AMED – Li Amedê, Ciwanên Welatparêz li gelek deverên bajêr bi çalakiyan êrîşên li ser Rojava protesto dikin. Ciwanên Welatparêz li dijî êrîşên li ser Rojava yên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin daketin kolanan, agir pêxistin, rê li trafîkê girtin û bi fîşekên hewayî û molotof bi polîsan re pevçûn.
Çalakiyên ciwanan her ku diçe berfirehtir dibin û berdewam dikin.



