Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

26 sale kujerên Apê Mûsa hê jî serbest in

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/09/2018 - 2:20
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
26 sale kujerên Apê Mûsa hê jî serbest in
ParvekeTweet

Ev 26 sal derbas bûn ku rewşenbîrê Kurd, nûçegihan-nivîskar Mûsa Anter, bi gotina Kurd Apê Mûsa ji hêla JÎTEM’ê ve hatî kuştin. 20’ê Îlona 1992’an Apê Mûsa ku tevlî Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê bûyî û pirtûkên xwe îmze kirî, êvarî li Taxa Seyrantepeyê lê reşandin û di 72 saliya xwe de hate kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê berê yê AKP’ê Orhan Mîroglu ku wê rojê li gel Apê Mûsa bû û piştre derketî holê ku endamê MÎT’ê yê bi navê xwe yî kod ‘Tayfûn’ e bi birîndarî xilas bû.
Ji hêla her kesî ve dihate zanîn ku faîlê Apê Mûsa ku ji hêla şebekeya cinayetê ya dewleta Tirk JÎTM’ê ve hatî kuştin, ne meçhûl e. Lê li Tirkiyê ji lêpirsîna 8 salan tiştek derneket. Li ser vê malbata Anter sala 2000’î serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

CÎNAEYETÊ DI RAPORÊN SUSURLUKÊ DE CIH GIRT

Dadgehê piştî ku doz qebûl kir û danî ber xwe parêzerên ku 2005’an parastina Tirkiyê dikirin bi teklîfa ‘lihevkirinê’ çûne cem malbatê û 15 hezar Euro pêşniyar kirin. Malbatê pêşniyara tazmînatê qebûl nekir û xwest ku doz bidome. Di encamê de 19’ê Kanûna 2006’an Tirkiye li DMME’yê sûcdar hate dîtin, bi sedema ku mafê jiyanê hatiye binp^keirin. Tirkiye mehkûm bû ku 28 hezar û 500 Euro ceza bide.

Di Rapora Susurlukê de derkete holê ku Apê Mûsa ji hêla JÎTEM’ê ve bi rengekî planirî hatiye kuştin.  Di raporê de derbarê Mûsa Anter wiha hatibû gotin, ”Kesên ku li dijî yekîtî û yekerebûna welêt xwedî çalakiyê ne cezayê herî giran heq kirine. Tê gotin Mûsa Anter ne xwedî çalakiyeke çekdar bûye, bêhtir bi fîlozofiya kar re mijûl bûye, bandora piştî kuştina wî ji bandora wî bêhtir mezin bûye û biryara kuştina wî şaş bûye.”

DMME’YÊ TIRKIYE SÛCDAR DÎT

Tetîkêşê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan jî piştî bi salan li ser cînayeta Apê Mûsa li xwe mikur hat. Aygan got cînayeta Apê Mûsa  JÎTEM’ê plana wê daniye û damezirînerê JÎTEM’ê Serbaz Ahmet Cem Ersever, Mahmût Yildirim ê navê kod Yeşîl, endamên JÎTEM’ê Mustafa Denîz, Savaş Gevrekçî, Alî Ozansoy, îtîrafkar Cemîl Işik (Hori) û Hamît Yildirim berpis in.

Li gel mehkûmkirina DMMEyê û mikurhatinên Aygan jî doza cinayeta Apê Mûsa tim li erdê hate hiştin. Piştî ku di ser cînayetê re 20 sal çûn, 29’ê Hezîrana 2012’an li Şirnexê bi girtina tetîkêş Hamît Yildirim  doz ji ‘derbasbûna demê’ xilas bû. Îdîanameya ku 25’ê Hezîrana 2013’an hatî hazikriin ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 7’an ve hate qebûlkirin.

‘MÎROGLU ‘TAYFÛN’Ê MÎT’Ê BÛ’

Doza Cînayeta Mûsa Anter 2014’an ji hêla  Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin ku bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê re bibe yek.  Lê doz 2015’an bi hinceta ‘ewlekariyê’ birin Enqerê.  Li Dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Enqerê li ser 18 kesan ku di na wan de Mahmût Yildirim, Savş Gevrekçî, Abdulkadîr Aygan, Hamît Yildirim, Cemîl Işik, Muhsîn Gul, Mehmet Zekî Karedenîz û Fethî Çetîn hebûn, ji sûcê ‘bi temamû kuştina mêran’ cezayê muebbeta girankirî hate xwestin.
Di dozê ku bi salan dewam kir bersûcan hemû sûcdarî red kirin,  li ser mikurhatiyan Mahmut Yildirim,Fethî Çetîn , Abudlkadîr Aygan, Muhîn Gul û Cemîl Işik biryara girtinê hate standin. Velî Kkuçuk û Mehmet Eymur bi rengê şahid li wan hate guhdarkirin. Kuçuk JÎTEM jî di nav de her tişt ed kir, Eymur got Orhan Mîroglu yê li cem Apê Mûsa, ku navê wî yê kod Tayfûn ji MÎT’ê re dixebitî û ji bo ku kuştinê bavêje ser PKK’ê ew sax hiştine.

TEKANE KESÊ KUJER HATE BERDAN

Dadgehê li gel  îfadeyên şahidan û delîlan ji dozê tekane kesê girtî Hamît Yildirim berda. Cem Ersever, Mustafa Denîz, Kutlu Savaş û Neval Boz ku navê wan di nav cinayetê de derbas dibû hatin kuştin. Abdulkadîr Aygan jî li Swêdê dijî. Çi bi Yeşîl hate kesek nizane. 11’ê Tîrmeha 2018’an di danişîna dawî ya cînayeta Apê Mûsa de biryar hate standin ku li Ismaîl Hakki Pekîn, ku serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Seroktiya Serekerkaniyê ye, ku dibêje Yeşîl sax e, were guhdarîkirin û dadgeh taloqî 14’ê Mijdarê bû.

Di cîneyeta Musa Anter de ku 26 sal di ser re derbas bûn, tê xwestin ku weke cînayetên dî yên ‘faîlî meçhûl’ ser were nixumandin. Di dema AKP’ê de ku kujer têne berdan û xelatkirin di dosyayên cînayetê yên ‘faîlî meçhûl’ de li gel ku faîl û kesên li pişt wan têne zanîn jî hatin girtin. Heke doza Apê Mûsa jî wiha bidome piştî bi 4 salan wê ‘dem di ser re derbas’ bibe.

JIYANA WÎ LI GIRTÎGEH Û SIRGÛNÊ DERBAS BÛ

Apê Mûsa ku 1920’an li gundê Ziwingê ya Stilîlê ya Nisêbînê jidayik bûyî jiyana wî li girtîgeh û sirgûnê derbas bû.
Apê Musa piştî ku sala sêyan Fakulteya  Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê berda, ji Postaya Şarkê û Dîcle Kaynagi re nivîsî. Ji ber sedema helbesta ‘Qimil’ a di rojnameya Îlerî Yurt de 1959’an di Doza 49’an de bi darvekirinê hate darizandin. Apê Mûsa piştî Darbeya Gulanê hate berdan û li Deng, Bariş Dunyasi û Yonê nivîsî.

WÊ WERE BIBÎRANÎN

1963’an bi doza 23’yan dîsa kete girtîgehê. 1967’an şandin Sirgûnê. Darbeya Îlonê ji ber ‘Propagandya Kurdîtiyê” hate girtin. Bi tevahî 11,5 salan li girtîgehê ma.  Di gelek rojname û kovarên wekî Azadiya Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Rewşen û Telo de nivîsî. Pirtûkên bi navê Birîna Reş, Qimil nivîsi, her wiha Ferhenga Kurdî-Tirkî hazir kir Hatiralarim ı, ıı nivîsî. Her wiha berhemên Vakayiname, Firat Marmaraya Akar û Çinara Min nivîsî.
Îro salvegera kuştina Apê Mûsa ye, merasîma pêşî wê saet 11.30’an li Seyrantepe be, li cihê ku lê hatî kuştin. Piştî nîvro jî li ser gora wî li Nisêbîn li gundê Stîlîlê saet 15.00’an wê were bibîranîn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Reqayê du çete hatin girtin

Nivîsa Pêş

ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2018 AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 14’Ê GULANA 2018 AN

ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2018 AN

HRW: Divê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê werin lêkolînkirin

HRW: Divê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê werin lêkolînkirin

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Li Rihayê Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.