Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG:” Dagirkeriya Tirkiyê bi balafirên şer bi zanebûn êrîşî sivîlan dike”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/01/2019 - 15:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG:” Dagirkeriya Tirkiyê bi balafirên şer bi zanebûn êrîşî sivîlan dike”
ParvekeTweet

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk bi balafirên şer bi zanebûn êrîş biriye ser sivîlên li Başûrê Kurdistanê û di encama êrîşê de çar sivîl şehîd bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk bi balafirên şer bi zanebûn êrîş biriye ser sivîlên li Başûrê Kurdistanê û di encama êrîşê de çar sivîl şehîd bûn. Di derbarê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê de HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa TC a dagirker, 23’ê Çileyê (doh) li hin herêmên Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî kir.Saet navbera 11:30 û 13:00, balafirên şer bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Garê û mintiqeya Reşava ya Deralokê barandin. Saet 19:20’î jî qada Qesrokê ya herêma Heftanînê bomberdûman kirin.

Êrîşê ti zerar negihand hêzên me yên gerîla, lê belê li mintiqeya Reşavayê 4 welatiyên me yên sivîl ên bi navê Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdûlqadir ên li Çemê Zê basî digirtin, ji ber bomberdûmanê şehîd bûn. Mirovên me yên sivîl bi koordîneya 4 balafirên keşfê bi zanebûn kirin hedef. Cenazeyên 2 ji wan hatin dîtin, cenazeyên 2 jî hîn nehatine dîtin.
Beriya her tiştî bila rehma Xwedê li van mirovên me be, yên di êrîşa hovane de şehîd bûn û serê xizmên wan û şêniyên Deralokê sax be.

Artêşa TC a dagirker dema dawî êrîşên hewayî yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde kiriye û ne tenê qadên gerîla, herêmên sivîlan jî dike hedef. Mînaka vê ya herî dawî, êrîşên li Deraok û Erêdnayê ne. Ev her du bûyer vê rastiyê bi rengekî vekirî radixin pêş çavan. Beriya niha mizgefta Gundê Bêbadê yê herêma Çemankê û malên gundiyan, herêma Çemço ku herêmeke tûrîstîk e, mirovên li qiraxa Çemê Markê pîknîk dikirin hatin bombekirin. Ev bûyer nîşan didin, armanca mêtingeriya faşîst ew e ku li Kurdistanê tiştekî bi navê Kurdayetiyê nehêle, hemû nirx û destketiyan ji holê rake. AKP ku ji aliyekî ve bi dehan baregehên xwe yên leşkerî di pratîkê de gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, li aliyê din bi çekên ji teknolojiya pêşketî komkujiyan li mirovên me yên sivîl dike. Ev rastî nîşan dide ku dijminatiya xwe ji PKK’ê jî wêdetir e. Eşkere ye ku bi rêya van êrîşan dixwaze çavê gelê Başûrê Kurdistanê yê cefakar bitirsîne û encama polîtîkayeke plankirî û zanebûn tên kirin.

Di êrîşên 3 salên dawî de tenê li herêma Amediyeyê nêzî 20 mirovên me bi zanebûn şehîd hatin xistin. Ev yek ji aliyê ti welatparêzekî Kurd ve nikare bê qebûlkirin. Bi navê Hêzên Parastina Gel em radigihînin ku pirsîna hesabê van mirovên me yên hêja, yek ji wezîfeyên me yên bingehîn e.

Li ser vê bingehê, em ji malbatên Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdûlaqir ên di vê êrîşa giran de şehîd bûn û ji gelê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku bi mezinkirina têkoşîna xwe em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YJC ji bo Rêberê Gelan çalakiya name dest pêkirin

Nivîsa Pêş

Li Cudî û Besta artêşa dewleta dagirker operasyon da destpêkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Cudî û Besta artêşa dewleta dagirker operasyon da destpêkirin

Li Cudî û Besta artêşa dewleta dagirker operasyon da destpêkirin

Jinên Gencanî Têkoşer dest bi qampanya nameyan kirin

Jinên Gencanî Têkoşer dest bi qampanya nameyan kirin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.