NAVENDA NÛÇEYAN – QSD’ê şehadeta 2 şervanan ragihand ku di bersiva êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 2 şervanan ragihand ku di bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de şehîd bûne.
Di daxuyaniyeê de hate ragihandin ku Mazlûm Efrîn û Herbî Qamişlo di parastina gelê xwe û rûmeta wê de ji êrişên komên hikumeta demekî de şehîd bûne û wiha hat domandin: “Van şehîdan ne parastina sînorekê yan deverekê dikir, lê belê jiyana xelkê û mafê wê yên diyarkirina çarenûsa xwe û parastina destkeftiyên bi berdêlên giran hatine bidestxistin, parastin. Van şehîdan piştrast kir ku parastina gel cewhera şer e û îradeya azad nayê şikandin.”
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û hevrêyên her du şehîdan re hat xwestin û soza domandina rêya wan, avakirina aştî û edaletê hate dayîn.
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:


Nasnav: Mazlûm Efrîn
Nav û paşnav: Demhat Mihemed Menan
Navê dayikê: Leyla
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Başûrê Hesekê, 3 Sibat 2026


Nasnav: Herbî Qamişlo
Nav û paşnav: Luey El Elî
Navê dayikê: Asya
Navê bav: Îbrahîm
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 21 Çile 2026.


