Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Îmraliyê re ‘Na’, ji PYD-HDP-PJAK’ê re ‘Erê’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/12/2018 - 11:16
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Li Berlîn’ê Ciwan Amedene Li Dijî Faşizmê Bimeşin
ParvekeTweet

SALİH CUMA PÎR

Biryara DYA’yê ya der barê 3 rêveberên PKK’ê de; versiyona polîtîkayên nû ya DYA û Ewropayê ya ku dibêjin ji Apo re ‘Na’ ji PKK’ê re ‘Erê’ ye. Ev nêzîkatiya niha ji Apo û PKK’ê re ‘Na’ lê ji PYD, HDP û PJAK’a ku li ser bingeha têkoşîna wan derketine holê re bûye ‘Erê’. Bala xwe bidinê PYD, HDP û PJAK tên pejirandin lê Tevgera ku bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye jî nayê pejirandin. Komploya Navdewletî û kospeta niha bi vî awayî tê birêvebirin. Di nav vê konseptê de DYA û Ewropa jî hene. Helwesta YNK û KDP’ê jî dide xuyakirin ku ew jî perçeyên vê konseptê ne. Ango nêzîkatiyek wiha ye ku dixwazin destketiyên bi têkoşîna PKK’ê derketine holê bi dest bixin. Ger em bi van hûrgiliyan nizanibin jî çaroveya komploya navdewletî ya giştî bi vî rengî ye.

Rayedarên DYA’ê li gelek cihan dibêjin ku ew ê bandora PKK’ê ya li Rojava û Sûriyeyê bişikînin. Û xuya dibe ku vê bandorê gav bi gav li Bakur, Rojava û Rojhilat jî dixwaze têxe pratîkê. Geşedanên siyasî yên dawîn vê rewşê nîşan didin. Wisa xuya dibe ku DYA li Sûriyeyê metirsiya tirk wek darê zorê bi kar tîne. Çavgirtina li êrîşên dewleta tirk ên destpêkê û piştre avêtina dewriyeyan û anîna rojevê ya avakirina nuqteyên çavdêriyê vê rastiyê radixe ber çavan. Nêzîkatiyên DYA’ê yên dawîn ên li Sûriye û Rojhilata Navîn bi êrîşên li hemberî dînamîkên demokarasiyê xwe didin der. DYA di heman demê de hevkariyê bi hêzên dijminê demokrasiyê yên mîna Tirkiyeyê re dike. Ev polîtîka tenê bi Rojava û Sûriyeyê sînordar jî nîne. Li bakurê Kurdistanê jî hewldanên bi vî rengî hene. Dixwazin bidin nîşandan wek ku Îmrali û PKK ya ku herî zêde ji bo pêşketina demokrasiya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê têdikoşin, demokrasiyê naxwazin. Ev hêzên ku nikarin bi ser polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê de herin, dixwazin hêzên kurd ên azadîxwaz ên li Bakur û Rojava bêçalak bikin û li ser vê bingehê armanc dike ku Tirkiyeyê jî ji bo polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn bi kar bîne. Dixwaze vê jî bi fedakirina kurdan pêk bîne.

Dînamîka herî bi hêz a demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn, bi feraseta neteweya demokratîk û paradîgmaya azadiya jinê û civaka ekolojîk û demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye afirandin. Gelê kurd di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de rola pêşeng dilîze. Hêza ku diguherîne û vediguherîne jî kurd in. DYA vê hêzê li Rojhilata Navîn ne ji bo demokratîkkirinê, dixwaze ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ji ber vê yekê jî ji Îmralî û PKK’ê re dibêje na lê ji hêza civakî û siyasî ya ku afirandî re dibêje erê. Bi vê re jî dixwazin li ser PKK’ê komployeke nû pêk bînin. Divê tu kes saf nebe û divê van rastiyan bibîne. Divê firsetê nedin tu kesî ku ev destketî û hêza ku di encama berdêlên giran de hatine bidestxistin, bi awayekî bêserûber bên talankirin. Ji ber ku êrîşeke wiha ya li dijî PKK’ê, li dijî hemû kurdan e.

Bêbandorkirina Tevgerê ya li Başûr jî divê weke perçeyekî vê planê bê dîtin. YNK çiqas di ferqa vê planê de ye nayê zanîn lê qedexeya li ser Tevgerê di xizmeta vê komployê de ye. Ger ku ev plan bi ser keve, ya ku herî zêde wê zirarê bibîne jî wê YNK be. Ger ku YNK bi dûrbînane û berfireh li mijarê binihêre, wê bibîne ku di dawiya vê planê de ya ku wê zirarê bibîne, ew bi xwe be. PKK bi hêz û tecrûbeya xwe ya 45 salan, wê van astengiyan careke din derbas bike. Weke hêzeke berxwedêr, wê van êrîşan teqez berteref bike. Li dijî vê konseptê wê bêteredût têbikoşe. Wê derfet ji hewldanên hin derdorên ku dixwazin têkoşîna gelê kurd û Tevgera Azadiyê sist bikin re neyê dayîn. Tu xêr di plana DYA’yê ya ji bo kurdan de nîne. Di sala 1999’an de hin xafîl û xayînên ku di gotin, ‘piştî derbaskirina astengiya Rêber Apo wê pirsgirêka kurd çareser bibe’ hebûn. Niha jî kesên wiha derketine. Ev polîtîka, bi temamî ji bo xapandina gelê kurd tên meşandin. Hem kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û hem jî siyasetmedarên kurd ji van polîtîkayan êdî haydar in. Ne PYD, ne PJAK û ne jî HDP êdî nayên van lîstikan. Berevajî vê, wê li çavkanî û dînamîkên ku jê hêz digirin bêhtir xwedî derkevin û têkoşîna jiyana demokratîk pêş bixin. Kurd êdî xwedî zanebûneke wisa ne ku bi gotin û lîstikên ‘Mihemede Kurd here nobetê’ naxapin.

Qedexeya YNK’ê ya li ser Tevgerê û êrîşên wê yên li dijî komeleyên jinan, di esasê xwe de berdewamiya êrîşên li dijî HDP’ê yên li Bakur in. Ji ber ku dewleta tirk vê yekê dixwaze. Tayyîp Erdogan her roj di got; ‘li ku derê bin em ê êrîşî wan bikin.’ Yên ku êrîşî DBP û HDP’ê dikin bêguman wê êrîşî PYD, PJAK û Tevgerê jî bike û li dijî wan dijminatiyê bikin. Herî dawî gotina konsolosê tirk ê Hewlêrê ku ji bo Tevgerê di got ‘terorîst e’, vê rastiyê radixe berçavan. YNK’ê di bereya xwe ve, xizmeta polîtîkaya krîmînalîzekirina hêzên kurd ên demokratîk a dewleta tirk kiriye. Di vê çarçoveyê de jî divê YNK dev ji nêzikatiya xwe ya êrîşkar a li dijî Tevger, tevgera jinê û saziyên din ên demokratîk berde. Mirov ji ku dera zirarê vegere, kar e.

ÇAVKANÎ: E-ROJNAME

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di Sinorên Bêwate yê Navbera Şengal û Rojava de Wê Derî Vekirî Bimîne

Nivîsa Pêş

BÖG: Faşizma AKP-MHP di hedefa me de ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
BÖG: Faşizma AKP-MHP di hedefa me de ye

BÖG: Faşizma AKP-MHP di hedefa me de ye

NÛÇEYA LEZGÎN- Ji YPG Li Efrîn'ê Di 3 Cihan De Çalakiya Sabotajê; 4 Çeteyên Tirk Hatin Kuştin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5’Ê ADARÊ 2023’YAN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.