkanî dixwe. 4 endamên eşîra Rêkanî di êrîşa dewleta dagirker a di 23’ê Çileyê  de ya li herêma Reşwa a Dêrelokê hatibû qetilkirin. Piştre gelê Şêladizê li dijî baregeha dewleta Tirk serî hildabû.

Sedemên dîrokî hene ku PDK û MÎT gefan li eşîra Rêkanî dixwin. Di navbera eşîra Rêkanî û malbata Barzaniyan de ji salên 1960’î de nakokî hene. Di sala 1961’ê de Mistefa Barzanî hemberî Abdulkerîm Kasim pişta Abdulselam Arif digire. Piştî vê nakokiyê PDK gundên Rêkaniyan dike hedef.

Ji Dêrelok, Bamernê û Şêladizê heta Ûrmiye û Şemzînanê 300 gundên eşîra Rêkanî ji aliyê PDK’ê ve tên valakirin. Beşeke eşîrê çûn Bexda, Mûsûl û Basrayê, beşeke eşîrê jî çûn Rojhilat û Bakur. Şerê di navbera PDK û eşîra Rêkaniyê heta salên 2003’an domiya. Di sala 2003’an de piştî ku DYE mudaxeleyî Iraqê kir, Mesût Barzanî li Hewlêrê mal da kesên ku mûxalifên wî ne. Yek ji van jî pismamê mî Ethem Barzanî ye û yê din jî serokê eşîra Rêkanî Mihemed Axayê Kelhê ye.

Herçiqas tê xuyakirin malbata Barzanî û eşîra Rêkaniyan li hev hatibin jî, piştî serhildana Şêladizê PDK vê eşîrê dike hedef û ev jî dide xuyakirin ku nakokî hê neqediyane.

Jêderk: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nûçegihana Jinnews’ê Melîke Aydin Hate Binçavkirin

Nivîsa Pêş

Li Sancaktepêyê 2 endamên Meclîsên Ciwanan hatin binçavkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Agirî 15 Kes hatin Binçavkirin

Li Sancaktepêyê 2 endamên Meclîsên Ciwanan hatin binçavkirin

Ciwanên Kurd li Gara Navendî ya Bielefeld’ê çalakî li dar xistin

Ciwanên Kurd li Gara Navendî ya Bielefeld'ê çalakî li dar xistin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.