HESÊKE – Endamên Ereb ên Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên li bajarê Hesekê xizmet dikin, ji ajansa me re axivîn û peyama yekîtî û biratiyê dan. Karmendên ewlehiyê yên Ereb ên ku berpirsiyarê parastina aramiyê li bajêr bûn, tekez kirin ku di navbera Kurd û Ereban de ti cudahî tune.
Endamên Ereb ên hêzên ewlehiya navxweyî gotin, “Kurd û Ereb bira ne. Di navbera me de ti cudahî tune. Yên ku îdîa dikin xelet in.”
Di daxuyaniyê de her wiha girîngiya hevgirtina di navbera gelan de hate destnîşankirin û hate gotin, “Em ê vî gelî û vî welatî ji perspektîfek civakî ya demokratîk biparêzin.”
Hêzên ewlehiyê diyar kirin ku ji bo misogerkirina aştî û aramiyê li bajêr xebat berdewam dike.

