KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi boneya salvegera 6 şehîdên tevgera Ciwanan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Îsa, Behdînan Kobanê, Welîd Mihemed û Merhef Îbrahîm, ku di 25’ê Berfanbarê 2021 de di êrîşekî dewleta Tirk li ser akademiya ciwanan şehîd bûn û her wiha, salvegera şehadeta Ronahî Yekta li şerê Bendava Tişrînê û şehadeta Azad Mihemed di konvoya gel ji bo nobetê li Bendava Tişrînê, merasîmekî li Goristana Şehîd Dicle lidarxistin.
Bi dehan endamên tevgera ciwanan wêneyên şehîdan û alên TCŞ û YJC hildan û dirûşmeya “Şehîd Namirin” berz kirin.
Ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê, deqayekî rêzgirtin hat rawestandin.
Piştî wê, dayika şehîd Nûjiyan û Firiyal Temî axivîn, qala kesayeta her 6 şehîdan û girîngiya tekoşîna wan kirin.
Di dawiyê de serdana gora şehîdan hat kirin û mûm hatin vêxistin.



