Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dîroka Roja Karkerên Cîhanê “Roja 1’ê Gulanê”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/05/2018 - 13:35
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Dîroka Roja Karkerên Cîhanê “Roja 1’ê Gulanê”
ParvekeTweet

1’ê Gulanê di roja me ya îro de li gelek welatan weke rojeke tehtîlê ye û ji aliyê karkeran ve bi xwepêşandanên girseyî tê pîroz kirin. Li hin welatan jî 1ê Gulanê bûye çalakiya daxwazên demakratîk ên siyasî.

NAVENDA NÛÇEYAN – Di sedsala 19 an de, li Ewropa û Emerîka, karker û kedkar di rewşekê pir zehmet de bûn. Ev zehmetî, belengazî û hejarbûna wan bû. Di karên paşketî de, li dijî tenduristiya mirovan, rojane 15-16 saetan dixebitîn.

Di gel vê yekê de jî, heqdestê karkeran, carna têra xwarina wan jî ne dikr. Di wê demê de, karker ji zanebûn û rêxistinê dûrbûn. Nizanibûn mafên xwe yên mirovahî biparêzin. Di sedsala 19 an de, bi pêşketina burjiwaziyê, ku teknolojî bi pêşdike ve. Ceyran tê keşifkirin. Ev pêşkeninên teknikî, berheman zêdedike. Êdî pêwistî bi hejmara karkeran ya zêde namîne. Di vê rewşê de, di navbera karkeran de, pêşbazî çêdibe. Betalî pir dibe û di warê aborî de, heqdesta karkeran kêmdibe.

Karker li hemberî makînî û teknolojiyê dibin dijmin. Ev dijminahî bi awayekî zelal li Ingiltere bi çalakiyan destpêdike û li cîhanê belavdibe. Êdî karker çareseriyê di tunekirina teknolojiyê de dibînin. Lê belê, pêşketina karkeran li ser bingehên zanistî û felsefî destpêdike. Ev Pêşketin bi xwe re rêxistina dertîne holê û ji nava refên karkeran rêvebirên tekoşînê derdikevin. Bi van rêvebiriyan re hêza wan birêxistin dibe.

Di sala 1884 an de, karkeran dîtin ku çeka wan ya herî mezin, rêxistinbûna wan e. Yekîtiya karkerên navnetewî û federasyona karkeran ya Emerîka, ji desthilatdarên burcuwazî daxwazkirin, ku saetên kar yên rojane bibin heşt saet û ev yek pêwist e heya du salan pêk were.

Piştî ev dema ku karkeran destnîşankiribûn bi dawî dibe, di 4’ê gulana sala 1886an de li bajarê Emerîka Chicago, ji aliyê sendîkaya karkeran ve li Meydana Haymertê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hemû rêxistinên karker û kedkar beşdarbûn. 80 hezar karker bi tevî malbatên xwe bi biryar û bi coşeke mezin mîtingên xwe bi dawîdikin. Lê belê di dawiya çalakiyan de, parazvanên netewî yên dewletê, gelên xwepêşandêr didin ber fîşekan. Di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest didin. Li dijî vê buyerê, roja din, mîting tên li darxistin. Di vê buyerê de jî, kesekî provakator, bombeyekê davêje, di encamê de polîsek birîndardibe. Li dijî vê parazvanên dewletê her deverê bombebarandikin.

Bi sedan karker têne binçavkirin. Weke berpirsiyarên vê çalakiyê 4 rêvebiriyên karkeran têne girtin û bi destî heman hêzan têne dardekirin. Ev her çar rêvebir Albert Parsons, August Spies, George Engel û Adolph Fischer in. Beriya ku bêne dardekirin, Spiyas û Parsons wiha dibêjin; we dengê me îro fetisand, lê belê dengên hê mezin û bihêztir wê bilind bibinû. Dengê gel wê xwe bide bihîstin. Ev gotin di dîrokê de hatin neqişkirin.

Sendîkaya Karkerên Emerîkan di kongreya xwe ya 1888an ya li Saint Louisê biyar girt; heta ku dema kar ya 8 saetan were qebûlkirin, ewê sal di yekê gulanê de greva giştî pêkbînin. Di sala 1889an de, li Parisê civîna Înternasyonal ya duyem hate lidarxistin. Di vê civînê de jî, roja 1ê Gulanê weke roja karkerên cîhanê hate îlankirin. Ji wê rojê û pêve, karkerên cîhanê bi têkoşîn û çalakiyên xwe, hê bêtir di rûpelên dîrokê de cihdigrin. Slogana vê rojê ku her salê careke din tê dubarekirin ev e, karkerên cîhanê bibin yek.

Bi vî awayî 1’ê Gulanê ji bo karkeran bû cejnek yekîtî û piştgiriyê.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

MSD’ê bi raporekê sûcên dewleta Tirk li Efrîn eşkere kir

Nivîsa Pêş

Temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kir

Temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kir

HPG’ê li Eyaleta Serhedê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. 9 leşker hatin kuştin

Gerîlayan li herêma Barzanê çalakiyek pêk anîn

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.