Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TEV-DEM: ”Li Dijî Êrîşên Dijmînê Gelan Rabin Serpiyan”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/12/2018 - 13:21
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
TEV-DEM: ”Li Dijî Êrîşên Dijmînê Gelan Rabin Serpiyan”
ParvekeTweet

TEV-DEM: ”Em bangî hemû gelên Bakurê Sûriyê, Iraq, Sûriye û hemû gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên dijminê gelan rabin ser piyan û li ber xwe bidin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) têkildarî gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên wê li dijî Mexmûr û Şengalê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

”Dewleta Tirk a ku destekê dide DAÎŞ’ê û  ji ber sedema dijminatiya wê ya li Kurd û demokrasiyê, li Rojava û Bakurê  Sûriyê dijminatiyê  li Kurd, Ereb, Asûr-Sûryan, Çerkez, Ermen û  Tirkeman dike, ku şoreşa demokratîk pêk anîne, niha jî dixwaze Bakurê Sûriyê dagir bike. Dewleta Tirk ku destpêka vê salê bi têkiliyên gemarî, bi destûra Rûsyayê Efrîn li gel çeteyên xwe dagir kirî, niha jî bi têkilî û hevdîtinên ku em baş bi naveroka wê nizanin û bi wêrekiya ku ji bêdengiya hêzên koalîsyonê standî, ragihandiye ku bi eteyên ku rêxistiniya wan kiriye wê herêmên azad û xweser ên Bakurê Sûriyê dagir bike.
Di serî de gelê Kurd, Ereb, Asûr-Suryan hemû gelên Bakurê Sûriyê li ser bingehê têgihiştana Neteweya Demokratîk a biratiya gelan li Bakurê Sûriyê pergalek civakî, aborî û çandî ku xwe dispêre jiyana azad û demokratîk ava kirine. Çeteyên DAÎŞ, Nusra û Artêşa Azad ku êrîş birin ser hemû gelên Sûriyê, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê erîş birin ser hêzên demokratîk, şoreşger ên Bakurê Sûriyê jî. Ereb, Kurd, Asûr-Suryan û hemû gelên Bakurê Sûriyê bi dayîna zêdetirî deh hezar şehîdan û hîn zêde birîndaran ev êrîş şikandin; çeteyên DAÎŞ û yên din xistin pêvajoya tunekirinê. Bi vî rengî hêza xweparastina gelan QSD ne tenê gelên Bakurê Sûriyê parast hemû mirovahî parastiye. Ji bo hemû mirovahiyê bedelên giran û mezin dan. Hemû dewletên ku li dijî DAÎŞ’ê koalîsyon ava kirine jî di vê têkoşînê de bi QSD’ê re hereket kirine.

Hemû gelên cîhanê jî dizanin ku, wexta Kurd û gelên Bakurê Sûriyê li dijî DAÎŞ’ê têdikoşiyan, dewleta Tirk jî têkiliyên xwe bi DAÎŞ’ê re bi awayekî vekirî û nepenî berdewam kiriye. Li bendê bû ku DAÎŞ şoreşa demokratîk a li Bakurî Sûriyê pêk tê biçewisîne.

Gelên Bakurê Sûriyê ku li dijî DAÎŞ’ê bi bedelên giran têdikoşiyan, dewleta Tirkiyê jî di warê siyasî û aborî de bi hêzên koalîsyonê re di nava danûstandinê de bûn û hertim êrîş birin ser pergala demokratîk a li Bakurê Sûriyê tê avakirin. Gelên Bakurê Sûriyê ku li dijî DAÎŞ’ê bi koalîsyonê re têkoşîna hevpar dimeşandin, hêzên koalîsyonê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk tu helwest nîşan nedidan rewşeke bi tu awayî nayê qebûlkirin e. Dewleta Tirk ku endamê NATO’yê ye berpirsyariya siyasî û exlaqî ya hêzên koalîsyonê hîn jî zêdetir kiriye. Lewma êrîşên ji aliyê dewleta Tirk pêk tên bi çekên hêzên koalîsyonê ku dane dewletên NATO’yê pêk tên.

Wexta hêzên çekdar ên Sûriye û Rûsyayê êrîş birin ser qadên Bakurê Sûriyê hêzên koalîsyonê bersiv dan, lê li dijî êrîşên Tirkiyê bêdengiya wê manedar e. Tu danûstandin û têgihiştinek siyasî li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdengmayînê rewa nake. Di dagirkirina Efrînê de çawa ku rola Rûsyayê ya hatiye lîstin nayê qebûlkirin; li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdengmayîna hêzên koalîsyonê jî nayê qebûlkirin. Di dagirkirina Efrînê de çawa ku Rûsya şirîkê sûc e, wexta di vê dagirkirina dewleta Tirk de di serî de DYA hemû hêzên koalîsyonê bêdeng bin ew jî dibin şirîkê vî sûcî.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Bakurê Sûriyê ku Rûsya û Sûriye helwesteke vekirî û zelal danaynin holê, ev jî nîşan dide ku ew ji êrîşeke wisa berjewendiyên polîtîk hêvî dikin. Jixwe Rûsya hertim bi gotina ku li Rojhilatê Firatê bi avakirina dewletekê tê xwestin Sûriye dabeş bibe, dewleta Tirkiye û Sûriyê tîne halanê. Hêzên koalîsyonê ku yekîneyên wan ên eskerî li qada Bakurê Sûriyê ye bêdeng dimînin; Rûsya û Sûriye helwesteke vekirî nîşan nadin dide xuyakirin ku gelên Bakurê Sûriyê bi komplo û planeke qirêj re rû bi rû ye. Gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyê divê vê rastiyê baş bibînin û bi bîrbirina ku hêzên esasî yekîneyên wan e têkoşîna li dijî dagirkirinê bi awayekî herî xurt bidomînin.

Gelên li cîhanê jî li beramberî êrîşên di serî de li ser Kurdan, Ereban, Asûr-Suryanan hemû gelên Bakurê Sûriyê ku li ser navê tevahiya mirovahiyê li dijî DAÎŞ’ê têdikoşiyan, li hemberî bêdengiya hêzên koalîsyonê û DYA’yê divê helwest nîşan bidin. Di serî de ev sekna DYA û hêzên koalîsyonê ku di wijdan û exlaqê siyasî de cihê wê tune ye tê wateya erêkirina êrîşê. Di vê çarçoveyê de hemû hêzên demokratîk ên cîhanê û hemû mirovahiya xwedî wijdan, ev helwestên ne exlaqî û wijdanî yên li hemberî gelên Bakurê Sûriyê ku ji bo hemû mirovahiyê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de zêdetirî deh hezaran şehîd dan divê helwesteke vekirî nîşan bidin. Ew dewlet û hêzên siyasî ku wexta di şerê li dijî DAÎŞ’ê de pesnê YPG, YPJ, QSD’ê didan li hemberî gelên Sûriyê ku bi dehan zarokên xwe şehîd dan divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Dewleta Tirk ne tenê êrîşî gelên Bakurê Sûriyê ku li dijî DAÎŞ’ê zêdetirî deh hezaran zarokên xwe şehîd dan û bi deh hezaran birîndar bûn dike, êrîşî gelê Êzîdî ku rastî komkujiya DAÎŞ’ê hat û êrîşî gelê Botanê ku ji ber zilma dewleta Tirk reviyan li kampa Mexmûrê bi cih bûne û li wir rastî êrîşa DAÎŞ’ê hatine jî dike. Li ku derê Kurdên ku girêdayî jiyana demokratîk û azad hene li hemberî wan dijminantiyê dike. Êrîşên li ser gelê Mexmûrê û li ser gelê Êzidî yên mezlûm bi armanca tiştên ku DAÎŞ kirine, temam bike. Li Mexmûrê qetilkirina 4 sivîlên ku jin û zarok in karakterê dewleta Tirk nîşan dide. Yên ku bi helwestên xwe cesaretê dide van êrîşan jî DYA û hêzên koalîsyonê ne. Ji bo hîn sûcên mirovahiyê yên mezin neyên kirin em bang dikin ku DYA û hêzên koalîsyonê dev ji vê helwesta xwe berdin, nebin şirîkê êrîşên Tirkiyê ku dijminê gelan û demokrasiyê ye û bangî Neteweyên Yekbûyî jî dikin ku li beramberî van êrîşan derhal berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Gelê me yê hêja û hemû gelên cîhanê; dewleta Tirk bi êrîşa li ser Bakurê Sûriyeya demokratîk û azad ku ew ê bibe bingeh û haveynê demokratîkbûna Rojhilata Navîn û Sûriyê ne tenê li dijî Kurdan, Ereban û Sûriyeyiyan li dijî hemû mirovahiyê dijminantiyê dike. Êrîşa li ser gelê Êzîdî yê mezlûm ku rastî komkujiya DAÎŞ’ê hatiye û êrîşa li ser gelê Mexmûrê ku di bin garantiya Neteweyên Yekbûyî de ye nîşan dide ku dewleta Tirk xwediyê karakterekî çawa yê dij mirovahiyê ye. Ev êrîş di serî de  piştgiriya DAÎŞ’ê û piştgiriya hemû dijminên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e. Dijminantiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan ketiye rewşekê ku dijminantiya hemû gelan û hemû hêzên demokrasiyê dike. Di vê çarçoveyê de têkoşîna li dijî dagirkirina dewleta Tirk ku hîn jî weke li Idlibê xuya dike piştevanê çeteyên dij mirovahiyê ye û di platformên siyasî de berdevkê wan e li tevahiya Rojhilata Navîn dibe têkoşîna li dijî faşîstên dijminê demokrasiyê. Lewma berxwedana li dijî vê dagirkirinê; ew ê bibe berxwedana demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Li ser vî bingehî di serî de em bangî hemû gelên Bakurê Sûriyê, Iraq, Sûriye û hemû gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên dijminê gelan rabin ser piyan û li ber xwe bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

REWŞEN MÊRDÎN; ”Pêvîste Hemû Jin Wekê Leyla Guven Pêşengtî Bikin”

Nivîsa Pêş

Qirkirina Siyasî Berdewam Dike; Li Îzmîr 7 Kes Hatin Girtin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Qirkirina Siyasî Berdewam Dike; Li Îzmîr 7 Kes Hatin Girtin

Dewleta Tirk li Efrîn’ê Hovîtiyê Xwe Didome; Xesp, Êşkence, Dizî

Dewleta Tirk li Efrîn'ê Hovîtiyê Xwe Didome; Xesp, Êşkence, Dizî

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên TekoJIN Li Avahiya SWR Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.