QAMÎŞLO – Li ber Medîna Şebab (navenda ciwanan) li Qamîşloyê, ciwanan îşev agirê Newrozê pêxistin, nerazîbûna xwe ya li hember qedexekirina pîrozbahiyên Newrozê ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve nîşan dan û salvegera damezrandina QSD pîroz kirin.
Dema ku beşdaran li dora agir govend digerandin, peyamên hevgirtin û azadiyê pêşkêş kirin.
Ciwanan helwesta hikûmeta Şamê ya li hember pirrengiya çandî rexne kirin û ragihandin, “Em ê her roj Cejna Newrozê pîroz bikin heta ku cejnên hemû gelên Sûriyê werin naskirin!”
Di çalakiyê de her wiha tevgerên ciwanan, bangên ji bo hevgirtina gel û yekîtiya demokratîk destnîşankirin.


