NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye di Mijdara îsal de li Efrîna dagirkirî 5 kes di rewşên nezelal de hatin kuştin û kesek hat revandin.
Rêxistinê diyar kir ku kesek ji aliyê dizan ve hat gulebarankirin û birîndarkirin, kesekî din ji aliyê kesên hawirde ve hat gulebarankirin û birîndar bû, jinek piştî ku hevjînê wê ji aliyê çekdarên diz ve hat qetilkirin, di gulebaranê de birîndar bû.
Li gorî rêxistinê, dizan dema hewl dida diziyê bikin, li 2 kesan da, her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker îşkence li ciwanekî kir.
TALANKIRINA ZEYTÛNAN
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku li gund û bajarokên Efrînê nêzî 8 hezar û 700 darên zeytûnan ji aliyê diz û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin talankirin.
Li gundên Bafîlon, Ereb Wêran, bajarê Şêranê, Termîşê, Erendê, Remdana û bajarokê Şiyê gelek dar hatin birîn.



