Enter your email Address

Perşembe, Ağustos 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KNK bi daxuyaniyekê komkujiya Şengalê bi bîr anî

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/08/2018 - 9:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
KNK’ê êrîşên li ser Filîstiniyan şermezar kir
ParvekeTweet

Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtiniyeke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera 4’an a Qirkirina Şengalê ku 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestiya Îslamî di perspektîfa dijî Kurd û Kurdistanê de gihiştin hev û di bin kirasê DAÎŞ’ê de ji dergehê Şengalê ve êrişî Kurdistanê kirin.

HEMÛ DAGIRKERÊN LI KURDISTANÊ JI BER ÊRÎŞA DAÎŞ’Ê KÊFXWEŞ BÛN

KNK’ê bi bîr xist ku Şengal warê qedîm ê civaka Êzidî ye û bi plan bû hedefa êrîşên DAÎŞ’ê.

Konseya Rêveber işaret bi kêfxweşiya hemû dagirkerên li Kurdistanê ji êrîşa DAÎŞ’ê kir û got, “Îran, Tirkiye û heta rêveberiya Bexdayê, rejima şovenîst ya Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAÎŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî Kurd û antî Kurdistan yên van navendên dagirkeriyê. DAÎŞ bû lolebkêşa sîstemên kolonyalîst ên li Kurdistanê. Bi vê êrişê ve esasen xwestin hem destketên Kurdan li başûr û rojavayê Kurdistanê têk bibin û careke din nîrê kolonyalîzmê danine ser stuyê Kurdan, hem jî ji aliyê teessubiya Îslamî ve baweriya Êzidîtiyê binbir bikin. Lewma jî fermana qirkirina civaka me ya Êzidî dan.”

BI PÊŞENGIYA GERÎLA KURD Û KURDISTAN JI BO ŞENGALÊ SEFERBER BÛN

KNK’ê diyar kir ku çiyayê Şengalê bilindahiya xwe kir stargeha civaka Êzidî û wiha dewam kir: “Ev kiryara encam trajîk ya jenosîdal ya li ser xelkê me yê Êzidî, Kurdistan û dinya hejand. Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzidî. Bi taybetî gerîlayên HPG’ê, hêzên YPG û YPJ’ê bi qegremanî û fedakariyek mezin nîşandan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşiya êrîşan girtin. Çi ji cepheyê sivîl ve, ji cepheyê leşkerî ve Kurd, Kurdistanî seferber bûn û ji milekê ve dijî DAÎŞ’ê şer kirin, ji milê din ve xelkê derbederbûyî xwedî kirin. Dinyaya humanîter jî di vî warî da aktîv bû û hem ji aliyê leşkerî ve, hem jî ji aliyê hewcehiyên mirovî ve piştevaniyeke mezin û fireh digel Kurdan hate kirin. Hêzên neteweyî yên Kurdistanê, parastina xelkê me yê Êzidî da, berxwedaneke mezin ya parastinê kirin. DAÎŞ bi seferberî û hevratiya hêza navxweyî û ya derveyî hate sekinandin û di serî da Şengal û cihên din ên Kurdistanê ji DAÎŞ’ê hatin rizgar kirin.”

JINÊN ÊZIDÎ BÛN SEMBOLA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KEVNEPERESTÎ Û ZÎHNIYETA REŞ

Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin ku li gel rizgarkirina Şengalê jî hejmareke mezin a Êzidiyan ji cih û warê xwe bûne û birîna 3’ê Tebaxê hîn dewam dike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Hejmareke bilind a jinên Êzidî yên ku hatine êsîr kirin hêj jî bêseraşûn in û aqîbeta wan ne diyar e. Ji ber hindê jî vê bûyera xembar jina Êzidî kiriye sembola xebat û têkoşîna dijî kevneperestî, fanatîzm û zihniyeta reş ya îslamî û divê ev pirsa jinên Êzidî bi hemû giranahiya xwe ve daîm di rojevê da bête ragirtin. Herwisa hejmareke zêde ya xelkê me yê Êzidî di nav jiyana peneberiyeke dijwar da belav dibe û ji bo başkirina jiyana wan jî divêt xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurt kirin.

BIRÎNA ŞENGALÊ BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIKEWE

Mixabin hêzên ku lazimbû Şengal biparastina, hêzên wê demê li Şingalê bûn û ji parastina Şengalê berpirsyabûn, wan hêzan Şengal ne parast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê Êzidî hat. Ev jî rastiyekî derdixe holê ku pêwîste hem Şengalî xwe biparêzên û hem jî xwe rêvebibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de Şengal xwedî statûteyek taybet û xweser be.”

Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtiniyeke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe.

Di dawiyê de jî hate gotin, “KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyariyî xelkê me bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 2’Ê TEBAXA 2018 AN

Nivîsa Pêş

Analîzên Rêberê Gelan Ocalan: Li Tirkiyê pirsgirêkên demokratîkbûyînê, li Kurdistanê modêla çareseriyê 2

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Analîzên Rêberê Gelan Ocalan: Kapîtalîzm ne ekonomî, formekî desthilatdarî ye 7

Analîzên Rêberê Gelan Ocalan: Li Tirkiyê pirsgirêkên demokratîkbûyînê, li Kurdistanê modêla çareseriyê 2

Jinên ciwan ji bo azadiya Rêberê gelan standa pirtûkan danîn

Jinên ciwan ji bo azadiya Rêberê gelan standa pirtûkan danîn

Manşet

  • Li Helebê Gotûbêja Ekolojiyê
  • Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir
  • Karasû: Eger Komîsyon bendewariyan pêşwazî neke, wê encamek baş dernekeve
  • HPG-NRÇ’ê Fermandar Elî Serhed bi rêzdarî bi bîr anî
  • Li Heseke bi sedan tevlî şahiyê li hola Serdemê bûn
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Meşek Li Dijî Madeyên Hişber Lidar Xist
  • Li Qamîşloyê ji bo Ciwan û Zarokan Hewzek û Parkek Nû Vebû

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Fermandar Elî Serhed bi rêzdarî bi bîr anî

    HPG-NRÇ’ê Fermandar Elî Serhed bi rêzdarî bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çand û hûnera kurdî di nava ciwan û zarokên Hesekê zindî dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Marsîlyayê ji bo Armancên Perwerdehiyê Belgefîlma Vejîna Kurdan Temaşe Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamîşloyê ji bo Ciwan û Zarokan Hewzek û Parkek Nû Vebû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Meşek Li Dijî Madeyên Hişber Lidar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Çalakiyên Li Dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Berdewam Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê 5 şehîd bi hurmetî bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Heseke bi sedan tevlî şahiyê li hola Serdemê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.