KOBANÊ – Elî Ehmed, bavê Şehîd Tolîn Pelşîn û Pelşîn Baz, û birayê Şehîd Baz Pelşîn, li derbarê jiyan û kesayeta mirovên xwe yên Şehîd axivî. Bi taybetî jî, qala beşdarbûna Şehîd Tolîn di nava tevgera ciwanên Apoyî ya Rojava de kir, û rola ciwanan di nav şoreşê de.
Elî Ehmed diyar kir ku ew di salên 90’î de tevgera Apoyî nas kirin, di demekî ku tevger bi tundî dihat qedexekirin, û ji ber wê her kes nedikarîbû bi rehatî beşdarî xebatên rêxistinê bibe.
Di wê awayî de, Şehîd Baz û Şehîd Mûrat di temenekî ciwan de tevlî gerîla bûn. Dema ku şer li Kobanê giran bû, Şehîd Baz carekî din derbasî Kobanê bû û tevlî şer bû. Dema ku Şehîd bû, di merasîma xwe de, vê carê Şehîd Pelşîn soz daye ku çeka apê xwe rake û tevlî şoreşê bibe.
Di 2021’an de, piştî ku Şehîd Pelşîn derbasî çiyayan bû, Şehîd Tolîn jî beşdarî tevgera Apoyî bû û derbasî xebatê ciwanan li Cizîrê bû.
Di dawiyê de Elî serbilindiya xwe li beramberî keçên xwe yên şehîd û hemû ciwanên Apoyî diyar kir. Elî destnîşan kir ku Ciwanên Şoreşger, bi exlaqê ku ji Rêber Apo girtin, karê herî pîroz dikin.

