Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Leyla Guven: “Ev rê çiqas zehmet jî bibe em ê serbikevin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/01/2019 - 13:32
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Leyla Guven: “Ev rê çiqas zehmet jî bibe em ê serbikevin”
ParvekeTweet

Leyla Guven; “Me bi salan hewl dan bi hev re bimeşin, bi hev re tevbigerin. Em niha bi hev re ne. Birêz Ocalan vê helwestê gelekî hêja dibîne. HDP û nêrîna HDP’ê diyariya herî hêja ye ku radestî gelên me hatiye kirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê pêk tîne, di roja 85’an de ye. Parlamenterên HDP’yî jî li avahiya KCD’ê dest bi çalakiya nobedê kirin. Leyla Guven bi rêya telekonferansê ji beşdarên çalakiyê re axivîn.

‘ZEHMET JÎ BE EM Ê BI SER BIKEVIN’

Guven got, “Di nava faşîzmê de hûn dibêjin ‘qral tazî ye’ û têdikoşin. Têkoşîn û karê we ji nava gel tê û yekser bandorê li gel dike. Nizanim bê çiqasî wext di ser pêvajoya hilbijartinê re çûye, lê ji we hemûyan re serketinê dixwazim. Ev rê çiqasî zehmet dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.” Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari ji Guven re got, “Tu bi xeml û bedewî”, Guven jî jê re got, “Ev bedewî moral û bedewiya berxwedanê ye.”

‘ÇIRÛSKEK DIKARE AGIR BERDE GELEK TIŞTAN’

Hatîmogûllari got, “Çirûskek dikare agir berde gelek tiştan. Berxwedana te ji bo me gelekî hêja ye. Berxwedan û daxwaza te gelekî mafdar e. Em dixwazin tu bi vê zanibe; em, bi hezaran xwişkên di nava zext û zordariya faşîzmê de her bedelî didin pêş çavên xwe û hewl didin berxwedana te berbelav bikin. Em berxwedana te silav dikin. Ji te gelekî hez dikin.”

Parlamenterê HDP’ê Ridvan Tûran jî got, “Ala ku te li dijî şerxwazan, li dijî siyaseta tecrîdê bilind kiriye li her derê tê dîtin. Têkoşer teqez bi ser dikevin. Çirûska ku te pê xistiye ji bo me gelekî bi wate ye. Bi dîtina min, te wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih aniye.”

‘LI GIRTÎGEHAN TEVÎ ZILMÊ JÎ BERXWEDAN DIDOME’

Leyla Guven herî dawî got, “Nobeda we ya li wir gelekî hêja ye. Me bi salan hewl dan bi hev re bimeşin, bi hev re tevbigerin. Em niha bi hev re ne. Birêz Ocalan vê helwestê gelekî hêja dibîne. HDP û nêrîna HDP’ê diyariya herî hêja ye ku radestî gelên me hatiye kirin. Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad pêkan e. Bû gava destpêkê, nêzî 300 hevalên me li girtîgehê bi greva birçîbûnê ev dan destpêkirin.

Kiryarên welê li girtîgehan hene, bi rastî jî ne kêmî yên serdema 12’ê Îlonê ne. Di serî de Xarpêt û Patnosê hevalên ketine greva birçîbûnê li odeyên yek şexsî tên bicihkirin. Ji bilî xwê û şekir tiştekî nadin. Tevî vê yekê jî 45 roj in dest jê bernedane. Bi berdana min re xwestin berxwedanê têk bibin. Me dest bi vê rêyê kir, yên mayî wê bi rengekî bi rûmet bijîn. Silavên xwe li her kesî dikim, ji her kesî hez dikim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Rojhilatê Kurdistan başdarbûna xwe ji bo Konferansê ragihand

Nivîsa Pêş

HPG 4 nasnemeya gerîllayên ku li Agîrî şehîd ketiye eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG 4 nasnemeya gerîllayên ku li Agîrî şehîd ketiye eşkere kir

HPG 4 nasnemeya gerîllayên ku li Agîrî şehîd ketiye eşkere kir

Li Amed’ê bi hinceta wêneyekî sîvîlek hate binçav kirin

Li Amed'ê bi hinceta wêneyekî sîvîlek hate binçav kirin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.