Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Zîegler: Eger Che îro hebûya, wê li nava refên PKK’ê bûya

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/11/2017 - 19:48
di nav Giştî, Hevpeyvîn
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

HABER MERKEZİ – NÛÇE CIWAN

Hevrêyê Che Jean Zîegler destnîşan kir ku PKK tevgereke berxwedanê ya rewa ye û got, “Eger Che îro bijiya, wê bi PKK’ê re şer bikira.”

Alîkarê Serokê Desteya Şêwirmendiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Raportorê Taybet ê Mafê Xwarinê yê Neteweyên Yekbûyî Civaknas-Nivîskar Jean Zîegler, ku hevalekî nêz ê lîderê şoreşgerî yê Latîn Amerîka Ernesto Che Gûevera bû, ji ANF’ê re axivî.

LI KURDISTANÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN

Zîegler rapora meha Adarê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li ser bajarên Bakurê Kurdistanê bi bîr xist û got, “Dewleta Tirk li bajarên Bakurê Kurdistanê bi rengekî tirsnak sûcê li dijî mirovahiyê kir. Ev sûc di wê astê de ye ku wê Tirkiyeyê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî mehkeme bike.”

Jean Zîegler got, “Divê Konseya Ewlekariyê ya NY dosyaya li ser bûyerên li bajarên Bakurê Kurdistanê qewimîn binirxîne û ji bo bişîne ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî erê bike.”

GIRÎNG E OCALAN AZAD BIBE

Jean Zîegler bal kişand ser pêkanînên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku divê teqez Ocalan azad bibe. Zîegler destnîşan kir ku girtina Ocalan li girtîgehê û pêkanînên li dijî wê bi ti awayî mafdar nînin û got, “Girîng e Koma Xebatê ya Girtina Kêfî ya Mafên Mirovan a NY bixwaze ku li ser rewşa Ocalan lêpirsînek were vekirin. Û ji bo azadiya Ocalan bi rola xwe rabe.”

REJÎMA ERDOGAN REJÎMEKE FAŞÎST E

Zîegler rejîma Erdogan weke rejîmeke faşîst û totalîter bi nav kir û wiha dewam kir: “Pêwîste mafên Kurdan ên nasname û xweser bên qebûlkirin. Divê tavilê bi PKK’ê re muzakere bê destpêkirin. Ocalan bê azadkirin. Kesên ku li Kurdistanê sûc li dijî mirovahiyê kirine bên eşkerekirin û darizandin.”

HELWESTA ELMANYAYÊ TEWŞ E

Jean Zîegler rexne kir ku PKK di ‘lîsteya rêxistinên terorê’ ya Ewropayê de tê hiştin û got, ne ya qebûlkirinê ye ku hêzeke girîng a li dijî DAIŞ’ê şer dike di vê lîsteyê de were hiştin. Zîegler helwesta Elmanyayê ya li dijî PKK’ê jî weke helwesteke tewş bi nav kir û got, “Qedexekirina al an jî posteran, înkarkirina gelekî ye. Ya ku divê bê îzolekirin Tirkiye bi xwe ye. Bi dîtina min, divê Ewropa ambargoya dîplomatîk û aborî deyne ser Tirkiyeyê. Û ev ambargo jî heta ku Tirkiye aştiya bi Kurdan re qebûl bike, bidome.”

PKK TEVGEREKE BERXWEDANÊ YA REWA YE

Zîegler destnîşan kir ku PKK mîna Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) a Nelson Mandela tevgereke azadî û rewa ye û wiha dewam kir: “PKK tevgereke rizgariya neteweyî û azadiyê ye. PKK tevgereke berxwedanê ya rewa ye ku li dijî faşîzm û tîraniyê şer dike. Mîna berxwedana Fransiyan a li dijî Naziyan. Bi awayekî vekirî dibêjim; PKK tevgereke rizgarî û azadiyê ye ku cihê şanazî û pesindayinê ye. Heqê wê ye ku her kes piştgiriyê bide wê.”

EGER CHE BIJIYA WÊ NIHA LI NAVA REFÊN PKK’Ê BÛYA

Jean Zîegler ku hevalekî nêz ê şoreşgerê enternasyonalîst Che Gûevara ye got, “Eger Che îro bijiya wê li nava refên PKK’ê şer bikira. Bêguman Che mînaka herî bedew a tevgerên azadî û rizgariya neteweyî ye. Careke din dibêjim; eger bijiya wê yekser cihê xwe di nava PKK’ê de bigirta û li dijî rejîmên faşîst, otokratîk û terorîst şer bikira.”

JEAN ZÎEGLER KÎ YE

Jean Zîegler, 19’ê Nîsana 1934’an li bajarê Bern ê Swîsreyê ji dayik bû. Civaknas, siyasetmedar û nivîskar Jean Zîegler, jiyana xwe diyarî têkoşîna komunîzm û şoreşê kiriye. Hevalekî nêz ê Ernesto Che Gûevera bû. Di heman demê de her tim bû hedefa rejîmên kapîtalîst û kolonyalîst. Jean Zîegler ku di beşên hiqûq û civaknasiyê de doktora kir, li zanîngehên Cenevre û Sarbonne’yê demeke dirêj profesoriya civaknasiyê kir. Demekê ji Partiya Sosyalîst bû parlamenterê Parlamenta Federal a Swîsreyê.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

taxa biserîyê li bajarî qamislo sarîjek mazotî agir pê ket

Nivîsa Pêş

ciwanen qamişlo ş sozda zerdeşt bibêr anên.

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

ciwanen qamişlo ş sozda zerdeşt bibêr anên.

Ciwanên Efrînê meşeke meşelyan li dar xistin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.