Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 11, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Nasnameyên Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê Hatin Aşkerakirin

Edîtor: Nucan Serdoz
11/02/2026 - 9:16
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 13 mins read
A A
Nasnameyên Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê Hatin Aşkerakirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 8 şehîdên berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê aşkera kirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyek nivîskî nasnameyên 8 şehîdên berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê aşkera kirin.

Daxuyanî wiha ye:
“Em Şehîdên Gelan Nazlican Kobanê, Axîn Şiyar, Zîlan Kendal, Zîlan Têkoşîn, Qehreman Efrîn, Mordem Gewda, Rustem Kobanî û Şevger Baz bi bîr tînin.

Ciwanên egîd ên gelên me yên berxwedêr; Nazlican, Axîn, Zîlan Kendal, Zîlan Tekoşîn, Qehreman, Mordem, Rustem û Şevger ji bo gelê me yê mezlûm yê li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê di bin dorpêçê de biparêzin di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih girtin û heta kêliya dawî li ber xwe dan. Her heşt hevalên me li taxa Şêxmeqsûd heta dawî şer kirin û gihaştin şehadetê. Di serî de em ji Rêber Apo, malbatên wan ên dilsoz û ji gelên xwe yên welatparêz sersaxî dixwazin.

Hikûmeta demkî ya HTŞ’ê ku qetilkarê Elewî û Durziyane û dewleta dagirker a Tirk ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê berpirsiyarê bi dehan kuştin, talan, qirkerê gelan e; bi hevre di 6’ê Çileya 2026’an de êrişî herdû taxên me Eşrefiye û Şêxmeqsûdê kirin. Herdû zihniyetên jinkuj û nijadkuj bi hemû ferasetên xwe yên dermirovî û bi konsepta qirkirinê berê xwe dan gelê me yê Helebê. Li hemberî du taxên biçûk weke ku bi welatekî re bikevin şer her cûre çek, rê û rêbazan bi kar anîn. Li hemberî van êrişên nemerdane; Hêzên me yên Ewlekariya Hundirîn bêyî ku paşde gav biavêje bersiv dan û li berxwe dan.

Rêhevalên me Nazlican, Axîn, Zîlan Kendal, Zîlan Têkoşîn, Mordem, Rustem û Şevger bi wêrekiyeke bêhempa ve mil bi mil berê xwe dan dijmin û di çeperên herî pêş de dijmin pêşwazî kirin. Di vî şerî de, bi her derba ku li dijmin didan; tola jin û zarokên Kurd, Ereb, Durzî û Elewiyan digirtin. Bi hêza ku ji gelên xwe girtî, bi hêrsa tolhildanê li çeteyên hikûmeta demkî û yên dewleta Tirk dan. Bi taybetî derbên giran li çeteyên cîhadîst ên dijminê mirovahiyê ne dan. Di her fişekeke xwe de bersivên pêwîst dan şerê taybet ên dewleta dagirker a Tirk û hikûmeta demkî ya HTŞ. Bi ev sekn û têkoşeriya xwe ve wan ne tenê li Eşrefiye û Şêxmeqsûd li her deverê rûmeta gelên xwe parastin.

Rêheval Nazlican Kobanê di sala 1998’an de li Kobanê di nav malbateke welatparêz de çavê xwe vedike. Di nava malbetê de çar xwişk û çar bira ne. Rêheval Nazlican di nava malbatê de bi çandinî re mijûl dibe ji ber wî girêdana wê bi axê re hîn xurttir bû. Hevrê Nazlican malbata wê di sala 2014’an de êrişên DAIŞ’ê re şahid dibe û ji ber wî sedemê neçar dimînin ku koçî Bakur bibin. Li wir, wê rastiya dijmin zelaltir dîbîne û kelekê wî jî berxwedana gel bandorek kûr li ser wê dike. Ji bo ku bibe beşek ji vê berxwedanê, Rêheval Nazlican tevlî refa Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Jin yên li Helebê dibe. Helwest û sekna heval Nazlican di jiyan û şer de tolhildanek li dijî hişmendiya baviksalar bû. Hevrê Nazlican li eniya Şêxmeqsûd roleke pêşeng girt ser xwe, bi heman helwest û ruh li dijî bi hezaran çeteyan şer kir û ji bo hevalên xwe bû çavkaniya moralê. Heta nefesa xwe ya dawî; bi bawerî û îradeyek mezin ruhê berxwedanê jiya û zindî hişt. Heval Nazlican bi hevaltî û dilsoziya xwe navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsand.

Hevrê Axîn Şiyar di sala 1999’an de li Efrîna zeytûnî di nav malbateke kurdperwer de çavên xwe li jiyanê vedike. Di nav 6 xwişk û 4 birayan de mezin dibe. Welatparêziya malbatê ew zû dehif dide ku di nav refên Şoreşa Rojava de cih bigre. Ji ber wê di sala 2017’an de li Efrînê tevli YPJ’ê dibe. Ji bo bibe şervaneke profisyonel a vê şoreşê di gelek akademiyên bîrdozî û leşkerî de cih digre û zanista xwe pêş dixe. Vê zanista xwe jî di pêngavên rizgarkirinê yên Dêrazorê de dide pêş û hem jî di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de jî derdixe holê. Hevrê Axîn di van berxwedaniya de ji pişt û him destê xwe birîndar dibe. Lê birînên nake asteng û rêya têkoşîna xwe di tevlîbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê de berdewam dike. Rêheval Axîn roleke mezin di berxwedaniya dîrokî a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dilîze. Bi bîrwerî û baweriyek xurt şer dike û herî dawî bi zêrîn di vê berxwedaniyê de dinqişîne.

Hevrê Zîlan Kendal di sala 2001’an de li bajarê Kobanê di nav malbateke welatparêz a ji eşîra Berazî de ji dayik dibe. Di nava malbatê de du xwişk û du bira ne. Di temenê xwe yê ciwan de, wê hovîtiya çeteyan li dijî jinan dît û bi ruhê welatparêziyê yê ji malbata xwe mîras girtibû îlham girt û tevlî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn Jin yên li Helebê bû. Hevrê Zîlan ruh û enerjiya xwe ya ciwantiyê qet winda nekir û bi vê helwestê beşdarî jiyanê bû. Wê her tim hewl da ku wî ruhî di nav hevalên xwe de zindî bihêle. Bi vî ruhî beşdarî şerên Şexmeqsûd û Eşrefiyê bû û li ser navê hemû jinan li dijî êrîşên hovane şer kir. Hevrê Zîlan bi zindîtî, enerjî û hevaltiya xwe ve li ser hemû hevalên xwe şop hişt û navê xwe di pirtûka qehremaniyê de nivîsand.

Hevrê Zîlan Tekoşîn di sala 2002’an de li Serêkaniyê di nav malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vedike. Bi hestên welatparêzî di nav 3 birayan de mezin dibe. Di sala 2025’an de ew hezkirina welat ji xwe re dike dozek û ji bo wê dozê cihê xwe di nav refên şoreşê de digre. Her cihek ji axa welat ji xwe re dike qubleyek û ji bo azadiya gelê xwe tê dikoşe. Li ser vê bigehê jî, hevrê Zîlan di berxwedana dîrokî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibe û bi qehremaniyeke mezin şer dike û dibe yek ji lehengên vê destanê.

Hevrê Qehreman Efrîn di sala 1981’an de li bajarê Efrîn di nav malbateke kurdperwer de çavên xwe li jiyanê vedike. Ev dorhêla ku jê henasa xwe digre, zû ew dike rêwiyê azadiyê. Li ser vê bingehê rêheval Qehreman di sala 2011’an de tevlî nav refê şoreşê dibe. Di gelek pêngavan de mîna Cindirês, Mêremîn, Şêrawa û Berxwedana Serdemê de digre. Bi hevaltî, dilsozî û dilnizmiya xwe di nav hevalên xwe de wek fermandarek demê tê hezkirin. Hevrê Qehreman bi van xisletên xwe li taxa Şêxmeqsûd wek fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn cih digre. Bi êrişên hikûmeta demkî ya li ser herdû taxan re, rêheval Qehreman cihê xwe heta kêliya dawî di nivîsandina destana vê berxwedaniyê digre û şer dike heta ku digihîje asta şehadetê.

Rêheval Mordem Gewda li Colemêrga Bakurê Kurdistanê di sala 1996’an de tê dunyayê. Di nav malbateke weltaparêz ku ji 6 xwişk û 4 birayan pêk tê mezin dibe. Di sala 2015’an de hevrê Mordem berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û li deşt û herêmên wê rêwîtiya xwe ya têkoşînê dide meşandin. Li herêmên wek Qamişlo, Til Temir, Tebqa, Efrîn û Helebê li hember hêzên tarî şer dike. Li ser van bingeha jî tevlî pêngavên rizgarkirinê yên mîna Reqa, Tebqa, Şedadê û Mekmenê dibe û di van şeran de ji pişta xwe birîndar dibe. Lê belê birîn û nexweşiyên xwe di rêya xwe ya têkoşîna azadiyê nake asteng. Li Helebê li hember êrişa hovane ya hikûmeta demkî li kêlek hevalên xwe destaneke qehremaniyê dinivîse û navê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên vê destanê dide.

Rêheval Rustem, di sala 2005’an de li Kobanê di nav malbateke welatparêz de jidayik dibe. Di nav malê de bi giştî 7 xwişk û 6 bira ne. Malbata Hevalê Rustem, di sala 2014’an de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ û Tirkan neçar dimînin û koçî bakurê Kurdistanê dikin. Bi hesret, êş û keserên koçberiyê ve mezin dibe. Ji ber vê jî li hemberî gel û bajarê xwe yê serî netewandî Kobanê re herdem xwe deyndar dibîne. Di nav malbatê de piranî bi çandiniyê re mijûl bûye. Ev jî bûye sedem ku bi ax ango heriya xwe ve pir girêdayî bimîne. Rêheval Rustam ji bo bi erka xwe ya dîrokî ve rabe tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe û gelê xwe yê di dorpêça xayîn û dijminan de heta dawî diparêze. Bi sekn, ked û fedakariya xwe ve di dilê her hevalekî de xwe bi cih dike.

Rêheval Şevger Baz jî di sala 2007’an de li Şamê jidayik dibe. Lê bi eslê ji xwe eşîra Berazî û ji Kobanê ye. Di nav malbateke welatparêz de mezin dibe û birayê 4 xwişkan e. Di nav malê de çîrokên şoreşgerên malbatê ji guhê wî kêm nabin. Ji ber vê sedemê welatparêziyê ji zarokanî ve dinase. Xeyalê wî rojekê bibe şoreşgerekî bi hêz. Ji ber vê sedemê hîna di temenê xwe yê biçûk de hêzên şoreşê dinase û dixwaze xeyalên xwe pêk bîne. Lê divê hîna jî li bendê bimîne.Bi gotinên xwe ve; ‘‘Armanca min, rizgarkirina hemû gelên bindest e, ez dixwazim bibim neferekî azadiya jinê’’ armancên xwe diyar dike û ji bo pêkanîna van armancên xwe di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digire. Tevî hemû hevalên xwe li hemberî êrişan bersiv dide û fîşekeke xwe bi hêviya rojên bi ser dijminên gelan û mirovahiyê ve direşîne.

Her heşt hevalên me; Nazlican, Axîn, Zîlan Kendal, Zîlan Tekoşîn, Qehreman, Mordem, Rustem û Şevger dizanibûn ku li hemberî wan artêşeke çeteyan a ku dijminê zarok, jin, ciwan û dijminê giştî civakê hene. Li hemberî ev dijminê xwînxwar heta henaseya dawî li ber xwe dan û bi vî awayî gihaştin şahadetê.

Em soz didin şehîdên xwe ku; dê xwîna wan li erdê nemîne û xeyalên wan a neteweya demokratîk û civaka azad pêk bînin.”

Nasnameyên şehîdan:

Nasnav: Nazlican Kobanê

Nav û Paşnav: Ezize Hiso

Navê Dayik: Cazî

Navê Bav: Omer

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb /Şêxmeqsûd/ Xerbî 10/1/2026

Nasnav: Axîn Şiyar

Nav û Paşnav: Rojîn Cemîl

Navê Dayik: Rîhan

Navê Bav: Cemîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb 09-01-2026

Nasnav: Zîlan Kendal

Nav û Paşnav: Yasmin Hesen

Navê Dayik: Leyla

Navê Bav:Hisên

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb /Şêxmeqsûd/ Xerbî 10-01-2026

Nasnav: Zîlan Tekoşîn

Nav û Paşnav: Keynas Elî

Navê Dayik: Newroz

Navê Bav: Hisên

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb /Şêxmeqsûd 09-01-2026

Nasnav: Qehreman Efrîn

Nav û Paşnav: Hisên Ebdo

Navê Dayik: Zehîde

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb /Şêxmeqsûd 10-01-2026

Nasnav: Mordem Gewda

Nav û Paşnav: Aydin Kurt

Navê Dayik: Dîwan

Navê Bav: Xelîl

Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb/Şêxmeqsûd/ Xerbî – 10 -01- 2026

Nasnav: Rustem Kobanê

Nav û Paşnav: Hecî Xelîl

Navê Dayik: Adîle

Navê Bav: Hisên

Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb/Şêxmeqsûd/Xerbî – 10 -01- 2026

Nasnav: Şevger Baz

Nav û Paşnav: Azad Seydî

Navê Dayik: Newroz

Navê Bav: Elî

Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb/Şêxmeqsûd/Xerbî- 10 -01- 2026,

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Rojava Cafe Ya Li Berlînê Nîqaşên Li Ser Şoreşa Rojava Hatin Lidarxistin

Nivîsa Pêş

Hebûn Xwe Parastine!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hebûn Xwe Parastine!

Hebûn Xwe Parastine!

Li Riha û Amedê Civînên Ciwanan: “Werin Em Bi Hev Re Di Tariyê De Bibin Ronahiyek, Werin Em Hêviyê Geş Bikin”

Li Riha û Amedê Civînên Ciwanan: "Werin Em Bi Hev Re Di Tariyê De Bibin Ronahiyek, Werin Em Hêviyê Geş Bikin"

Manşet

  • Li Riha û Amedê Civînên Ciwanan: “Werin Em Bi Hev Re Di Tariyê De Bibin Ronahiyek, Werin Em Hêviyê Geş Bikin”
  • Hebûn Xwe Parastine!
  • Nasnameyên Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê Hatin Aşkerakirin
  • Li Rojava Cafe Ya Li Berlînê Nîqaşên Li Ser Şoreşa Rojava Hatin Lidarxistin
  • Ciwanên Berlînê Di 14ê Sibatê De Ji Bo Meşa “Azadî ji Rêber APO Re, Statû Ji Rojava Re” Dadikevin Kolanan
  • Mamosteyên Li Dêrîkê Serdana Hêzên Parastina Xweparastinê Yên Li Ser Nobedê Kirin Ji Bo Piştgiriyê
  • Ciwanên li Hamburgê broşûrên li ser êrîşên li ser Rojava belav dikin.

Herî zêde hatine xwendin

  • Hebûn Xwe Parastine!

    Hebûn Xwe Parastine!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nasnameyên Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê Hatin Aşkerakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Rojava 6 Bajaran Meşên Girseyî Tên Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jîn Mihemed: “Em êrîşên li ser fikirê netewa demokratîk qebûl nakin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Endonesya Ciwan û Cotkar Di Nav Bajarê De Komûnekî Ekolojîk Ava Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand; 12 leşkerên dagirker hatibû kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Perwerdehiya Çekan a Li Ser Bingeha Xweparastinê Ji Hêla Jinên Ciwan Ve Hate Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.