HAMBURG – Ciwanên Kurd amadekariyên ji bo meşa dîrokî ya ku di 8ê Mijdarê de li Kolnê (Almanya) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO were lidarxistin, didomînin.
Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li kolanên Hamburgê afişen derbare meşa 8’ê Mijdarê daliqandin. Di xwepêşandanê de, ku li navçeyên Wilhelmsburg û Kirchdorf pêk hat, bi sedan poster hatin hildan, belavok hatin belavkirin.
Di daxuyaniyekê de derbarê xwepêşandana xwe de, ciwanan diyar kirin ku armanca wan hişyarkirina li ser meşa pêşerojê ye. Endamê TCŞ Ferhat Nisêbîn bang li hemû Kurd û ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO xwepêşandanê bikin.


