HAMBURG – Li bajarê Hamburgê ya Almanyayê, bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TEKOJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer), ji bo balkişandina bala gelê li ser şer û dorpêçkirina ku li dijî Rojavayê tê meşandin, li gelek deverên navendî yên bajarê çalakiya şanoya kolanan hate lidarxistin. Bi vê çalakiyê ya ku ji aliyê ciwanan ve hatibû amadekirin, êrîşên ku hefteyan e li Rojavayê didomin, hate anîn rojeva giştî ya raya giştî.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Rojavayê şer bi hemû tundîya xwe berdewam e û her çend di navbera rêveberiya Şamê û Rojavayê de axaftinên li ser peymanekê têne kirin jî, Kobanê hîn jî di bin dorpêçkirinê de ye. Hate binavkirin ku êrîşên leşkerî û siyasî yên ku berdewam in, bi taybetî Şoreşa Rojava hedef digirin.
Di daxuyaniyê de her weha bal hate kişandin ser berxwedana dîrokî ya jinên Rojava ku li dijî DAÎŞê pêk hat, û hate destnîşankirin ku jin îro jî li dijî komên çete yên cuda cuda têkoşînê didomînin. Hate gotin ku ev êrîş bi armanca tasfiyekirina têkoşîna azadiya jinan û pergala civakî ya li Rojavayê hatiye avakirin tê meşandin.
Ciwanên Hamburgê bi çalakiya xwe ya şanoya kolanan destnîşan kirin ku parastina Şoreşa Rojava berpirsiyariya hemû gelên cîhanê ye. Di bangê de hate gotin ku divê Şoreşa Rojava li her derê were parastin û tu kes divê li hember van êrîşan bêdeng nemîne.
Çalakî bi sloganên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.




