Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: ”AKP a kujer wê bê qedandin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/01/2019 - 11:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçan bi hev ve girêdayî ye
ParvekeTweet

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di salvegera 6’an a Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da.

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di salvegera 6’an a Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û got, “Niha li zindanan, li derve û li her devera ku Kurd lê ne, bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê, ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo li dijî faşîzmê têkoşîn tê kirin. Ev têkoşîna ku jin pêşengiyê jê re dike, mizgîniyê dide ku sala 2019’an wê bibe saleke têkoşîna mezin.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Beriya niha bi 6 salan, bi fermana desthilatdariya AKP’ê, ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz, ji berpirsyarên dîplomasiya Kurd a li Ewropayê Fîdan Dogan û ji kadroyên tevgera ciwanan Leyla Şaylemez li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Ev komkujî weke parçeyek ji êrîşa tasfiyeyê ya bi rêbaza Srî Lankayê pêk hat ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi cih dihate anîn. Daxwaz û hesreta azadiyê ya hevalên me yên hatine qetilkirin teqez wê bi cih werin anîn û dijminên Kurdan hemû wê werin têkbirin.

‘HIKUMETA AKP’Ê JI BER KU LI BER HILWEŞÎNÊ BÛ DEST BI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ KIR’

Êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk a qirker-mêtinger ên li dijî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd, bi tecrîdkirina Rêber Apo re havîna 2011’an dest pê kirin. ji bo van êrîşên xwe yên tinekirinê bi ser bixîne, rêveberiya PKK’ê kiribû hedef. Ji ber ku zanîbû li çiyayên Kurdistanê nikare vê bike, berê xwe da hevrê Sakîne a bi berpirsyariya karên li Ewropayê radibû û hevalên pê re. Bi fermana Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan, komkujî ji aliyê musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ve hate plankirin û bi destê endamê MÎT’ê Omer Guney ve hate kirin. Di polîtîkaya tinekirinê ya salên 2011 û 2012’an de biryar hatibû girtin ku her şêweyên rêbaza şerê qirêj bên bikaranîn û êrîşa dawî ya vê polîtîkayê jî Komkujiya Parîsê bû. Desthilatdariya AKP’ê ku dixwest bi modela Srî Lankayê Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike, ji ber ku li ber hilweşînê bû dest bi pêvajoya bê şer kir. Rêber Apo ji bo hurmet û rêzdariya li şehîdan, ji bo pêkanîna hesret û daxwazên wan, dest bi pêvajoyeke çareseriya demokratîk kir. Lê belê ji ber ku di karaktera Tayyîp Erdogan û AKP’ê de mejiyê demokratîk nîne, mîna sala 2011’an, bi tecrîda 5’ê Nîsanê re dest bi êrîşa tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kir.

Di nava van sê sal û nîvan de ku bajar hatin hilweşandin, bi sedan sivîl hatin kuştin, bi her şêweyên şerê qirêj êrîş li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate kirin, mîna Sakîne Cansiz rêveberiya rêxistinê jî kirin hedef. DYE’yê bi biryara xwe ya li dijî kadroyên pêşeng re, dewleta Tirk ji bo êrîşên bi vî rengî sor kir. Dewleta Tirk, sê sal û nîv in tevî ku bi derfetên xwe hemûyan êrîş dike, li bin guhê berxwedaneke ku wê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bîne, ketiye. Ruhê berxwedanê yê ku Sakîne Cansiz li girtîgeha Amedê nîşan da, niha li her derê rabûye ser piyan. Bi ruhê berxwedana zindanan, ruhê ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, berxwedana xwerêveberiyê û ruhê fedayî yê berxwedana Efrînê bûn yek û niha li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya qirker-mêtinger berxwedaneke dîrokî tê nîşandan. Ev berxwedan wê bi îradeya serbilind a Sakîne Cansizan teqez bi ser bikeve.

Tevgera Azadiyê ya Jinan bi pêşengî û keda mezin a Sakîne Cansizan mezin bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi ruhê Tevgera Azadiyê ya Jinan qewîn bû, di sala 7’an a şehadeta Sarayan de wê têkoşînê xurt bike û dawî li desthilatdariya AKP’ê bîne ku 9’ê Çileyê komkujî kir. Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk ku hevrê Sakîne di her kêliya têkoşîna azadiyê de pê bawer bû, wê teqez bi cih were anîn.

Têkoşîneke ku xwe bi ruhê azadiyê yê jinê xemilandiye, zor û zehmetiyên derdikeve pêşiya wê çi dibe bila bibe, wê bi ser bikeve. Li devera ku bi ruhê azadiya jinê têkoşîn tê kirin, desthilatdarî, serwer û mêtinger nikarin lê bisekinin. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bi ruhê azadiyê yê jinan xwe gihandiye wê astê ku têk naçe, li dijî her şêwe zehmetî û êrîşan têkoşîna xwe didomîne û jiyana azad û demokratîk nêz dike. Dilsoziya azadiyê ya Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) û mîrateya ku ji me re hiştine, li me ferz dike ku sala 2019’an em têkoşînê geştir bikin.

Niha li zindanan, li derve û li her devera Kurd lê ne, bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê, ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo û têkbirina faşîzmê têkoşîn tê kirin. Ev têkoşîna ku jin pêşengiyê jê re dike, mizgîniyê dide ku sala 2019’an wê bibe saleke têkoşîna mezin. Li ser vê bingehê, di serî de jin û ciwanên kurd em bang li gelê Kurdistanê hemûyan û dostên xwe dikin ku têkoşînê bilind bikin, faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û armanca Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk bi cih bînin.”

Parve Bikin1TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Amed’ê carekî din derketina derve hate qedexekirin

Nivîsa Pêş

Li sê girtigehên Tirkiye’yê 18 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li sê girtigehên Tirkiye’yê 18 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger kirin

Li sê girtigehên Tirkiye’yê 18 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger kirin

Endamê MÎT’ê ya Xwedî Nasnameya Reqama 27949532584 Hate Deşifre Kirin!

Endamê MÎT’ê ya Xwedî Nasnameya Reqama 27949532584 Hate Deşifre Kirin!

Manşet

  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.