BERN – Endamên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bern (Swîsre) kom bûn û banga beşdarbûna meşa mezin a ku dê di 8ê Mijdarê de li Kolnê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber APO were lidarxistin, kirin.
Di daxuyaniyê de, endamê TCŞ Omer Amed li ser tecrîda li ser Rêber APO axivî û got:
“Em bang li hemû ciwanan û gelê xwe dikin ku beşdarî meşa mezin a 8ê Mijdarê bibin. Tecrîdek giran hîn jî li ser Rêber APO tê ferzkirin. Ji vir, em bang li hemû ciwanên Ewropayê dikin: Werin em destê Rêberê xwe bernedin. Heta ku Rêber APO azad nebe, em tekoşina xwe bernedin. Werin em komunek ava bikin û xebata xwe di nav gelê xwe de bidomînin. Werin em di her warî de xwe birêxistin bikin û em her tim xwe birêxistin bikin.”
Daxuyanî bi qîrîna “Bijî Serok APO!” ji aliyê ciwanan ve bi dawî bû.


