KOLN – Li Koln a Almanya, ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava, ketin avahiya Navenda Weşanê ya RTL.
Ciwanên ku bi pankartên “Defend Rojava, Lang lebe Kobanî” (Rojava biparêze, bijî Kobanê) û “Trust in people, no in statta” (Baweriya xwe bi gel bînin, ne bi dewletê) ketin qada çalakiyê û dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.
Her wiha, ciwan bi cilên xwînî li erdê dirêjkirî bûn û şanoyek pêşkêş kirin. Di dema şanoyê de, broşûrên ku li ser Colanî, terorîstekî ku di êrîşên li ser Rojava de beşdar bûye, agahdariyên berfireh li kesên li derdorê belav kirin. Her wiha, dosyayên têkildarî Rojava dan karmendên li herêmê dixebitin.



