ŞENGAL – Li Şengalê bi beşdariya malbatên şehîdan û gelê herêmê, Şehîd Berfîn û du hevalên wê bi rêzgirtin hatin bîranîn. Ciwanên ku tevlî merasîmê bun derheqê şehîdan de nêrînên xwe anîn ziman.
“Heke şehîd nebûna, Şengal îro azad nebû”
Rênas Şengal di axaftina xwe de got ku peyv li ser şehîdan her tim kêm dimîne. Wî got:
“Şehîd quweta me ya Êzidiyan e. Wan ji bo me xwe feda kirin. Heke şehîd nebûna, em îro li ser vê axê nemabûna.”
Wî her weha diyar kir ku wan ku li Şengalê şer kirin, tenê ji bo Êzidiyan ne, lê ji bo parastina axekî pîroz û rûmetê mirovahiyê şer kirin. Bi paqijîya dil û bi fikra azadiyê hatin û şehîd bûn.
“Şengal bi xwîna şehîdan azad bû”
Nasmin jî di axaftina xwe de got ku, “Bi xwîna şehîdan Şengal azad bû. Ev rastîyekê giran e, lê her weha rûmetek mezin e.” Wê got ku îro jiyana bi rûmet ya li Şengalê bi keda şehîdan hatiye avakirin.



