HAMBURG – Li Hamburgê, Almanya, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo cara duyemîn pêşandana fîlmek ji bo hevgirtina bi Rojava re li dar xistin. Fîlma “Ji bo azadiyê” bi beşdariya hejmareke mezin ji ciwanan hate pêşandan.
Piştî pêşandanê, di navbera ciwanan de nîqaşek çêbû. Nîqaş li ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan, berpirsiyariya parastina ax û destkeftiyên wan, û girîngiya Şoreşa Rojava ji bo ciwanan hatin kirin.
Di nîqaşan de rola girîng a yekîtiya civakî û têkoşîna rêxistinkirî di çarçoveya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de hate destnîşankirin. Ciwanan tekez li ser pêwîstiya xurtkirina hevgirtinê li hember êrîşên li dijî Rojava kirin.
Ciwanên TCŞ Hamburgê diyar kirin ku armanca pêşandana fîlm ew e ku hişyarî û têgihîştina ciwanan zêde bike, û hevgirtina enternasyonalîst bi Rojava re xurt bike.


