DÊRÎK – Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrikê Kezî (Bîçek), ku sembola berxwedana Rojava ye, li ser dîwarên gelek deverên bajêr boyax kir.
Kezî, ku sembola berxwedanê ya li dijî êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ve ye, ji aliyê endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ve li ser dîwarên taxên cuda yên bajêr hat boyaxkirin. Armanca van xebatan ew e ku bîranîna berxwedana bi pêşengiya jinan zindî bimîne û piştgiriya civakî ji bo wê xurt bike.


