KOBANÊ – Mistefa Aluşo qala naskirina xwe ya Rêber Apo û tevgera Apoyî kir, û bi taybetî çûyîna xwe ya Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz, li Kampa Beka ya Libnanê, di 15’ê Tebaxê 1991’an de.
Mistefa diyar kir ku gelek pêşdîtinên Rêber Apo yên wê demê, di roja îro de pêk tên.
Her wiha, destnîşankir ku dewletên navnetewî ji bo ku ramanê Rêber Apo ji holê rakin komployekî navnetewî pêk anîn. Got ku êrîşên ku herî dawî li ser heremê pêk hatin jî berdewamiya vê komplo ne. Da diyar kirin ku fikirê Rêber Apo ya biratiya gelan ne şaş e, berovajî wê, êrîşên ku çêbûn, êrîşên ji derve li dijî biratiya gelan bûn.
Di dawî de got ku ramanê Rêber Apo rast e, bi heq e, û wê biserbikeve.



