Enter your email Address

Cuma, Temmuz 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê: DIVÊ KURD HEMÛ LI BER VÊ DEWLETÊ Û ARTÊŞÊ RABIN

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/03/2018 - 10:34
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ,Pêwîste ciwanên Kurd zanibin ku artêşa Tirk artêşeke qirker e. Wezîfeya xwe ya bingehîn jî zext û zilma ji bo qirkirina Kurdan e.

NAVEND NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Efrîn ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya mirovahiyê bûye îmtihanek.

KCK’ê bang li ciwanên Kurd kir ku ji artêşa Tirk a qirker re leşkeriyê nekin û hişyarî da cerdevanan.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku li Tirkiyeyê êrîşî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dike, dijminatiya li gelê Kurd û li demokrasiyê li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Bi vî mejî û polîtîkayê ji bo dagirkirinê êrîşî Efrînê dike. Ji bo vê dagirkeriyê pêk bîne, di nava civaka Tirkiyeyê de li ser bingeha dijminatiya li Kurdan şovenîzmê geş dike. Di nava vê şovenîzmê de ji aliyekî ve bi mirovan gotina ‘reîs me bişîne Efrînê’ didin gotin, li aliyê din jî ji hunermendan heta oldaran kincê kamûflajê li pişta wan dikin û dişînin ser sînorê Efrînê. Zarok jî di navê de hemû civakê mîlîtarîst dike.

DIVÊ KURD HEMÛ LI BER VÊ DEWLETÊ Û ARTÊŞÊ RABIN

Bi dagirkirina Efrînê re dixwaze Kurdan bikuje, ji cih û warê wan bike û Kurdistanê bê Kurd bihêle. Dewlet û artêşa Tirk ne tenê li  Bakurê Kurdistanê, li her devera ku Kurd lê ne dijminatiyê li Kurdan dike. Ji ber vê yekê, divê Kurd hemû li ber vê dewletê û artêşa wê rabin. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, wê dijminatiyê li Kurdan bike, wê bi artêş û polîsên xwe Kurdan bikuje. Wê timî Kurdan qir bikin. Ev dewlet dijminê hemû Kurdan e. Lewma divê ti ciwanê Kurd neçe leşkeriyê. Çûyina leşkeriyê tê wateya tevlîbûna li dagirkirina Efrînê û hevpariya dijminatiya li Kurdan. Tê wateya normalkirin û rewakirina qirkirina Kurdan.

Faşîzma AKP-MHP’ê bi rengekî vekirî dijminatiyê li Kurdan dike. Ji xwe tifaqa bi MHP’ê re, tifaqa bi hemû dijminên Kurdan re vê rastiya AKP’ê bi şênberî radixe pêş çavan. Dem hatiye ku Kurd hemû li dijî vê desthilatdariya ku dijminê Kurdan de helwestê nîşan bide. Helwesta herî zelal a vê yekê jî divê ew be ku ciwanên Kurd nema biçin leşkeriya artêşa Tirk. Li cîhanê tişta herî nebaş ew e ku mirov bibe kujerê gelê xwe, mirov bibe hevparê sûcen li dijî gelê xwe.

DIVÊ CIWANÊN KURD LEŞKERIYÊ JI ARTÊŞA QIRKER RE NEKIN

Pêwîste ciwanên Kurd zanibin ku artêşa Tirk artêşeke qirker e. Wezîfeya xwe ya bingehîn jî zext û zilma ji bo qirkirina Kurdan e. Nobedarê sîstema zordarî û qirkirinê ye. Em vê rola artêşê her roj li Bakurê Kurdistanê dibînin. Niha jî dixwaze Efrînê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Li Başûrê Kurdistanê jî weke hêzeke dagirker li gelek cihan baregehên leşkerî ava kiriye. Ciwanên Kurd bi çûyina leşkeriyê divê nebin parçeyeke ji artêşeke wiha ya dijminê Kurdan. Divê nebin dijminê gelê xwe. Cihê ciwanên Kurd refên gerîla ye û tevgera azadiyê ye ku hêza azadiyê ya gelê Kurd e. Hêza herî rêxistinbûyî ya ciwanên Kurd, gerîlayên azadiyê ne.

Divê ti Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd nebin hevparê dijminatiya li Kurdan, nebin hevparê dagirkeriya li Efrînê. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo Efrînê dagir bike û Kurdan bikuje, hewl dide her kesî bike hevparê vî sûcê xwe. Hewl dide Efrînê bê Kurd bihêle û çeteyan lê bi cih bike. Dixwaze cerdevanan jî di vê hewldana xwe ya dagirkeriyê de bi kar bîne. Bi bikaranîna cerdevanan re wê polîtîkaya ‘bikaranîna Kurdan li dijî Kurdan’ li Efrînê jî bixin meriyetê. Cerdevanên ku ji aliyê hiqûqî ve dibêjin ku gundên xwe diparêzin, tevlî şerekî li cihekî ku eleqeya xwe bi Tirkiyeyê re nîne tên kirin.

CERDEVAN DIVÊ NEBIN HEVPARÊ SÛCEKÎ KU NEYÊ EFÛKIRIN

Divê cerdevan nebin hevparê vî sûcê ku ji aliyê civaka Kurd û dîrokê ve neyê efûkirin. Divê berê çeka xwe nedin gelê Efrînê yê mazlûm. Pêwîste nebin amûra wê yekê ku Efrînê bê Kurd bihêlin û radestî çeteyan bikin.

Efrîn ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya mirovahiyê bûye îmtihanek. Her kesê yekser an jî neyekser tevlî dagirkirina Efrînê bibin wê li pêşberî dîrokî sûcdar bên dîtin û bi ti awayî neyên efûkirin. Tevlîbûna wan a li qirkirina li Efrînê wê mîna deqeke gemarî li eniya wan bimîne. Yên li ber dagirkirina Efrînê rabin jî wê timî pîr û pak û serbilind bin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayên HPG’ê Derbên xurt li dijmin xistin

Nivîsa Pêş

HPG: Artêşa Tirk li Gabarê gazên kîmyewî bi kar anî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

HPG: Artêşa Tirk li Gabarê gazên kîmyewî bi kar anî

Bi slogana “parastina şoreşa Efrînê parastina şoreşa jinê be” emê 8’ê adarê pîroz bikin

Bi slogana "parastina şoreşa Efrînê parastina şoreşa jinê be" emê 8'ê adarê pîroz bikin

Manşet

  • Ciwanên koçber ên Serêkaniyê Rêber Apo silav kirin
  • TCŞ li Osnabrückê Banga Rêber APO temaşe kirin
  • Mirina Jineke Ciwan a 24 Salî ên bi guman
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 8 gerîlayan eşkere kir
  • Li Fransayê Ciwanan peyama dîrokî ya Rêber APO silav kirin
  • Ciwanan li Heseke beşdarî pîrozbahiya banga dîrokî ya Rêber Apo bûn
  • Ciwanên Tebqa daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo silav kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 8 gerîlayan eşkere kir

    HPG-NRÇ’ê nasnameya 8 gerîlayan eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HRE’ê ragihand ku li navçeya Şera 7 çeteyên dagirker hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan li Heseke beşdarî pîrozbahiya banga dîrokî ya Rêber Apo bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Osnabrückê Banga Rêber APO temaşe kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Tebqa li ser desthilatdarî û demokrasî semînerekî lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Tebqa daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo silav kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Fransayê Ciwanan peyama dîrokî ya Rêber APO silav kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo jibo azadiya fîzîkî a Rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li Şehbayê panela “Şerê Gel ê Şoreşgerî” li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dengdan qediya

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.